Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber

img
AMED - Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku wan di bin Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr de maseyeke krîzê ava kirine û 82 saziyên sivîl ên Amedê jî di nav de hene û ew di nava koordînasyonekê de dixebitin.
 
Li Ameda ku ji erdheja bi dijwariya 7,7 û 7,6 pileyî ya li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da bandor bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevgirtin û seferberiyê tên meşandin. Yek ji pêkhateyên Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr a Amedê, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir ku li bajêr gelek avahiyan zirar dîtî ye û xebatên tespîta zirarê hatine destpêkirin. 
 
DILXWAZ LI QADA ERDHEJÊ NE
 
Kaya, destnîşan kir ku rêxistinên sivîl ên civakî û hemû dînamîkên bajêr di nava koordînasyonekê de dixebitin û wiha got: “Li Amedê hemû dibistanên taybet, dibistanên dewletê, eywanên dawetê, malên şînê, mizgeftan deriyên xwe ji malbatên mexdûr re vekirin û 3 danan xwarin bi piştgiriya dilxwazan tê belavkirin. 
 
82 RÊXISTIN BI HEV RE DIXEBITIN 
 
Kaya, diyar kir ku piştî erdheja ewil wan di nava saetekê de bi beşdariya 82 rêxistinên sivîl ên civakî di bin navê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr de maseya krîzê hatine avakirin û anî ziman ku wan maşîneyên kar ên bilez peydakirin şandine herêmên ku avahî hilweşiyan e û du xebatên cuda dimeşînin. 
 
PIŞTGIRIYA XWARIN Û CIHÊ LÊ MAYÎNÊ DIDOMIN 
 
Kaya, da zanîn ku weke karê ewil ji bo mirovên di bin kavilan de bên rizgarkirin tîmên pispor û maşîneyên kar organize kirine û anî ziman ku ji bo mirovên bi saxî hatine rizgarkirin ji nexweşxaneyan re bên veguhestin alîkarî kirine û ya duyemîn jî ji bo mexdûrên erdhejê yên ji ber erdhejê nikarin vegerin malên xwe pêdiviyên bingehîn ên weke cihê lê mayînê û xwarinê bi cih anîne. 
 
‘EM BI BAJARÊN DERDORÊ DE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE NE’
 
Kaya, da zanîn ku rewşa bajêr li ber çavan girtine û beşeke hêza xwe veguhestine bajarên din ên ji erdhejê bandor bûne û wiha berdewam kir: “Em ji bajarên weke Semsûr, Elbîstan û Bazarcixê re xwarin, makîneyên kar, malzeme û pêdiviyên rojane bi awayekî zêde ji wan re dişînin. Di heman demê de di koordînasyonê de sektora me ya înşaetê, TMMOB û Miduriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Bajêr niha li navend û navçeyên derdorê xebatên nirxandina xisarê dimeşînin.”
 
‘GEL XWE DIPARÊZE’
 
Kaya, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Amed bi karsaz, hemwelatî û mirovên xwe yên dilxwaz re di vê erdhejê de weke bajarekî serkeftî ye. Rastiya ku gelê bajêr hevdu diparêze, bêyî ku hewcehî bi derve hebe xwe diparêze û hevgiriyê nîşan dide. Ev yek ji bo Tirkiyeyê mînakeke baş e. Ji ber ku Amedê di nava 3 rojan de hemû pirsgirêkên xwe çareser kirin, hate asta ku alîkariya bajarên derdorê bike. Çanda xebata bi hev re û şêwrê pir girîng e. Em spasiyê pêşkeşî saziyên sivîl ên civakî yên li Amedê û mirovên xwe yên hestiyar dikin.”
 

Sernavên din

11/02/2023
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin