Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?

  • rojane
  • 11:17 23 Sibat 2023
  • |
AMED - Mexdûrên erdhejê yên li Amedê bêmal mayîn gotin ku naxwazin biçin “Konbajarê” ku Walîtiya Amedê li kêleka Çemê Dîcleyê çêkirî û hewl dide mexdûrên erdhejê bi darê zorê lê bicih bike dan û wiha gotin: “Cihê konbajar lê hatiye çêkirin, cihekî xetere ye. Em di erdhejê de nemirin lê dê li wir bimrin.”
 
Di encama erdhejên Mereşê de li Amedê 7 avahî hilweşiyan û cenazeyên 409 kesan hatin derxistin. Piştî erdhejê li ser 45 hezar û 149 avahiyan lêkolîna tespîtkirina xesaran hate kirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku ji van avahiyan hezar û 110 jê xesareke mezin gihiştiyê, hezar û 44 jê nîvxesar û 977 jî kêmxesar in. Bi dehhezaran kes bêmal man û niha jî pirsgirêka cihê mayînê û xurekan dijîn. Mexdûrên erdhejê li konên park û baxçeyan hatine vegirtin û li dibistanan dihewin. Niha jî dewlet hewl dide ku mexdûrên erdhejê bi darê zorê veguhezîne “Konbajarê” li qeraxê Çemê Dîcleyê hatiye avakirin. 
 
Mexdûrên erdhejê yên di konên li Qada Kentê ya Peyasê hatine vedan de dimînin, diyar kirin ku naxwazin biçin “Konbajarê” ku ji hêla qeyûm ve hatiye çêkirin û gelek xetere li ser hene. 
 
GELEK XETEREYÊN ‘KONBAJAR’ HENE 
 
Welatiya bi navê Hediye Gezer da zanîn ku xesareke mezin gihiştiye xaniyê wan, nikarin vegerin mala xwe û wiha bal kişand ser xetereya konbajar: “Hevjînê min ev 3 sal in li ser kursiya biteker e û ji ber nexweşiya şekirê lingekî wî hatiye birîn. Hevalên me ji me re daîreyek kiribûn lê ew jî çû. Em niha li derve mane. Li gel 2 zarok û hevjînê xwe em di bin konan de dimînin. Niha jî dixwazin me ji vir bibin konbajarê li ser rêya Farqînê. Gelo heke deriyê bendavê vebe em ê xwe çawa xelas bikin? Em naxwazin ji vir biçin.” 
 
EM DI ERDHEJÊ DE NEMIRIN LÊ... 
 
Ji welatiyan Îkram Kaçer jî ji ewil pirsa “gelo bi kîjan aqilî konbajar li qeraxê çem çêkirine” kir û berteka xwe wiha nîşan da: “Em di erdhejê de nemirin lê dê li wir bimrin. Heke bendav biteqe dê tevahiya gel bimre, dê tu kes nemîne. Ma dê kî biçe wê derê? Em di erdhejê de nemirin lê dê li wir ji ber lehiyê bimirin. Ma li Amedê ji bilî wê derê tu cih nemabûn? Dê kî di vê sermayê de biçe wê derê. Kê ev aqil daye wan? Ez ê li parkê razêm lê naçim wê derê.” 
 
BERPIRSYAR AFAD E 
 
Bedîha Bayirhan jî yek ji mexdûrên erdhejê yên Rihayê ye û berê xwe daye Amedê. Bayirhan, destnîşan kir ku naxwaze biçe konbajarê li qeraxê çem û sedema wê wiha vegot: “Ew der xetere ye. Heke ez biçim wê derê, wesayîta min tune ye. Ez keseka biyanî me û heke tiştek bibe dê çawa ji wir birevim. Heke li wir tiştek bi zarokan bibe berpirsyarê wê AFAD e.” 
 
‘HEKE ŞAREDARÎ DI DESTÊ KURDAN DE BÛNA DÊ REWŞ WIHA NEBÛYA’ 
 
Nûrîban Yavuz jî tevî keça xwe ya astengdar di bin konê de dimîne. Yavuz, bi lêv kir ku ji vê saetê û şûnde tekane daxwaza wan ew e ku cihê wan neyê guherandin. Yavuz, diyar kir ku keça wê astengdar e û wiha derbirî: “Qet nebe ev der nêzî navenda bajar e. Em kurd in û mîna di her erdhejê de, em kurd di vê erdhejê de jî bi tenê hatin hiştin. Em biçin ber kîjan derî, ew derî li ser me tê girtin. Konbajarê behsa xeberê gelek xetere ye. Nêzikatiya wan a li dijî me, ji ber kurdbûna me ye. Tu saziyên dewletê alîkarî nedaye me. Heke şaredarî di destê kurdan de bûna dê ev rewş derneta holê. Em îro nikarin biçin şaredariyan û derdê xwe jê re vebêjin. Heke di destê kurdan de bûna qet nebe dê ji derdê me re bûbûna derman.” 
 
‘ME TU RAYEDAR NEDÎTIN’
 
Welatiya bi navê Azîze Kurt jî got ku ev 18 roj in hêj jî pirsgirêka cihê mayînê dijîn û ev tişt anî ziman: “Tu kesê li vê derê naxwaze biçe wê derê. Ewlehiya me dikin hincet lê ma ewlehiya wiha çawa dibe? Tu kes li dora me nîne. 3 hezar kon li wir hatine vedan. Ma qet nabêjin nexweşî hene? Em naxwazin biçin. Ev bû 3 şev ez li ser bankê radizêm û hêjta betaniyek jî nedayîne min. Ji walî heta qeymeqam û serokkomar, kî hatibe vê derê me qet rûyê wan nedîtiye. Nehiştin em nêzî wan jî bibin.” 
 
‘DÊ ME DI LEHIYÊ DE BIKUJIN’
 
Jina bi navê Nerîman jî daxuyand ku tu avahiyeke lê vegerin tune ne û axaftina xwe wiha qedand: “4 zarokên min hene ku ji wan yek nexweşê otîzmê ye. Dibêjin ku dê me bişînin konbajarê li ser rêya Farqînê. Ev der, navenda bajar e. Hevjînê min dixebite û tu wesayît naçin serê wî çiyayî. Taksî ji 250-300 lîreyan kêmtir naçin wê derê. Ez nikarim zarokên xwe li vê derê bigirim. Heke deriyên bendavê vebin dê çi bi zarokên me bibin? Dê hewcehî bi kifin jî neke ji ber ku em ê di lehiyê de bimirin.” 

Sernavên din

23/06/2023
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin