‘Tîp’ên ku rojê nabînin: Ji Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû

  • rojane
  • 10:06 15 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, girtîgehên bi tîpên F, S û Y’yê ketin meriyetê. Ev tîpên ku ji Îmraliyê dest pê kirin û li hemû girtîgehan belav bûn, ne rojê dibînin û ne jî girtî dikarin hev bibînin. Rêxistinên mafan ên ku girtîgehan ji nêz ve dişopînin dibêjin ku ev tîp bi taybet hatine dîzaynkirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku bi şêweyeke taybet hatiye dîzaynkirin. Ocalan, ev 24 sal in di hucreyekê de tê ragirtin. Piştî ku Rêberê PKK’ê anîn Tirkiyeyê, Pergala Girtîgan a Tîpa F ku ji hêla Wezareta Dadê ve di sala 1997’an de projeya wê hatibû çêkirin, di 19’ê kanûna 2000’an de bi “Operasyona Vegera Jiyanê” ku bi tevlibûna 10 hezar girtiyan hatibû lidarxistin û komkujî hatibû kirin, kete meriyetê. Li tîpên F ên ku 1 an jî ji 3 kesan pêk dihat niha jî tîpên S û Y lê hatin zêdekirin. 
 
Piştî girtîgehên tîpa F, di sala 2021’an de li Antalya, Manavgat, Îdir, Bodrum û Samsunê 5 girtîgehên bi tîpa S hatin avakirin ku hucreyên wê ji yek kesî û ji 3 kesan pêk tê hatin avakirin. Piştî tîpên S ku ji bajaran dûr û çûyîna wê derê zehmet hatine çêkirin, îcar jî bi awayekî bêdeng û veşarî dest bi avakirina girtîgehên bi tîpa Y’yê hat kirin. Li gel Edene, Antalya, Burdur û Kirşehîrê, her wiha li 6 bajaran girtîgehên bi tîpa Y’yê ketin dewrê. Ev girtîgeh wisa hatin avakirin ku girtî bi tu awayî nikarin hev bibînin. Girtîgeh ji 3 qatan pêk tê û girtî bi tu awayî hev nabînin. Di van girtîgehan de li her qatê kesekê tê ragirtin. Gelemperî bi giştî 400 kesên cezayê “Muebbeta giran” lê hatiye birîn û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “talûke” hatine girtin lê tên ragirtin. Girtî nikarin sihbetê bikin û ji aktîvîteyên weke spor û atolyeyê jî hatine tecrîdkirin. Di van tîpan de hucreyên ku girtî pir zehmet dikarin peywendiyan danîn û rojê nabînin. 
 
Nûnerê yê Di Girtîgehê de Cezayê Muebbeta Giran lê Hatiya Birîn ê Komeleya Rêxistina Civaka Sivîl a di Pergala Girtîgehan de (CÎSST) Heval Zelal Avci, Hevserokên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Demîr û Mehmet Şafî Erol, têkildarî girtîgehên bi tîpên S û Y yên ku li Îmraliyê dest pê kirin û li hemû girtîgehan belav bûn û sepanên tecrîdê bi ajansa me re axivîn. 
 
BI TAYBET HATIN DÎZAYNKIRIN
 
Nûnerê CÎSST’ê Heval Avci bal kişand ser daneyên Wezareta Dadê û da zanîn ku niha li Tirkiyeyê 9 girtîgehên bi tîpa Y’yê hene. Avci, diyar kir ku mîmariya van tîpên girtîgehan li gorî mîmariyên girtîgehên din “taybet e” û wiha got: “Girtîgehên bi tîpa Y’yê 3 qat in û berevajî rojê hatine avakirin. Weke mînak, odeyên li qata jêr bi tu awayî rojê nabînin. Girtiyên li van girtîgehan bi tu awayî nikarin hev bibînin. Girîgehên li vê derê hatine çêkirin gelemperî ji bo ku girtî hev nebînin hatine çêkirin.” 
 
Avci, bal kişand ser hucreyên ku li van tîpan hatine çêkirin û paceyên ku rojê nabînin û ev tişt anî ziman: “Girtiyan ji me re gotin ku ev pace pir biçûk in û ceyran xistine. Girtî hem ji tavê û hem jî ji hewayê paqij tên mehrûmkirin. Girtî jî nikarin hev bibînin û mercên wan pir girantir in. Ev yek dike ku ode pir zêde ritûbet bigire. Ev rewş dike ku nexweşiyên hilmijînê di girtiyan de çêbibin. Di hinek girtiyan de semptomên psîkolojîk tên dîtin. Lêkolînên beriya niha hatine kirin jî van agahiyan piştrast dikin. Ji ber ku mirov hebûnekî biyolojîk û psîkolojîk e. Dema pêdiviyên xwe yên civakî û zîhnî pêşwazî nekirin, rê li ber semptomên psîkolojîk vedike.” 
 
LI GORÎ PMME’YÊ ÎŞKNENCE YE
 
Heval Zelal Avci got ku ev rewş “binpêkirin e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ev yek li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) îşkence ye. Gelemperî girtiyên ku cezayê mubbeta giran lê hatiye birîn li van girtîgehan tên ragirtin û tevek jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Rewşa wan a girtinê cudatir e. Weke mînak; dikarin tenê saetekê derkevin qada hewadariyê. Nikarin pêdiviyên xwe yên civakî pêşwazî bikin. Mercên ku tê de tên ragitin ne li gorî mercên PMME’yê ne. Tirkiye aliyekî vê peymanê ye lê bi cezayê muebbeta giran re vê peymanê binpê dike. Li gorî agahiyên girtiyan dane, zêdetir kesên cezayên muebbeta giran lê tên ragirtin lê her wiha girtiyên ku bi odeya ewlekariya bilind jî li wir tên ragirtin.” 
 
BINPÊKIRIN JI SEDÎ 100 ZÊDE BÛN
 
Bi domdarî Avci da zanîn ku weke CÎSST’ê daneyên binpêkirinên li girtîgehan berhev dikin û wiha domand: “Binpêkirinên di sala 2022’yan de li gorî salên din ji sedî 100 zêde bûn. Li gorî me sedema vê jî girtîgehên bi ewlekariya bilind in. Bi darê zorê girtiyan dişînin van girtîgehan, dest danin ser hemû alavên wan, alavên wan lê nayên vegerandin û gelemperiya girtiyan dişînin cihên ku bo malbata wan dûr. Nahêlin bi malbatên xwe re jî hevdîtinê bikin. Di nava vê salê de girtî ji hêla aborî ve jî pir zehmetî kişandin. Ji bo gelek girtiyan fatûreyên ceyranê yên pir zêde hatin birîn. Her wiha bihayê tiştên kantînê pir zêde ne. Dikarin saetekê derkevin cihê hewadariyê. Di girtîgehên tîpa Y’yê de ji bo hewadariyê dibin beşeke cuda. Di mijara pirtûk, rojname û kovaran de zehmetiyên mezin dijîn. Dibêjin ku kanalên televîzyonê pir bi sînor in.” 
 
JI ÎMRALIYÊ BELAV BÛ
 
Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr jî got ku sepanên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekser girêdana xwe bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heye û ev tişt anî ziman: “AKP-MHP’ê, tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav kir. Em dixwazin ku ji ewil xwedî li Abdullah Ocalan bê derketin. Heke me bikariya tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin, dê tecrîda li tevahiya girtîgehan jî bê bidawîkirin. Îktîdar dixwaze di sala 2023’yan de 20 girtîgehên nû çêbike. Sedema zêdekirina hejmara girtîgehan jî îzolekirina civakê ye. Girtîgehên bi tîpên S û Y ku di dema AKP’ê de hatin çêkirin, projeyeke li dijî girtiyên siyasî ye. Ji bo ku rejîma xwe bidomîne, van rêbazan ji bo tirsandin û jihalxistinê bi kar tîne. Gelên Tirkiye û Kurdistanê li dijî van hewldanan bêdeng nînin û têdikoşin. Divê tevahiya civakê piştgiriyê bide vê têkoşînê.” 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Her wiha Hevserokê MATUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê mijara “hiqûq” û “wijdanê” ye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi tecrîda li Îmraliyê re sûcekî mezin tê kirin. Tecrîd ne tenê li ser birêz Abdullah Ocalan lê li tevahiya civakê tê ferzkirin. Hemû kesên ne alîgirên AKP û MHP’ê, niha tên tecrîdkirin. Her wiha tecrîda li Îmraliyê niha bandorê li tevahiya girtîgehan dike. Armanca vê tecrîdê jî ew e ku birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd bêdeng bikin. Tevahiya cîhanê bû şahidê têkoşîna gelê kurd. Kurd kirine çar parçe. Kurdên li her çar parçeyan jî girêdayî Abdullah Ocalan e. Her wiha li her çar parçeyan jî şerek heye. Tenê birêz Abdullah Ocalan dikare rê li ber vî şerî bigire. Heke guh bidin birêz Abdullah Oalan, dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Di serî de gelê kurd, banga min ji bo tevahiya derdorên çepgir-sosyalîst ew e ku li dijî tecrîdê têbikoşin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

08/06/2023
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'