4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in

 
AMED - Welatiyên ku li ber kavilên Apartmana Sozelê ya li Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê sekinandî û li benda xebereke bi xêr in, anîn ziman ku saziyên dewletê ne li cem wan in û wisa bê çare li benda xeberekê bi xêr in. 
 
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kavilên Apartmana Sozelê ya li Semta Ofîsê ya Amedê ku bandor ji erdhejê girtiye didomin. Welatiyên ku 4 roj in li ber kavilên avahiyê li benda xebereke bi xêr in, bertek nîşanî desthilatê dan. Welatiyan ragihand ku tîmên AFAD'ê yên li nav kavilan dixebitin tu tiştî ji wan re nabêjin û gotin ku tîmên dixebitin ne bitecrube ne. 
 
‘NE BI TECRUBE NE'
 
Îzzettîn Ekîncî ku birayê wî, hevjîna birayê wî û biraziyên wî di bin kavilan de ne, bal kişand ser kêmbûna xebatan û got: "Peywirdarên AFAD'ê yên hatine vir, hema bibêje ji Êlih, Mêrdîn û her derî hatine. Lê kêm in û ne bi tecrube ne. Ger hûn kesên bêtecrube bînin vir, dê rewş ev be. Ev kes berê karesat û erdhej nedîtine. Ger xebat bi lez û bez bihatana kirin, dê ev titş çênebûna. Çend roj in tu pêşketin tune ye. Li vê avahiya 9 qatî, her kes di qatên binî de maye. Ger ên sax hebin jî dê ji serma û birçîna bimirin." Ji heman malbatê Yakûp Ekîncî jî bal kişand ser hewaya sar got: "Rayedar tiştekî nakin, naxebitin." 
 
‘XEBATEK BI VÎ RENGÎ NABE'
 
Yucel Yildiz anî ziman ku ji Ordûyê hatiye û xizmên wî di bin kavilan de mane û got: "Apartman serobino bûye. Xebat kêm in. Dê mirovên di qatên din de bên derxistin an na ne diyar e. Teqwiye ne bi vî awayî ye. Mirov dê çawa bên rizgarkirin, kes tiştekî nabêje. Mirov dixebitin, lê xebatek bi vî rengî nabe." 
 
‘HER KÊLÎ GIRÎNG E'
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bibêje û xizmên wî di bin kavilan de ne got: "Hevalê me û malbata wî di hundir de ne. Em bi tu awayî xwe nagihînin wan. Pir hêdî dixebitin, em nikarin xwe bigihînin hezkiriyên xwe. Kêliyek jî ji bo van mirovan pir girîng e, lê ên li dixebitin pir hêdî tevdigerin. Karesateke bi vî rengî heye û hin kes li pêy keyparêziyê ne. Tu xeber ji 4 kesan nayê girtin. Em li bendê ne, tu tişt ji destê me nayê. Em li benda derxistina wan in." 
 
‘SEDIYE TUNE YE'
 
Kesekî ku got ji malabata wî 3 kes di bin kavilên avahiyê de ne jî got: "10 kes li wir in û sax in. Mirov sax in, lê amûr tune ne û nayên rizgarkirin. Piraniya kesên di bin kavilan d emayî li têketina avahiyê ne. Gava avahî hilweşiyayê li wir bûne. Midûriyeta polîsan tenê mirov dehf dide, wekî din tiştekî nake. Gava mirov bi birîndarî tên derxistin jî sedye tune ne." 
 
‘AFAD TIŞTEKÎ NABÊJE'
 
Kesê bi navê Haci Hamdî Talay jî diyar kir ku di bin kavilan de hevjînên hev Welat û Evîn Talay û kurê wan Sermwet Talay (4) hene û got: "Herî dawî duh ber destê sibehê 4 eks bi saxî hatine rizgarkirin. Xebat kêm inb û ji duh heya niha tu pêşketin tune ye. Pir hêdî dixebitin. Molozên jora avahiyê  bi temamî hatine rakirin. Qolon rakirin. Di binî de dersxane hebû. Bîna bi xwar de çûye. AFAD, der barê cenazeyan de tu tişt nabêje." 

Sernavên din

11/02/2023
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin