Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv

  • rojane
  • 09:14 14 Sibat 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Îbrahîm Îzgî ku li gel Bubo Taş ê li dijî tecrîdê xwe şewitandî li tugaya leşkerî hatibû îşkencekirin û li girtîgehê li ber xwe dabû diyar kir ku Taş bi çalakiya xwe re kesên ketine nava rehawete ji xewa xwe hişyar kirine û wiha got: “Heke em bixwazin jiyaneke nû ava bikin, em neçarin ku bi ser kevin.” 
 
Komploya Navneteweyî ya li Dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 25’an. Gelê kurd, 15’ê Sibatê ku Abdullah Ocalan anîbûn Tirkiyeyê weke “Roja Reş” pênase dike. Çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” mohra xwe li dîrokê xist. Mehmet Halît Oral di di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li Girtîgeha Mereşê li dijî komployê xwe şewitand û çalakî dest pê kirin. Di demên pêş de çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li gel Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha li gelek bajarên Ewropayê jî hatin lidarxistin. Di rojên ewil en sala 2023’yan de bi çalakiyên Bubo Taş û Mehmet Akar berdewam kirin. 
 
ÇALAKIYA BUBO TAŞ 
 
Bubo Taş, di 12’ê çileyê de li Taxa Îstasyon a navçeya Artûklû ya Mêrdînê agir berda bedena xwe. Taş beriya çalakiyê vîdeoyek weşand û di vîdeoyê de wiha digot: “Ev çalakiya min ji bo Serokê Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Ev 22 meh in di tecrîdê de ye. Ez vê tecrîdê lanet dikim.” Bi domdarî wiha dibêje: “Ez bi keyfxweşî diçim. Ez bi evîn û bi vîna xwe diçim. Di bin zextê de naçim. Bila kesek xelet fêm neke. Ev çalakî, çalakiyeke siyasî ye. Ji bo Rêbertiya me ye. Dixwazim ku hûn vê fem bikin.” 
 
Îbrahîm Îzgî ku beriya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an li gel Bubo Taş bi rojan li tûgaya leşkerî hatibûn îşkencekirin û piştre jî li Girtîgeha Amedê bi hev re hatibûn îşkencekirin, têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîdê bi ajansa me re axivî. 
 
ÎŞKENCEYÊN GIRAN DÎT 
 
Îzgî da zanîn ku beriya binçavkirinê, Taş li taxê nas kiribû û wê demê ajokarî dikir. Îzgî, diyar kir ku di sala 1982’yan de li gel Huseyîn Gelîncîk ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, xebatên siyasî dimeşandin û Gelîncîk jê re gotiye ku zarokên Taş hene lewma bila heta demekî ji xebatan dûr bisekine. Bi domdarî îzgî bi lêv kir ku Taş tevî vê yekê jî ji xebatan dûr neketiye û beriya 12’ê Îlonê, hatiye binçavkirin û li tûgaya leşkerî bi hev re di bin çavan de man. 
 
Îbrahîm Îzgî, diyar kir ku ew li tûgayê xistine odeyên şokê û rastî îşkenceyên giran hatine. Bi domdarî Îzgî wiha dibêje: “Li dijî Fermandariya Tûgayê êriş hatibû kirin. Sîxûrên wan hatibûn kuştin. Hevalê me Xelef (Kavrî) şehîd bûbû. Lewma pir zêde li ser wê çalakiyê sekinîn. Rojekê heval Bubo bi betaniyekî anîn. Nedikariya xwe li ser pêyan bigire. Me jê xwest ku tu tiştekî nebêje. Wî jî got; ‘yên ku ez dizanim jî nadim.’ 15 roj bi vî awayî derbas bûn. Tawîz nehatin dayîn. Ez hatim berdan. Ew jî birin girtîgehê.” 
 
GIRTÎGEHA AMEDÊ
 
Di berdewamê de Îzgî got ku bi darbeya 12’ê Îlonê re dîsa hatiye girtin û birine Girtîgeha Amedê ku Taş jî li wir dihat ragirtin. Îzgî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî îşkenceyan jî Taş, girtîgeh veguherandibû cihê xwebirêxistinkirin û hînkirinê. Em her du jî di heman demê de hatin berdan. Me xebatên xwe yên siyasî domandin. Ez dikarim pir bi rehetî bibêjim ku hevalê Bubo, heqê welatparêziya kurdî dida. Wê demê yên ku xwe dida gel hevalên partiyê, di heman demê de fermana xwe jî îmze dikirin. Ji hêla aborî ve jî rewşa wî baş nebû lê pir zêde fedekar bû.” 
 
PEYAMÊN TAŞ Û AKAR 
 
Îzgî, bal kişand ser peyama ku Taş li pey xwe hiştibû û ev tişt anî ziman: “Dewlet ji bo ku civakê ji nirxên exlaqî dûr bixe gelek tiştan dike. Hevalê Bubo jî ji vê re bû bersiva herî mezin. Hevalê Bubo bi vê çalakiya xwe ve li dijî rehaweta heyî bû bersiv û civak ji xewa xwe hişyar kir. Kesên ketin bin bandora dijmin, ji xewa xwe hişyar kir. Hevalê Bubo got; ‘Heke ev şiyarbûn çênebe, dê tecrîdeke li Îmraliyê ser Serokatiyê girantir li we bê ferzkirin.’ Û ev peyama mezin da; ‘Berxwedan didom. Hêj tu tiştek xelas nebûye. Nekevin rehawetê.’ Hevalê Mehmet Akar jî li Amedê peyameke bi heman rengî da ciwanan. Divê gelê kurd xwedî li van lehengan derkeve.” 
 
EM NEÇARIN KU BI SER KEVIN’
 
Îzgî, destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalana bi berpirsyarî tevbigere û wiha bi dawî kir: “Divê em rojê ne 1-2 saetan lê herî kêm 9-10 saetên xwe bidin vê. Çiqas hêza me hebe divê em li dijmin bisekinin û li cem gelê xwe bixebitin. Divê em exlaq û fikrên partiyê  ji gelê xwe re vebêjin. Divê em ji antîpropagandaya dijmin hîn bêhtir bixebitin. Divê em bibêjin; ‘Rizgariya Rêbertiyê rizgariya me ye.’ Heke em bixwazin jiyaneke nû ava bikin, wê deme em mecbûr in ku bi ser kevin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

08/06/2023
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî