Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!

img
AMED - Ji mirovên ku di erdhejê de bi her awayî mexdûr bûne, fatûreyên av, ceryan û gazê  ji yên her wextî bargirantir hatine. Li Amedê welatiyan bertek nîşanî van fatûreyan dan. 
 
Li Amedê ji welatiyan re ku ji ber erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn nikaribûn têkevên malên xwe, fatûreyên av, ceryan û gazê ji yên her wextî bargirantir hatine. Welatiyan bertek nîşanî van fatûreyan dan. 
 
FATÛREYÊN BARGIRAN
 
Emre Açam ku li Apartmana Şengul-3 ya Taxa Mevlana Halît a navçeya Rezanê rûdinê, diyar kir ku di dema erdhejê de ji avahiya ku xera bûye derketiye, lê fatûreyeke bargiran jê re hatiye û wiha got: "Em 10 rojan li Kirşehîrê û 10 rojan jî di kon de man. Fatûreya ku berê 300 TL dihatin, vê mehê bû 450 TL hat. Em li herêma erdhejê ne, wêraniyeke mezin çêbûye. Mirov perîşan bûne, karesata xwezayî hat îlankirin, lê ev çi fatûre ne?” 
 
KIRÊ BÛYE 9 HEZAR TL 
 
Açam anî ziman ku ji ber ku cihê wan ê mayînê tune ye ji bêgavî vegeriyane xaniyê xwe yê xesardîtî û wiha got: “Em mehek e li bendê ne Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Bajêr bê xesara xanî tespît bike. Lê hê jî nehatine. Li xaniyekî bi kirê digerim, nabînim. Ên hene jî kirêya wan di navbera 8 hezar û 9 hezar TL'yî de ye."
 
‘PIŞTÎ DU MEHAN EM Ê JI WAN XELAS BIBIN'
 
Orhan Bayik jî anî ziman ku di dema karesatên xwezayî û bûyerên bi vî rengî de li welatên Ewropayê feraseta dewleta civakî tevdigere û wiha domand: "Ji ber erdhejê faûre wekî 45 rojan hatine hesabkirin û bi qasî 800 TL’yî hatin. Ev zilm e. Ne tenê yê min, min jê kê pirsiye ji van fatûreyan bi gilî gazinc in. Karekî me yê em biçin nemaye. Em ê çawa van fatûreyan bidin? Ez hêvî dikim ku em ê piştî 2 mehan ji wan xilas bibin."
 
Eray Bîlmez ku ji bêgavî vegeriyaye mala xwe ya bixesar jî ev tişt anî ziman: "Em 4 kes in. Heqê ceyran û gaza xwezayî ya mehane di navbera 350 û 400 TL de bû. Xaniyê me ji ber ku di erdhejê de xesar dît, em tenê 12 rojan li malê man. Lê fatûre 800 TL hatiye." 
 
‘EZ NIKARIM NAN BIBIM MALÊ'
 
Mesut Balta ku ji ber erdhejê karê wî ji dest çûye got ku ew nikare nan bibe malê ew ê çawa heqê van fatûreyan bide. Balta ev tişt gotin: “Fatûreya min a gazê 662 TL, fatûreya min a avê jî 300 TL hatiye. Her du fatûreyên meha sibatê, yanî yên meha erdhejê ne. Her du jî yên 20 rojî ne. Ji ber xesara gihîştiye xanî, me niakribû biçe malê. Ji ber ku min nikaribû pereyê gazê bide, min xwest abonetiya xwe betal bikim. Lê ji bo betal bikim, divê heqê fatûreyê bidim. Kar tune tune ye. Bi ser de jî ev karesat çêbû, ez nikarim vî deynî bidim. Em her roj li kolanan in, cihekî ku em herinê tune ye. Ji ber ku pere di berîka min de tune ye, ez biçim ku, ez peya diçim. Ez nikarim nan bibim malê, îjar ez ê çawa heqê vê fatûreyê bidim?”
 
Welatiyê bi navê Şahîn Kaya jî bertek nîşanî van fatûreyên bargiran da û got ku ew naxwaze heqê fatûreyan bide dewletê. Kaya destnîşan kir ku bila heqê fatûreyan bê komkirin û ji bo welatiyên ji ber erdhejê mexdûr bûne bê xerckirin. Kaya da zanîn ku ji ber ku zivistan bûye sobeya ceryanê vekiriye û fatûreya wî 2 hezar TL hatiye û got: "Diviyabû di van mehan de fatûre nehatana." 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

18/07/2023
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
15:22 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike
14:43 Çalakgerên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hin bajaran hatin bibîranîn
14:18 Îdianameya Merdan Yanardag hate qebûlkirin
14:18 Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
13:43 Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
12:53 Di lêpirsîna kuştina Temel de hejmara girtiyan bû 3 kes