Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn

img
STENBOL - TÎHV’ê “Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan” a têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li 11 herêmên erdhejê parve kir. TÎHV’ê got: “Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn û bi awayeke eşkere ‘krîza rêveberiya krîzê’ hebû.” 
 
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di navbera 6 û 27’ê sibatê piştî erdhejê li herêmên erdhejê derketin holê raporek amade kir. Rapor ji 28 rûpelan pêk tê sernavên weke ; “Binpêkirinên Mafê Jiyanê”, “Ewlehiya Şexs”, “Azadiya Fikr û Xweîfadekirinê”, “Azadiya Civîn û Xwepêşandanan” û “Azadiya Xwebirêxistinkirin û Piştevaniyê” hebûn. 
 
DANEYÊN FERMÎ
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di erdhejê de heta 26’ê sibatê 44 hezar û 374 kesan jiyana xwe ji dest dane, 108 hezar û 68 kes birîndar bûne û 164 hezar û 321 avahî jî hilweşiyan, divê tavilê bên hilweşandin an jî xisareke mezin gihiştiyê. Bi domdarî wiha hat gotin: “Di erdhejê de binesaziya gelemperiya bajar û navçeyan têk çû û avahiyên cemaweriyê, nexweşxane, pergalên ragihandinê, xetên enerjiyê, rêyên bejahî û rêhesin, balafirgeh xisareke mezin gihiştê û nema dikarin bên bikaranîn. Jiyana xwezayî texrîb bû û ev karesata xwezayî veguherî karesateke mirovî.” 
 
ERDOGAN LI XWE MIKÛR HAT 
 
Bi domdarî di raporê de hate gotin ku ji ber ku rayedaran pêdiviyên zanistî nehatin bicihanîn, li hişyarî û rexneyên kesên pispor, zanist, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl nehat kirin, erdhej veguheriye karesatê. Rapor wiha dom kir: “Piştî erdhejê jî xeletiyên mezin hatin kirin, xemsarî, bêkoordînasyonî hebû. Ev jî sedemên vê karesatê ne.  Di dema erdhejê de xebatên lêgerîn-rizgarkirinê baş nehatin kirin, bêorganîzebûneke mezin hebû, dereng mudaxale hate kirin. Xebat, bi kêmek kadroyan û bêyî ekîbmanan hatin kirin. Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn. Pir bi eşkereyî krîza rêveberiya krîzê hate jiyîn. Vê jî hejmara mirî û birîndaran zêdetir kir. Erdogan, bi gotinên ‘di rojên ewil de kêmaniyên me çêbûn, heqê xwe li me helal bikin’ li xwe mikûr hat ku krîza rêveberiya krîzê heye ku bedeleke giran bi xwe re anî.”  
 
BINPÊKIRIN HATIN RÊZKIRIN
 
Di raporê de ev binpêkirin hatin rêzkirin:
 
“* Di mudaxaleya hêzên ewlekariyê de li herêmên erdhejê 3 girtî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. 
 
*Di encama îşkence û miameleya xerab a di bin çavan de kesekî jiyana xwe ji dest da. 
 
*Herî kêm li dijî 2 kesan hewldana lînçkirinê bû. 
 
*Di 9 bûyerên cuda de 17 kes rastî îşkence û miamaleya xerab hatin. Kesekî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 10 jî birîndar bûn. 
 
*Ji 1902 zarokên malbatên wan nediyar nasnameya 1820’an hat tespîtkirin û ya 82’yan jî nehat tespîtkirin. 
 
*Li herêmên erdhejê 22 rojnameger, 11 endamên hêzên ewlekariyê û 11 sivîl rastî mudaxaleyê hatin û di encamê de rojnamek birîndar bû 4 jî hatin binçavkirin. Her wiha destûr nedan rojnamegerekî biyanî bikeve welêt. 
 
*Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî 2 rojnameger bi îdiaya “Yekser agahiyên xelet parve dike” hatin girtin. 
 
*Di encama lêkolînên ser parvekirinên têkildarî erdhejê yên li ser medyaya civakî, derheqê 575 kesan de kiriyarî hatin kirin, 141 kes hatin binçavkirin û 27 kes hatin girtin. 
 
*RTUK’ê ji ber bernameya ‘Weşana Taybet a Karesata Mezin’ a Halk TV’ê û bernameya ’18 Deqîqe’ ya Tele 1’ê, 5 caran cezayê sekinandinê û cezayê pereyan da. 
 
*Ji ber bernameya ‘Forum’ a Tele 1’ê, ji ber bernameya ‘Rûpela Navîn’ a FOX TV’ê û ji ber bernameya ‘Meydana Gel’ a Halk TV’ê, cezayê pereyan li her sê kanalan birî. 
 
* Hêzên ewlekariyê mudaxaleyî 10 xwepêşandan û civînên aştiyane kirin û 246 kes bi îşkence û miamaleya xerab binçav kirin. 
 
*Welatî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û şaredarî yên ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom dikirin, 20 caran hatin astengkirin. 16 kes hatin binçavkirin, 6 kes bi awayekî keyfî ji azadiya xwe bêpar hatin hiştin, herî kêm yek jê rastî tundiya fîzîkî hat û li yekî jî cezayê pereyan hat birîn. 
 
*Hêzên ewlekariyê, qeymeqamtî yan jî AFAD’ê herî kêm 7 caran dest danîn ser alavên alîkariyê. 
 
*Di encama êrişa li dijî xebatên komkirina alîkariyan de herî kêm kesek bi çekê hat birîndarkirin. 
 
*100 TIR’ên Partiya Pêşerojê û 1500 kon, 8 TIR, 2 kamyonên alîkariyê, 30 konteynir û 120 jeneratorên HDP’ê hatin desteserkirin.”
 

Sernavên din

03/03/2023
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin