Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin

  • jin
  • 15:06 19 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hewldana guherandina makeqanûnê ya îktîdarê ji bo hilbijartinê ye û wiha got: “Di demekê ku qetilkirina jinan zêde dibe de em bi sererastkirina makeqanûnê ya îktîdara AKP-MHP’ê re nînin.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî rojevên heyî li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da. Başaran ji ewil rojnameger Hrant Dînk ku 16 sal berê hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Mîna cînayetên din ên siyasî, di cînayeta Hrant Dînk de jî edalet pêk nehat. Hrant Dink di gotareke xwe de di got, 'Jiyana bi hev re ne bi xêra kesan, jiyana bi hev re şaristaniyeke ku bi hev re divê bê hilberandin.' Em dixwazin ji vir gotina xwe ji bo wî dubare bikin, em ê bi hev re vê şaristaniyê ava bikin û wê ev di demeke nêz de bê kirin. Ez sersaxiyê ji bo gelê me û malbata Dînk dixwazim. Ez careke din diyar dikim ku têkoşîna me ya edaletê wê li her qadê bidome.”   
Bi domdarî Başaran wiha got: “Li cîhanê û li Tirkiyeyê têkoşîna li dijî zihniyeta mêr didome. Ji ber vê têkoşînê jî rejîm hedefgirina jinê didomînin. Di rojên borî de em hîn bûn ku li Efxanistanê jina parlamenter Mursel Nebîzade ya berî Talîban peywira xwe dikir hat qetilkirin. Li Îranê jî piştî qetilkirina Jîna Emînî êrişên li dijî gel ên rejîmê didomin. Li Tirkiyeyê jî jin li dijî rejîma faşîst serdest a mêr a AKP-MHP'ê têkoşîna xwe didomînin.
 
DI 2022’YAN DE 334 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Îktidar tabloyeke ku qet tundî tune ye nîşan dide. Em dîsa li ser vê kursiyê tînin ziman ku ev dereweke mezin e. AKP polîtîkayên xwe yên dijminatiyê bê navbar didomînin. Jin, zarok li mal, cihê kar tundiyê dibînin. Destdirêjî li wan tên kirin. Li dijî vêya em daxwaz û têkoşîna xwe mezin dikin. Jin tînin ziman ku ew ê bi taybet di rojên mîna 8'ê Adarê 25'ê Mijdarê de li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.
 
BERPIRSYARÊ QETILKIRINA JINAN ÎKTÎDAR E
 
Li Tirkiyeyî tabloyeke wiha heye lê belê îktidar ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve bi rêkûpêkirina makeqanûnan derdikeve pêşiya me. Me teklîfa AKP'ê ya ji bo makeqanûnê red kiribû û ev yek bi raya giştî re parve kiribû. Li Tirkiyeyê jin tên qetilkirin, tundiyê dibînin, di bin tecrîdê de ne û berpirsê vêya jî îktidara AKP-MHP'ê ye. Loma jî di birêkûpêkirina makeqanûneke AKP-MHP'ê de em tune ne. Em wekî HDP mafê hemû jinan diparêzin. 
 
HERÎ ZÊDE JIN RASTÎ TUNDIYÊ TÊN
 
Tundiya li ser jinê ne tenê fîzîkî ye, jin tenê li vî welatî nayên qetilkirin. Jin di nav xizaniyê de ne jî. Polîtîkayên şerê taybet ên îktidarê li jin û civakê tê birîn. Li gor raporên îstihdam û bêkariyê yên DÎSK-AR'ê di meha mijdarê de kategoriya herî bilind a bêkariyê bi ji sedî 27.5 bêkariya jinê ye. Anku li vî welatî herî zêde jin tundiyê dibînin û xizan in. Jin tundiyê dibînin lê îktidar qala makeqanûnê dike.
 
VEKIŞÎNA JI PEYMANA STENBOLÊ
 
Jin ji ber ku nikarin bistirin loma jî ji perwerdeyê bi dûr ketin, hemû karê malê ma li ser milê wê. Îktidar dewsa ku vêya çareser bike nîvê şevekê ji Peymana Stenbolê vekişiya. Li her derê îktidar têkoşîna jinê ya rêxistinkirî û destkeftiyên jinê dike hedef. Ji aliyekî jî dibêje bi hewldanên makezagonê wê heq û azadiyê bîne. Jin ji gotinên îktidarê bawer nakin.
 
HEM PEYMANÊ BETAL DIKIN HEM JÎ SOZA AZADIYÊ DIDIN
 
Di vê pêvajoyê de jî têkoşîna jinan bû hedef. Jinan di hefteya dawî de li korîdorên edliyeyê lêgerîna edaletê berdewam kirin. Ji ber ku di 12’yê tebaxa 2021’ê de gotin ‘Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin’ li Enqereyê hatin darizandin. Der barê 8 jinên beşdarî çalakiyê bûn de doz hat vekirin. Dozên wan hefteya borî li Edliyeya Enqereyê hatin dîtin. Tevî ku bi tundiya polîsan hatin binçavkirin jî, tundiya polîsan û wêneyên wan nehatin dîtin. Li vî welatî jinên ku dibêjin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin tên darizandin, lê hikûmet derketiye holê û soza azadiyê dide me.
 
TÊKOŞÎNA GOKKAN DÊ LI HER DEVERÊ DENG VEDE
 
30 sal cezayê hefsê li Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hate birîn. Ayşe Gokkan yek ji pêşengên têkoşîna jinên vî welatî ye, yek ji pêşengên tevgera jinên kurd e. Yek ji rûmetên Tirkiyeyê ye. Cezayê wê hat betalkirin. Ayşe Gokkan her çendî bi israr xwest were eywana dadgehê jî israra wê ya ji bo girêdana bi SEGBÎS'ê dewam kir. Daxwaza parastina bi kurdî pêk nehat. Yek ji rêbazên ku Ayşe Gokkan têkoşîn û helwesta xwe bi raya giştî re parve neke ev bû. Em hemû Ayşe ne. Dengê wê, têkoşîna wê dê li hemû Tirkiye û Kurdistanê deng bide. 
 
‘SÛC HEYE LÊ HEWCEHÎ BI CEZAKIRINÊ NÎNE’ 
 
Ji hêlekê ve têkoşîna jinan tê darizandin û ji hêla din jî kurd û muxalîf tên darizandin. Me mînakên vê yekê di hefteya borî di doza Kemal Kurkut de dît. Wêneyên ku ji aliyê rojnamevan Abdurrahman Gok ve hatine kişandin bi zelalî çi qewimîye nîşan dide, li wir behsa îhtîmala êrişeke xwekujî tê kirin. Di wêneyên ku Abdurrahman kişandî de di raya giştî de hat parvekirin de ev derew derket holê. Dadgehê çi kir? Pêşî biryara bereatê hat dayîn, piştre Îstînafê beraet neda lê got 'Di vir de sûc heye û lê hewceyî bi cezakirinê nîne.’ Anku dema li vî welatî kurd, muxalîf û jin bên kuştin, biryar tê dayîn ku cihê cezakirinê namîne. Dibêje sûc heye lê cezayê vî sûcî nîne. Bi van polîtîkayên bêcezakirinê re her roj jin û kurd dibin hedef. Ji ber ku ew ji siyaseta bêcezakirinê û kêmkirina cezayan bi hêzdibin. Ev nîşaneyên herî zelal ên polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî kurdan e. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ev pirsgirêk her ku diçe xwe ji nû ve hilberîne. Em careke din tînin ziman ku kesên difikirin ku ev pêvajo bi polîtîkayên bêcezakirinê dikare bê meşandin, şaş in. Pirsgirêka kurd ji van polîtîkayên bêcezakirinê nayê çareserkirin.
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Tecrîda li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e didome û hatiye girankirin. Tirkiyeyê pergala hiqûqê nayê pratîzekirin, li hemberî Îmraliyê hemû normên qanûnî yên neteweyî û navneteweyî hatin binpêkirin û pergalek li vir hat înşakirin. Ev polîtîka tecrîdê pêl bi pêl belavî hemû welat bû. Bi operasyonên siyasî ya dîlgirtinê civaka demokratîk bêbandor hatin hiştin. Tê bîra we Bekir Bozdag li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek dabû û gotibû dê parvekirinên li ber medyaya dijîtal tê bi sînor bikin. Ev tişt nîşaneya belavkirina tecrîdê ya hemû qadên jiyanê ye. Di sala 2015'an heta niha devjî hemû normên demokratîk hatiye berdan, dev ji çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk hatiye berdan, tecrîd tê girankirin, îktîdara qesrê li tecrîda li Îmraliyê li hemû welat dide meşandin. Li hemberî birêz Ocalan hiqûq hatiye binpêkirin. Agahî negirtin ji bo me dibe sedema fikaran. Tenduristî, deng û gotinên birêz Ocalan di rojeva bi milyonan kesî de ye. Çav û guhê bi milyonan kesî li Îmraliyê ye. Li benda agahiyê ne. Ev agahî negirtin û binpêkirina qanûnan bêtir tirs û fikarên me mezin dike." 
 
BIRÊZ OCALAN ÇALAKIYÊN XWEŞEWITANDINÊ NAPEJIRÎNE 
 
Hefteyên borî 2 welatiyên kurd li dijî tecrîdê bedema xwe dan ber agir. Li Nisêbîna Mêrdînê Veysî Ateş ê 65 salî, li Amedê Mehmet Akar ê 25 salî agir berdan bedena xwe. Em dibêjîn serê malbatê û gelê me sax be. Ev tişt bû sedema xemgîniyeke mezin. Birêz Ocalan li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê diparêz e. Em carek din dibêjin çalakiyên bi vî rengî nayên qebûlirin. Ji ber vê jî em dibêjin divê tecrîd bê bidawîkirin. 
 
DIVÊ RAYA GIŞTÎ LI DIJÎ LÊGERÎNA TAZÎ XWEDÎ HELWEST BE 
 
Hevalên me yên rojnameger Dîren Yurtsever, Habîbe Eren, Berîvan Altan, Oznur Deger û Ceylan Şahînli yên birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, li ber deriyê girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatin. Dema em lêgerîna tazî tînin rojevê dibêjin pêkanîneke wisa nîne. Li Xarpêtê Kiymet Yeşîlgoz a 60 salî nameyek şand. Serokwekîla Koma partiya me li parlamentoyê ew name xwend. Dibêje ev mehek e kabûs dibîne. Ew îsyan dike ku divê tu mirovî nekeve bin tevdîrên wiha rezîl. Pêwîste raya giştî ya demokratîk li dijî îşkenceyê, li dijî vê pêkanînên dijmirovî yên lêgerîna tazî ya li girtîgehan helwesteke zelal nîşan bide. Divê demildest dev ji vê kiryara nemirovane berdin.
 
JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ BANG 
 
Me gelek caran mijara Muhlîsa Karaguzel anî ziman, me got nikare di girtîgehê de bimîne. Duh carek din nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan bijîşk cudakarî kiriye û mudaxaleyeke baş pêk neaniye û ew careke din şandine girtîgehê. Wezareda Dadê der barê rewşa girtiyên nexweş de gotibû dê sererastkirina bikin lê belê heta niha tu gav neavêtiye. Wek Muhlîse Karaguzel bi hezaran girtiyên nexweş hene û em ê ji bo wan her tim bang li îktîdarê bikin. Em bang li raya giştî yên demokratîk dikin ku li hemberî mijarê dengê xwe bilind bikin, di serî de li dijî tecrîdê û hemû hewldanên lidjî demokrasiyê tê kirin têkoşînê mezin bikin. 
 
SIYASETA HDP’Ê HÊVIYÊ DIDE CIVAKÊ 
 
Herî dawî hûn dizanin ku HDP niha di rojeva raya giştî û Tirkiyeyê de ye. Di hemû televîzyonan de behsa HDPê tê kirin lê ti nûnerên partiya me di medyayê de cih nagirin. Beyî me behsa me dikin. Em dizanin ku siyaseta ku em dimeşînin, îro li Tirkiyeyê îdiaya wê ya damezirîneriyê zêdetir kiriye û pêş xistiye. HDP ji bo gelê me yê ku di navbera du polîtîkayan de asê maye, rêya sêyemîn pêş dixe û HDP her roj xwe mezin dike û di nava vê civakê de cih digire. Hemû civaka Tirkiyeyê dizane ku em bi feraseta azadiya jinê di rêya sêyemîn de pêşengiyê dikin. Em vê yekê mezin bikin û berfireh bikin û bibin hêviya gelên Tirkiyeyê. Dibe ku di medyaya alîgir û televîzyonê de me nîşan nedin, bêyî me nîqaşan li ser me bikin, lê em bi hev re dibin şahid ku siyaseta ku îro em dikin çawa di civakê de hêviyê çêdike. 
 
WERIN EM VÊ HÊZÊ MEZINTIR BIKIN
 
Hikûmet û hevkarê wê yê biçûk her roj gavên nû diavêjin lê HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê ya pê re wê bi gelan û jinan re pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Me berê jî gotibû ku em ê vê pêvajoyê bi namzetên xwe bimeşînin. Jin wê di meclisê de gotina xwe bi cih bînin û dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin. Ji bo vê jî em bang li hemû jinan dikin ku li dora HDP'ê, Tifaqa Ked û Azadiyê werin cem hev, vê hêzê xurt bikin û vê hêzê mezin bikin.”
 

Sernavên din

09/05/2023
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin