Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku bi girtina mutehitan, berpirsyariya desthilatdariyê ya erdhejê ji holê nayê rakirin û got: “Hûn nikarin sûcên xwe yên erdhejê veşêrin. Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna komê ya Meclîsa partiyê de axivî. Bûldan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Ez şifaya lezgîn ji bo birîndarên ku li nexweşxaneyê tedawiya wan didome, dixwazim. Dîsa di serî de Efrîn ji mirovên me yên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmet û ji xelkê Sûriyeyê re jî sersaxiyê dixwazim.”
 
‘EM Ê SEFERBERIYÊ MEZINTIR BIKIN Û BIDOMÎNIN’
 
Bûldan diyar kir ku bi Hevserokê Giştî Mîthat Sancar û hemû saziyên partiyê re, xebatên li herêma erdhejê dewam dikin û ev tişt got: “Em ê seferberiya mirovî ya ku me daye destpêkirin, mezintir bikin û bidomînin. Navenda me ya Koordînasyona Krîzê ji bo gihandina alîkariyan û pêçana birînan, şev û roj bê navber wê xebatên xwe bidomîne.”
 
‘HÛN NIKARIN XWE PAQIJ DERBIXIN’
 
Bûldan qala qotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir ku duh li Semsûrê ji mexdûrên erdhejê helalî xwest û wiha got: “Her çendî ku desthilatdariya siyasî hewl dide binixumîne, em dibînin ku hîna alîkarî di mîktara tê xwestin de nayê gihandina hewcedaran. Pêçana birînan li aliyekê, em dibînin ku ji bo normalîzekirina pêvajoyê û erdhejê bidin jibîrkirin, bi lez û bez ketine nava hewldanan. Ez ji vir dibêjim; hûn bi gotina yek-du rojên destpêkê kêmahî çêbûn, nikarin xwe paqij derbixin. Pirgirêk ne tenê yek-du roj, 23 roj in dewam dike.”
 
‘PEREYÊ KU WE BI ŞOVAN KOM KIR, LI KU YE?’
 
Bûldan pirsa pereyê bi kampanyayên alîkariyê hatine komkirin, kir û wiha bilêv kir: “Bi şovan alîkarî kom kirin. Çend roj derbas bûn, hîna li ortê ye ku ev alîkarî neşandine herêmê erdhejê. Ji ber ku pêwîstiyên lezgîn, roj bi roj zêdetir dibin. Em ji vir pirs dikin. Pereyên ku hatine komkirin, li ku ne.? Çima ne li herêma erdhejê ne? Hîna pêwîstiya lezgîn bi kon, sobe, xwarin, kel û pelên hîjyenî, derman, av û pêwstiyên din, heye.”
 
‘DEMILDEST RAKIRINA KAVILAN, RAWESTÎNIN’
 
Bûldan destnîşan kir ku li bajarên ku erdhej lê qewimiye bêyî derxistina cenazeyan, xebatên rakirina kavilan dimeşînin û got ku divê ev xebat were rawestandin. Bûldan wiha pêde çû: “Kon li cihên ji bajaran dûr, hatine danîn. Şert û merc hîna ne guncaw in. Hîna pirsgirêka lavaboyê ya bi deh hezaran mirovan nehatiye çareserkirin. Pirsgirêka tenduristiyê her ku diçe, zêde dibe. Navendên belavkirina alîkariyan hîna ne di wê asê de ne ku pêwistiyên welatiyan dabîn bike. Em bi xwe çûn û me bi çavê xwe dît ku pirsgirêkek mezin a organîzasyonê heye. Hîna bedenên bê can, di bin kavilan de hene. Divê demildest xebatên rakirina kavilan were rawestandin ku bêyî ku şert û mercê rêzdariya ji miriyan re were nîşandan tê meşandin. Divê destpêkê xwe bigihînin cenazeyan. Em car din desthilatdariyê ji vir hişyar dikin, rasterast ji cenazeyên winda hûn berpirsyar in.”
 
‘EM PIŞTEVANIYA MOR HÎN MEZINTIR BIKIN’
 
Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Fikar û tirsên welatiyan ên têkildarî pêşerojê, zêde dibin. Ji ber ku desthilatdariyê civak ber bi nediyarbûnek cidî ve bir. Kesên koç kirine, mexdûrên çûne bajarên din, têkildarî tiştên ku li pişt xwe hiştine bi fikar in. Ji bo jin, zarok, kal û astengdaran ev mexdûriyane hîn mezintir in. Hilweşîna herî mezin a vê erdhejê, bi serê jinan hat. Di serî de meclîsên me yên jinan, hemû rêxistinên jinan ji bo dabînkirina pêwîstiyan piştevaniyek girîng yanî piştevaniya mor bi rêve birin. Ez ji vir bang li jinan dikim ku vê piştevaniyê hîn mezintir bikin.
 
BERPIRSIYARÊ ZAROKÊN BÊREFAKAT WEZARET E
 
Dîsa raya giştî ya Tirkiyeyê ji ber mijara zarokên bêrefakat di nava metirsiyekê de ye. Ev zarok li ku ne? Divê ev îktidar bersiva vê pirsê bide. Ez bi taybet saziyên wekî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û saziyên eleqeder hişyar dikim. Çavên me li ser we ye. Ev zarokana di bin berpirsiyariya we de ne. Ji tiştên wê bên serê wan di destpêkê de wezaret berpirs e. Em ê jî wekî HDP'ê şopdarê vê pêvajoyê bin. Divê raya giştî di vê mijarê de hestiyar tev bigere. Ji bo Komîsyona Bin a Mafên Zarokan ya di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM'ê de hat avakirin, demildest kom bibe hevalên me daxwazname dan. Divê meclîs rewşa zarokan bîne rojeva xwe û berpirsiyariya xwe bîne cih. 
 
DERIYÊN EFRÎNÊ JI SAZIYÊN AZAD RE VEKIN!
 
Piştî erdhejê ji Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye xeberên xweş nayên. Nûçeyên ku alîkarî ji aliyên çeteyan ve tên girtin li ser raya giştî hatin parvekirin. Li vir em jî bang dikin. Divê deriyê Efrînê demildest ji saziyên alîkariyê, çapemenî û rêxistinên şopandinê re bên vekirin. Ne dîrok ne jî gel wê kesên ji mirovahiyê re derî digirin, efû nekin. 
 
ALÎKARÎ JI ALIYÊ AFAD'Ê VE HATIN ASTENGKIRIN 
 
Me dît ku di astengkirinan de sînoran nas nakin me bi çavên xwe dît. Ji Bakurê Îrlandayê, Îtalya, Swîsre, Elmanya, Îspanya û gelek welatên Ewropayê tora alîkariyê hat avakirin. Konên ji bo bi sed hezaran mexdûrên erdhejê re hatin şandin, tûlûmên xewê, xurek û gelek pêdiviyên din ji aliyê AFAD'ê ve hatin astengkirin. AFAD li ser konan kirin qeyûm. Li ser alîkariyên ku hatibûn rûniştin û wekî ku wan ev alîkarî kiribin nîşan dan. Îktidara ku ev tiş kir pirtûka nebaşiya organîzekirî ya di erdhejê de nivîsand. Ev ê tu carî neyê jibîrkirin. 
 
EM Ê BIRÎNÊN XWE BI PIŞTVANIYÊ BIPÊÇIN
 
Erê, em ê di vê pêvajoyê de ji bo hemû birîn bên pêçandin piştevaniya civakî hîn mezin bikin. Hilweşandin tenê li 10 bajarî pêk nehat. Li hemû welatî pêk hat. Ev birîn birîna hevpar a me hemûyan e. Ji bo tora piştevaniyeke mayinde em ê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Encax em hevdu bikaribin rizgar bikin. Em ê hêsirên xwe bi hev re paqij bikin. Em ê birînên xwe yên xwîn dibin bi hev re baş bikin. 
 
JI BO ÎKTIDARÊ QÎMETA JIYANA MIROVAN TUNE YE
 
Ya ku jiyan û siberoja me di bin kavilan de hişt ne erdhej, pergala talanê ya qîmetê nade jiyana mirova ye! Sîstema ku AKP-MHP kiriye bela serê vî welatî bû sedema bingehîn a vê felaket û qeyranê. Amadekariya ji bo erdhejê, mudaxaleya lezgîn a di dema erdhejê de xalên jêneger ên vî welatî ne. Lê belê ev tedbîr nehatin girtin. Çimkî ji bo îktidarê qîmeta jiyana mirovan tune ye. Ji bo îktidarê ya girîng îtibara ewan e, evîna wan a paldankê ye. 
 
WELAT DI ŞÎNÊ DE YE HIKÛMET DIÇE ÎHALEYÊ
 
Em bi hilweşîneke ku jî îtîbarê teseruf nake lê ji kon û alîkariyê tesaruf dike re rûbirû ne. Digel ku êş û azar berdewam dikin, me careke din dît ku hikûmet dîsa ketiye pey rantê û bi rakirina kavilan re dixwaze bingehê hilbijartinê dayne. Hayê me ji wan hemûyan heye. Bi biryarnameya ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hat derxisitn, destûr dan Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ku qadên daristan û çandiniyê ji rantê re veke. Bi vê re dixwazin dest bi talaneke nû bikin, talan bikin. Bi hemû biryarên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine derxistin dixwazin erdhejê ji bo xwe veguherînin fersendê.
 
LI ŞER XERC DIKIN NE LI DIJÎ ERDHEJÊ
 
Bi baca ku ji bo erdhejê digirin a li dora  40 milyar dolar dikarin ewlehiyê ji bo erdhejê bigiin û avahiyên qehîm ên bi erdhejê hilneweşin dikarin çêbikin.  Me di erdhejê de careke din dît ku ev pere ne ji bo parastin û rizgarkirina jiyana gel, ji bo projeyên rantê xerc kirine. Di şer de xerc kirine û berdewam dikin. Dema ku karesata erdhejê berdewam dikir, bombekirina Şengalê jî berdewam kir.  Em bi hikumeteke ku di bedêla çavkaniyên welat ji bo gel bi kar bîne lê ji bo şer bi kar tîne re rûbirû ne.  Ew ji van pêkanînên dijmirovî ên li hemberî gel berpirs e.
 
PERE DI KAMPANYAYÊN XWE YÊN SIYASÎ DE BIKARANÎN
 
Me dît ku mirov di bin navê efûya îmarê de di avahiyên riziyayî de çawa terkî mirinê kirin. Em bûn şahid ku pereyên di efûyên îmarê de komkirine jî di kampanyayên xwe yên siyasî de bikaranî ne. AFAD’a ku peywîra wê lêgerîn û rizgarkirine ye veguherandin saziyeke ku derveyî armanca xwe bi tayînkirinên nebaş hate bikaranîn. Derket holê ku budçeya saziyê ji bilî xerckirinên afete ji bo armancên din tê bikaranîn. Xerckirina Afetê 3 milyar lîreye lê ya ji bo avahiya xizmetê hatiye bikaranîn 2 milyar û nîv e. Saziyeke ku divê çavkaniyan ji cihazên erdhejê re veqetîne veguherandin saziyeke pere di xebatên danasînê de xerc bike. Ji ber vê hişmendiya rêveberiyê di serî Hatayê AFAD karî roja 3’yan 4’an biçe herêmên erdhejê. Me dît ku ew jî bi personelên kêm pêk anî. Berpirsyarê vê Wezareta ku girêdayî wê ye û rast e rast Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ye. Desthilatê gel di bin kavilan de hişt terkî sarma û birçîtiyê kir. 
 
Wan ew wekî pergaleke ku biryarên bilez dide derxistin pêş. Leza wan hat dîtin. Piştî 72 saetan karîbûn bikevin herêma erdhejê. Lê di reşkirina ekranan de, di qedexekirinê de, di tehdîtkirinê de, astengkirina medyaya civakî de, di tayînkirina qeyûmên ji bo hevgiriyê de qet dereng neman. Ji vê qet paş ve neman. Di xelaskirina mirovan de nînin lê me dît ku di dijminatiyê de tam bi rêxistinin û piştevanî asteng kirin. Ji bo ku zanîngeh nekevin nava piştevaniyê ji perwerdehiyê re girtin. Ji ber ku em bi desthilateke dijminê perwerdehî û zanîstê ye re rûbirû ne. Xwendekarên zanîngehê bi rojane qîr dikin ku zanîngeh bên vekirin û perwerdehiya xwe temam bikin. Em jî ji vir bang dikin. Zanîngehan demildest vekin. Bi pêşeroja xwendekaran neleyizin. 
 
DI BÊRÛTIYÊ DE SÎNOR NÎNE
 
Me di vê erdhejê de bêrûtiya sedsalê dît, em bûn şahidê bêşermbûna sedsalê. Hestê şermbûnê di van de nîne. Kes nizane herî dawî van kengî şerm kir. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da nêzî 50 hezaran bû, bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne. Bêyî ku berpirsyariyê bigirin hêj salekê jî dixwazin. Di bêrûtiyê de sînor nîne. Bi deh hezaran kes di bin kavilan de man. Serokê Giştî yê AKP’ê tê helaliyê dixwaze. Ev gel heqê xwe li we helal nake. Gel bi sedemê we jiyana xwe ji dest da hêj hûn dixwazin çi bide? Berpirsê bi hezaran canên we di bin kavilan de hiştin hûn in! Kesên alîkarî asteng kirin hûn in. Hûn neçarin hesabê bidin gel. Hûn nikarin ji dengên ‘hikumet îstîfa’ re guhên xwe bigirin. Tune hesibînin. Yekane tişta ku hûn bikin îstîfa kirine. 
 
EM DIBÊJIN TIRKIYEYEKE BÊ AKP Û MHP 
 
Hevkarê hikumetê yê biçûk derdikeve dibêje bila mac bê alîgir bên lîstin. Yekane tişta dizanin qedexekarî ye. Maçên bê alîgir, siyaseta bê mûxalîf, avahiyên bê kontrol, hilbijartina bê hilbijêr, zanîngehên bê xwendekar, medyaya bê ekran… Em jî dibêjin Tirkiyeyeke bê AKP û MHP. Tirkiyeyeke bê rant, kedxwarî, derew, talan û şer. Em ê bi şandina desthilatê dest bi dermankirina birînên vê felaketê bikin. Şertê amadebûna erdhejê ew e ku di zûtirîn demê de ji desthilatdariya AKP-MHP'ê xilas bibin. Yek ji rojevên herî girîng ew e ku em welat ji vê pergala darbekar xelas bikin. 
 
KÊM MA WÊ EV PERGALA KABÛSÊ BIQEDE 
 
 Tora me ya piştgiriya civakî, rêxistinên civakî yên sivîl û însiyatîfên herêmî, ku sîstema yek zilamî derbas dikin, hêz û enerjiyeke girîng a avakirina sîstemeke nû derdixîne holê. Hêvî û hêza ku Wê Tirkiyeyê ji pergala yek zilamî derxe ev e. Bi vê hêzê, bi vê hevgirtinê re em ê hem birînên xwe bi hev re derman bikin, hem jî bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Em bi hêz, rêxistiniya civakî, wêrekî û biryardariya xwe bawer bikin. Hindik ma wê ev pergala kabûsê kû bûye belaya vî welatî wê biqede!” 
 
 

Sernavên din

30/06/2023
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin