'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’

  • rojane
  • 10:27 16 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Hiqûqnasan got ku hewldan heye ku li herêmên erdhejê li dijî penaberan gotinên nefretê pêş bixin û bi vê yekê re pêşî li ber bertekên li dijî berpirsyaran bigirin. Hiqûqnasan got; “Dê nekarin bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan xwe ji berpirsyartiyê rizgar bikin.” 
 
Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de bi giştî 35 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes birîndar bûn û gelek kes jî hêjta di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Rêveberiya Koçberiyê bi daxuyaniyekê got ku li herêmên erdhejê nêzî 2 milyon penaber dijîn lê belê nehat parvekirin bê ka di erdhejê de ji wan çend kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Piştî erdhejê, gel xwe bi xwe hewl dide birînên xwe derman bike. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag di rewşa herî giran a erdhejê de bi gotina “Talanê dikin” penaber hedef girt û bi vê gotina xwe xetereyeke mezin li ser penaberan çêkir. Piştî vê gotinê, hinek komên nîjadperest ên li herêmê rahiştin çekan. Di 11’ê sibatê de jî li Hatayê bi îdiaya “talanê” bi ser malekê de hate girtin û welatiyê bi navê Ahmet Gureşçî yê sûriyeyî birin Qereqola Cendirmeyan a Altinozuyê û di encama îşkenceyê de hate qetilkirin. 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Fatîh Aydin û endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ahmet Baran Çelîk ku tundî û îşkenceya li dijî penaberan dişopînin, dan zanîn ku piştî ku hinek partiyên siyasî penaber hedef nîşan dayîn bûyer dest pê kirine. 
 
‘BERPIRSYAR DEWLETE’
 
Aydin, da zanîn ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve çûne herêmê û ji bo berpirsyar bên dîtin têkoşiyan e. Bi domdarî Aydin ev tişt anî ziman: “Piştî gotinên tundî û nefretê, li herêmê alozî derket. Tenê mitehitan weke berpirsyar dibînin lê ev yek rast nîne. Bi sala ye dewletê li vir tu tevdîr negirtin. Lewma jî berpirsyarê sereke dewlet bi xwe ye. Hewl didin vî sûcî bêxin stûyê mitehitan. Lê ev rewşeke piralî ye. Baş e lê van mitehitan destûr ji kê girtiye? Kîjan midûriyetên îmarê derfet da avakirina van bajaran. Efûya îmarê çawa derket? Berpirsyarên sereke ev in.” 
 
DIVÊ HESAB WERE PIRSÎN
 
Di berdewamê de Aydin da zanîn ku hinek rêxistinên hiqûqê, Wezareta Dadê û Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) li herêmê hiqûqnas, avahîsaz û endezyar bicih kirine da ku li avahiyên hilweşiyayîn lêkolînê bikin û nimûneyên wan bigirin. Aydin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parêzeran piştî erdheja 17’ê Tebaxa 1999’an a li Marmarayê û erdheja Îzmîrê, roleke girîng lîstin. Ji ber van erdhejan xwedî tecrûbe ne ku berpirsyaran derxînin holê û hesabê jê bipirsin. Niha jî parêzer di mijara girtina mînakên kolon, kîrîş û avahiyan de roleke çalaka dilîzin. Hevalên me ji bo berpirsyaran derxînin holê têkoşîneke mezin didin.” 
 
ÎŞKENCEYA POLÎS Û LEŞKERAN
 
Parêzer Aydin, destnîşan kir ku bi erdhejê re di carekê de penaber hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Hinek kesên ku ji bo nêçîra mirovan li herêmê hatine şandin ku kes nizane kî ne, kê şandine û armanca wan çi ye, her kesên li kolanê bi îdiaya ku sûriyeyî ne hedef digirin. Ev kiriyar, piştî gotinên nefretê dest pê kirin. Piştre jî veguherîn lînç û kuştinan. Bêyî ku piştrast bikin bê ka kesek ‘talanker e’ yan na, lê dixin, îşkence dikin û dîmenên wan parve dikin. Jixwe niha li herêmê kaos heye. Em di dîmenan de dibînin bê ka hêzên ewlekariyê çiqas ewlehiyê diparêzin. Me dît ku polîs mudaxeleyî hewldanên lînçkirinê nakin. Di dîmenên ku 3-4 kes hatine kuştin û li erdê dirêjkirî de polîs jî xuya dikin. Lê tu mudaxaleyê nakin. Lewma li gorî me ew jî çavên xwe lê digirin. Di raya giştî de jî eşkere bû ku hêzên ewlekariyê tev li bûyerên tundî, îşkence û mirinan bûne. Em van dozan dişopînin.” 
 
JI BO SERLÊDANAN BANG LI MEXDÛRAN KIR 
 
Bi domdarî Aydin, bi lêv kir ku ji ber dîmenên îşkenceyê yên hatine parvekirin serlêdana sûc kirine û ev tişt anî ziman: “Me derheqê hemû peywirdarên ku divê pêşî li ber îşkenceyê bigirin, gilî kir. Em dixwazin ku her kesê rastî gotinên nefretê û îşkenceyê hatin serî li me bidin. Bêyî ku xwe paşve bidin bila serlêdanan bikin.” 
 
‘HEWL DIDIN ROJEVÊ BEREVAJÎ BIKIN’
 
Parêzerê OHD’î Ahmet Baran Çelîk jî daxuyand ku li gel mitehitan, her wiha kesên destûra avakirina avahiyan dayîn jî ji hilweşîna heyî berpirsyar in û axaftina xwe wiha qedand: “Her kesê ku destûr dayî û yê ku li gorî usûlê venêrîn nekirî jî berpirsyar e. Di vir de Wezareta Karên Hundir, şaredarî, walîtî û hemû qedemeyên têkildarî ên dewletê berpirsyar in. Êrişên nîjadperest ên li herêmê erdhejê, piştî ‘sorkirinê’ hatin destpêkirin. Di halê hazir de rojeva her kesî erdhej, mirina mirovan û berpirsyarên vê hilweşînê bûn. Lê di carekê de rojev guherandin û kirin penaber û êrişên li dijî wan. Bi vê yekê re xwestin rojevê berevajî bikin û biguherînin. Li gorî min bi zanebûn kirin. Berpirsyarên vê jî nûnerên partiyên siyasî û dewlete. Her wiha çapemeniya alîgir e ku êriş bêhtir sor kirin. Bala her kesî di carekê de guherandin. Di çende rojên dawî de ji erdhejê, kesên jiyana xwe ji dest dayîn û kesên di bin kavilan de zêdetir, mijar bûye penaber. Îşkence dikeve çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê. Her wiha demborîna îşkenceyê tune ye. Lewma jî divê dewlet lêpirsînê veke û berpirsyaran bidarizîne. Tenê bi vî awayî dikare rê li ber were girtin. Lê mixabin li şûna vê, bêhtir teşwîq dikin.” 
 
 MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

11/06/2023
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e