Divê xebatên rakirina kavilan di kîjan mercan de bên kirin?

  • rojane
  • 13:11 15 Sibat 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Sekreterê ÎKK’a TMMOB a Îzmîrê Aykut Akdemîr bertek nîşanî bikaranîna makîneyên kar ên mezin a di rakirina kavilan de da û wiha got: “Divê di dema lêgerînan de ekîpment û kamerayên termalê yên deng dibihîsin bên bikaranîn. Piştre dikarin dets bi xebatên rakirina kavilan bikin.” 
 
Li gel ku hêj jî li herêmên erdhejê bi hezaran kes di bin kavilan de ne, xebatên rakirina kavilan hatin destpêkirin. Sekreterê Koordînasyona Bajar (ÎKK) ê Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) ê Îzmîrê Aykut Akdemîr bertek nîşanî xebatên rakirina kavilan da û yek bi yek vegot bê ka divê ev xebat çawa bên kirin. 
 
BÊBERPIRSYARTIYA AFAD’Ê
 
Akdemîr got ku bi hilweşînê re diyar bû ku Tirkiye ji bo erdhejan amade nîne û ev tişt anî ziman: “Diviya bû di dema karesatê de saziyan xwe birêxistin bikira. Lê mixabin sazî girêdayî AFAD’ê kirin. Ji bo mudaxelekirina karesatên xwezayî kesek xwe li benda fermanê nagire. Divê ev tevek ji berê ve hatibin plankirin. Kesên di qada xwe de pispor neşandin herêmên erdhejê. Asta erdhejê 12-13 saet piştre hatin hîskirin. Kesên diviyabûn tavilê destwerdanê bikin, li balafirgehan hatin sekinandin. AFAD’ê berpirsyartiya xwe bi cih ne anî û 48 saetan piştre mudaxele kir.”
 
'DIVÊ KAMERAYÊN TERMAL BÊN BICIHKIRIN’
 
Akdemîr, da zanîn ku xebatên rakirina kavilan bi du aliyan ve tên kirin û wiha got: “Yek ji van divê aliyê teknîkî bên hesabkirin û ya din jî aliyê mirovî bê hesabkirin. Divê di navbera van de hevsengiyek hebe. Mirov li ser kavilan li benda xizmên xwe ne. Kesek nikare ji wan re bibêje ‘bêhêvî bin.’ Divê di dema xebatan de ekîbmanên ku deng tespît dikin û kamerayên termal bên bicihkirin. Piştî van xebatan dikare xebatên rakirina kavilan bên destpêkirin. Heta roja 8’an jî hinek kavilên hêj xebat li ser nehatine kirin hene. Hevalên me li qadê ne û hewcehî bi kamerayên termalê hene. Lê AFAD dibêje; ‘di vî avahî de tu kes nîne.’ Ji kesên ser kavilan disekinin re dibêjin ‘em van kavilan radikin, ji wir herin.’ Li wir hêj jî mirov hene û divê xebat bên kirin piştre dest pê bikin. Her wiha bi makîneyên kar re kavil nayên rakirin. Li wir hêj jî mirov hene. Dibe ku miribin lê divê mirov ji bo cenazeyên wan rêz bigire. Divê ew cenaze yek parçe bên derxistin. Divê cenaze bikontrol bên derxistin.”
 
'DIVÊ KAVIL BÊN QEYDKIRIN’
 
Herî dawî jî Akdemîr wiha got: “Bi rakirina kavilan re hewl didin gelek binpêkirinên mafan veşêrin. Dema avahî hildiweşe, gelek parametreyên hilweşîna wî hene. Beton tenê yek ji wan e. Divê kavil bên qeydkirin. Bi vî awayî rakirina kavilan, tiştekî rast nîne. Pêvajoya rakirina kavilan, pêvajoyeke zehmet e û peywendiyên me bi Baroya Îzmîrê re hene. Gelek binpêkirinên mafan ên giran tên kirin. Me êdî daye ser nirxên însanî. Rewşa cenazeyên li wir û êşên xizmên wan berçav e lê em neçar dimînin ku pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.” 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

11/06/2023
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e