Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê

img
SEMSÛR - Xebatkarên Maseya Krîzê yên HDP’ê diyar kirin ku ji Semsûra wêran bûyî dewlet tenê bi dengê sîrenan hebûna xwe nîşan dide û banga piştevaniyê kirin. Suleyman Bayram ê li Amedê mala wî hilweşiya piştî pêçana birînên xwe çû Semsûrê. 
 
Li Semsûra yek ji bajarên ku ji erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 li Bazarcixa Mereşê çêbû bandor bû, bi hezaran avahî hilweşiyan, nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Li bajêr xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin. Li aliyê din jî xebatên navenda krîzê ku rêxistinên sivîl ên civakî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ava kirine berdewam dikin. 
 
NÎŞANEYA DEWLETÊ DENGÊN SÎRENAN E!
 
Şerefxan Aydin ku li ser navê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk ( TMMOB) a di navenda krîzê de cih girt, diyar kir ku ew ji Amedê hatine û wiha got: “Me rewşa li vir dît. Rewş gelek xerab e. Berî ku em werin me bihîst ku hin cih hilweşiyan e lê me dît ku ji sedî 95 avahiyên li bajêr di rewşeke ku nikarin bên bikaranîn de ne. Li vir trajediyeke mezin heye. Dewleta ku berpirs e jî li vir nîne. Tu saziyên aydê dewletê li vir naxebitin. Ji bilî dengê sîrenan ên ambûlans û wesayîtên polîsan li vir dewlet nîne. Tenê 2-3 kes şandine. Ew jî ji bo bibêjin ‘em li vir in’şandine. Berpirsyartî ketiye ser milê me.”
 
PÊDIVIYÊN LEZGÎN
 
Aydin, anî ziman ku hewl didin malzemeyên pêwist ên ji her çar aliyên welat hatine bigihînin gel û wiha got: “Me li hemû navçeyan hevalên berpirsyar diyar kirin. Em pêdiviyên her navçe û gund tespît dikin û alîkariyê ji wan re dişinin. Me li vir di bajêr de du depo diyar kirin. Alîkariyên tên ji vir dişînin cihên hatine tespîtkirin. Gelek pêdiviyên gelê me hene. Bi taybetî niha bi lezgînî pêdivî bi kon û sobeyan hene. Li vir hewa gelek sar e û mirov hêj li derve ne. Divê em bi lezgînî van pêdiviyan pêşwazî bikin. Dîsa ji bo em alîkariya belav bikin wesayîtên bi tarzê pîkap lazim in. Ji bo ku li taxan alîkariyê bikin pêdiviya me bi wesayîtên biçûk heye.”
 
‘PÊDIVÎ BI HÊZA MIROVAN HEYE’
 
Aydin, da zanîn ku ji gelek bajaran dilxwaz hene, herkes dixwaze alîkariyê bike û ev tişt gotin: “Bi taybetî divê ciwanên me bên vê derê. Pêdiviya me gelek bi wan heye. Hêj di bin kavilan de mirov hene. Pêdiviya me bi hêza mirovan heye. Em ji bo piştgiriya teknîk hatin vir lê ewqas pêdivî heye ku dor nayê wê. Gel bi derfetên xwe kepçe tevirên bi derfetên xwe peyda kirine diçin ser kavilan û hewl didin xizmên xwe xelas bikin.”
 
LI AMEDÊ MALA WÎ HILWEŞIYA ÇÛ HAWARA SEMSÛRÊ 
 
Suleyman Bayram ê mala wî hilweşiya piştî ku birînên xwe pêçan weke dixwaz hate bajêr wiha bang li ciwanan kir: “Hûn li ku dibin bila bibin, ji bo alîkariyê werin herêmên erdhejê. Kî nêzî ku bibe divê di zûtirîn demê de biçe wir û alîkariyê bike. Mala min a li Amedê hilweşiya lê li vir zêdetir pêdivî pê heye. Rewşa li vir ji ya me xerabtir e. Dîsa Mereş, Dîlok, Hatay her der di rewşeke xirab de ne. Alîkarî ne tenê derxistina kesekî ji binê xirbeyan e. Li vir belavkirina pêdiviyên mirovî jî  alîkariyeke. Heke alîkarî bi deqîqeyekê zû bên dê baştir be.”
 
‘JI BILÎ GEL KES NÎNE’
 
Ercan Çam ê ji navçeya Qosera Mêrdînê hatiye bajêr jî wiha got: “Ez li ser navê KESK’ê hatim. Rewşa li vir gelek xerabe. Pêdiviyên mirovan gelek in. Ji bilî dilxwazan kesek li vir nîne. Em hewl didin xwe bigihînin herkesê, lê em jî dikarin heta cihekê biçin. Derfetên me bisînor in. Qasî ku ji destê me tê em alîkariya gelê xwe dikin.”
 
‘ROJ ROJA YEKITÎ Û PIŞTEVANIYÊ’
 
Dîlan Taş a ji Rihayê hat jî ev tişt gotin: “Li navçeya me jî avahî hilweşiyan lê hilweşîna li vir gelek zêdetir e. Em ji ber wê hatin vir. Em alîkariyên ji maseya krîzê re tên belav dikin û dibin alîkar. Em ji gund, navçe û her derê re dibin alîkar. Rewşa vir gelek xerabe ye. Divê herkes alîkarî bike. Îro roj roja yekitî û piştevaniyê ye. Divê her kes tişta ji destê wan bê bike. Divê demildest em pêdiviyan pêşwazî bikin.”
 
MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

11/02/2023
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:54 Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn
01:18 Bûldan diçe Mereşê
01:04 Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin
09/02/2023
23:16 15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
22:44 Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye