Eren: Dema gel di bin kavilan de can dida, medyayê îktîdar diparast

  • rojane
  • 13:01 12 Sibat 2023
  • |
img

ENQERE – Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê da zanîn ku medyaya îktîdarê rastiyên erdhejê vedişêre û wiha got: “Dema mirovan di bin kavilan de can dida, medyayê hewl da îktîdarê biparêze.” 

 
Di encama erdhejên Bazarcix a Mereşê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û niha jî bi dehhezaran mirov di bin kavilan de ne. Ji ber ku di du rojên ewil de tu tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî ji bo herêmê nehatin şandin, bi hezaran mirovan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî 25 saet piştî erdhejê derket pêşberî kamerayan û ragihand ku ji bo 3 mehan li 10 bajaran OHAL hatiye ragihandin. Tevî ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan jî medyayê hewl da îktîdarê biparêze û OHAL weke “mizgînî” ragihandin. Piştî erdhejê jî medyaya nêzî îktîdarê bi AFAD’ê re xebitî. 
 
BO MEDYAYÊ FERMAN ŞANDIN: RASTÎ HATIN VEŞARTIN 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyê (Basin-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkarên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren têkildarî rola medyayê ya di erdhejê de axivî. Eren, bal kişand ser girîngiya 48 saetên ewil ên erdhejê û wiha got: “Di van 48 saetan de ji bilî dilxwazan tu kesî alîkarî nedan mexdûrên erdhejê. Piştî erdhejê serûbin bûn. Îktîdarê nekarî vê pêvajoyê birêve bibe û bertekên pir mezin li dijî wê çêbûn. Kesên di bin kavilan de li ser medyaya civakî peyam parve kirin, navnîşan dan û bertekên mezin çêbûn. Xuyaye ku bo medyaya îktîdarê ferman çû ku her tim dîmenên alîkarî û xebatên rizgarkirinê kişand. Tiştekî girîng e ku mirov bi saxî bên derxistin lê bi zanebûn rastî veşartin.”
 
‘REWŞA KRÎZÊ VEGUHERÎ ÊRIŞA SER ROJNAMEGERAN’ 
 
Bi domdarî Eren anî ziman ku li ser navê rojnamegeriyê rezaleteke mezin hatiye jiyîn û wiha derbirî: “Hinek rojnamegeran mîkrofon dirêjî kesên ji bin kavilan hatine derxistin. Li ser rojnamegerên ne ji medyaya îktîdarê jî astengiyên mezin hatin derxistin. Rojnamegerên ku serî li ber îktîdarê netewandîn, hewl dan rastiyê bi raya giştî re vebêjin. Ji ber ku nekarîn krîzê birêve bibin, îcar berê xwe dan rojnamegeran û dest bi êrişê kirin. Dema nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS û Halk TV’yê nûçe çêdikirin, rastî êrişan hatin. Dema kesek ji bin kavilan dihat derxistin, hemû kamerayên medyaya îktîdarê li wir bûn lê nûçegihanê Halk TV’yê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate derbkirin. Hempîşeyên me li Amedê hatin binçavkirin. Hempîşeyekê me jî dema roportaj dikir, tevî kesê pê re roportaj dikir hate binçavkirin. Êdî pirsa karta çapemeniyê ya turkuazê hate kirin. Ku em dizanin bê ka ew kart çawa tên belavkirin. Nadin me û hewl didin nehêlin em rojnamegeriyê bikin.” 
 
BÊWIJDANIYA MEZIN A ÇAPEMENIYA ÎKTÎDARÊ 
 
Eren, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îktîdarê hewl da rastiyan ji gel veşêre. Lewma bi rojnamegeran manşet dan avêtin. Koma Avusturyayê dibêje ‘me xwe gihandê. Em ji qadê dûristin, bang li kamerayan kirin û wan ji wir derxistin.’ Êdî karê wan bûye şov. Hemû rojname û televîzyonên xwe kirine amûra vê şovê. Nûçegihanekî HaberTurkê êdî xwe negirt û rewşa neyînî ya li herêmê vegot. Di medyaya îktîdarê de bêwijdaniyeke pir mezin hate jiyîn. Dema mirovan di bin kavilan de can didan, wan îktîdar parastin. Lê kesek nikare van trajediyên wiha mezin bi propagandayên vî rengî veşêre. Lê tevî her astengiyan û binçavkirinan jî rojnamegeran nûçeyên xwe çêkirin.”
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

06/06/2023
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin