Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’

  • rojane
  • 10:01 18 Çile 2023
  • |
img
RIHA - Gelê Efrînê li dijî êrişên dewleta tirk ên bi hinceta “ewlehiyê” û bi tevlibûna hêzên paramîlîter û teknîka herî pêşketî hatine kirin, 58 rojan berxwedaneke dîrokî raber kirin. 
 
Bi ser êrişa dewleta tirk a bi piştevaniya hêzên navneteweyî li dijî bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 5 sal derbas bûn. Êriş, heta 18’ê adarê berdewam kir û piştre jî bajar ji hêla dewleta tirk û hêzên wê yên paramîlîter ve hate dagirkirin. Ji roja hatiye dagirkirin heta niha bajar bi mijarên weke tacîz, destdirêjî, xesp, dizî, qesibkariya mirovan, talankirina xwezayê û guherandina demografyayê di rojevê de ye. 
 
GEFÊN ‘BEKAYÊ’
 
Li Sûriyeyê yek ji bajarên ku herî kêm ji şerê navxweyî bandor bûyî Efrîn bû. Piştî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an, rêveberiya bajarê Efrînê kete bin kontrola gel. Şêniyên bajar, di çarçoveya paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de meclis û komunên xwe ava kir. Her wiha yekîneyên parastinê ava kir û bajar parast. Modêla ku bi pêşengtiya kurdan hate avakirin, di 20’ê çileya 2018’an de bû hedefa dewleta tirk. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û rayedarên hikûmetê beriya êrişê, her tim îdiayên “Efrîn li ser bekaya neteweyî gef e” kirin û bajar hedef girtin. Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglû beriya êrişê îdia kir ku li dijî dewleta tirk 700 êriş hatine kirin. Erdogan jî di destpêka meha çileyê de îdia kir ku li hêla Efrînê êriş tên kirin û ji bo vê mijarê jî gelek caran banga alîkariyê li hêzên navneteweyî kir. 
 
Piştî erêkirina DYA û Rûsyayê, dewleta tirk di 20’ê çileyê de dest bi êrişan kir. Erdogan rojek piştî êrişa bi navê “Operasyona Şaxê Zeytûnê” daxuyaniyek da û îdia kir ku ji sedî 55’î nifûsa Efrînê ereb, ji sedî 35 kurd in ku “piştre li wir hatine bicihkirin”, ji sedî 6-7 jî tirkmen in. Erdogan, hewl da ji bo êrişan bingehê çêbike. Lê belê li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û kurdan, gotinên Erdogan derew bûn. 
 
Bi destpêkirina êrişan re hêzên Rûsyayê yên li herêmê xwe vekişandin. Di roja ewil a êrişan de dewleta tirk bi 72 balafiran navenda Efrînê û navçeyên Cindirês, Raco, Şera, Şêrawa û Mabetayê bi giştî 180 avahiyên sivîl û leşkerî bombebaran kir. Bi êrişên hewayî re hemwext, herêma Şehbayê hate topbarankirin. 
 
25 HEZAR HÊZÊN PARAMÎLÎTER HATIN BIKARANÎN
 
Di roja duyemîn a êrişan de dewleta tirk bi awayekî hemwext ji hêla Ezaz a li rojhilatê Efrînê, ji hêla hatay û Kampa Atmê ve ku dikevin milê rojavayê başûrê bajar, ji 7 milan ve êrişî Efrînê kir. Dewleta tirk herî zêde jî gundê Hamam ê Cindirêsê, Girê Kevirê Ker ê Racoyê û Girê Qestel Cindo yê stratejîk ku li ser sînorê Efrîn-Ezaz-Kîlîsê ye hedef girt. 
 
Di êrişan de Tûgayên Semerkantê, Lîwa El Şemal, Lîwa El Munteser Bîllah, Ceyş El Ehfad, Ehrar El Şerqiye, Tûgayên Fatîh Sûltan Mehmet, Tûgayên Sûltan Osman, Quwet El Mexewîr, Firqet El Sefwe, Firqeya Sûltan Mûrad, Firqet El Hemze, Siwar El Cezîra, Fewc El Xamês, Firqa 23, Lîwa El Muttesim, Feyleq-2, Firqa El Şemaliye, Fewc El Mistefa, Ceyş El Îslam, Tecemûh Festakim Kema Umêrt, Cebhet El Şamiye, Liwa 51, Suqur El Şam, Harekat Ehrar El Şam, Firqa 9, Ceyş El Nûxbe, Feyleq El Şam, Lîwa El Sultan Suleyman Şah, Liwa Suqur El Şemal, Nûredîn Zenkî û Cebhet Tehrîr jî di nav de bi giştî 25 hezar hêzên paramîlîter di êrişan de cih girtin. 
 
BERXWEDANA SERDEMÊ
 
Di rojên ewil ên êrişan de çapemeniya girêdayî hikûmetê îdia kir ku dê Efrîn di nava hefteyekê de were dagirkirin. Lê belê hesaba wan hev negirt û dewleta tirk li berxwedana hêzên YPG, YPJ, Cephet El Ekrad, Ceyş El Siwar, Asayîş, Hêzên Parastina Cewherî (HPC) û Erka Xweparastinê qelibî. Bi sedan efrîniyan di bin sîwana HPC’ê de çek rakirin û tev li parastina Efrînê bûn. Şervanên ku parastina Efrînê dikirin, 58 rojan bênavber li ber xwe dan. Yên ku Efrîn diparastin navê “Berxwedana Serdemê” li li berxwedana xwe kirin. 
 
NEXWEŞXANE Û FIRIN HATIN BOMBEBARANKIRIN
 
Di 45 rojên êrişê de dewleta tirk û hêzên paramîlîter tu pêşketin bi dest nexistin. Li ser vê yekê dewleta tirk dest bi hedefgirtina sivîlan kir. Êriş 58 rojan berdewam kirin û di encama êrişan de li navenda Efrînê û navçeyên wê 31 dibistan ji hêla hewayî û bejahî ve hedef hatin girtin. Di êrişan de 13 xwendekar hatin qetilkirin. 
 
Her wiha deverên dîrokî jî para xwe ji êrişan girt: Eyn Dara, Nebî Hûrî, Girê Îska, Dêr Belût û Girê Cindirês ku deverên dîrokî ne, hem ji hewayî û hem jî ji bejahî ve hedef hatin girtin. 
 
Dewleta tirk û hêzên wê yên paramîlîter di heman demê de navendên tenduristiyê û firin jî bi balafirên şer bombebaran kir. Di 16’ê adarê de jî mezintirîn nexweşxaneya li Efrînê, Nexweşxaneya Avrînê ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hate bombebarankirin. Di heman rojê de Taxa Mehmûdiyeyê ji hêla balafiran ve hate bombebarankirin û di encamê de 35 sivîl hatin qetilkirin. 
 
498 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
 
Li gorî daneyên Konseya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê; di meha ewil a êrişan de 27 zarok û 21 jin jî di nav de bi giştî 176 sivîl hatin qetilkirin, 60 jê zarok û 71 jê jin bi giştî 484 sivîl jî birîndar bûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî da zanîn ku di encama êrişên dewleta tirk ên di kanûna 2020’an de 498 sivîl ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin. 
 
BIRYARA RÊVEBERIYA XWESER
 
Rêveberiya Efrînê piştî ku sivîl hedef hatin girtin, di 16’ê adara 2018’an de biryar da ku welatî ji bajar bên derxistin. Di navbera 16-18’ê adarê de derdora 300 hezar kes neçar man ku koçî Şehbayê bibin. Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê di 18’ê adarê de daxuyaniyek da û wiha got: “Piştî lihevkirina bi Rûsyayê re û bêdengiya hêzên herêmî, dewleta tirk di 20’ê çileyê de li dijî Efrînê dest bi êrişan kir. Rûsyayê bi helwestekî dijminane qada hewayî ji dewleta tirk re vekir da ku li dijî gelê me bikare qirkirinê bike. Rûsyayê, gelê me yê sivîl ji bo berjewendiyên xwe feda kir. Gel û şervanên me 58 rojan bênavber li dijî duyemîn mezintirîn hêza NATO’yê berxwedaneke mezin raber kirin. Lê belê dewleta tirk a dagirker pir zêde êrişî sivîlan kir û binesaziya Efrînê hedef digire. Lema jî rûxandineke mezin pêk anî. Ji ber vê sedemê jî ji bo pêşîlêgirtina karesateke mezintir a mirovî, me biryar da ku welatiyên sivîl ji bajar derxînin.” 
 
BÎLANÇO
 
YPG’ê di çileya sala 2019’an de bi daxuyaniyekê bîlançoya berxwedana 58 rojan bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk hezar û 98 caran ji hewa ve êriş kir, 3 hezar û 577-4 hezar caran bi çekên pêşketî êriş kir. Hêzên parastina Efrînê jî li dijî van êrişan herî kêm 900 çalakî pêk anîn. Di encama berxwedanê de 2 helîkopter û 2 balafirên bêmirov hatin xistin, 122 wesayîtên leşkerê û 2 wesayîtên bombebarkirî hatin îmhakirin. Di heman demê de 2 hezar û 422 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.” 
 
Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 20’ê çileya 2018’an heta niha 987 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. 
 
SEKNA GEL
 
Kazikli Muhammed Silêman ku di dema êrişan de Hevşaredarê navçeya Mabetayê bû, qala wê pêvajoyê kir. Silêman, da zanîn ku Efrîn di bin mîsogeriya Rûsyayê de bû û ev tişt anî ziman: “Li hemberî herêma Gutayê ya girêdayî Şamê, Rûsyayê destûra êrişeke li dijî Efrînê da. Beriya 20’ê çileyê hêzên paramîlîter gelek caran êriş kirin lê encamek bi dest nexistin. Tirkiyeyê çawa ku dît nikare bip rêya van hêzên kirêkirî tiştekî bi dest bixe, wê demê ew bi xwe tev li êrişan bû.” 
 
Bi domdarî Silêman got “Roja ewil a êrişan mîna roja mehşerê bû” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd bi kal û pîr, bi ciwan û zarokên xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe da.  Ji 7 salî heta 70 saliyê her kes tev li parastina Efrînê bû. Dewleta tirk her cureyên teknolojiyê bi kar anî. Dema li dijî Efrînê êrişên hewayî dkir, çeteyan jî ji 8 baskan ve li dijî Efrînê dest bi êrişa bejahî kirin. Komkujiyeke mezin hate kirin. Li Taxa Mehmûdiye ya Efrînê komkujiyeke mezin hate kirin. Her wiha li Cindirês û Mabetayê komkujî hatin kirin. Ji bo ku komkujiyên hîn mezintir çênebin, gelê Efrînê neçar ma ku ji bajar derkeve.” 
 
‘RÛSYAYÊ RÊ LI BER REJÎMÊ GIRT’
 
Di berdewamê de Silêman anî ziman ku li dijî êrişan banga parastina sînoran li hikûmeta Şamê hate kirin û wiha dom kir: “Dema dewleta tirk êrişî Efrînê kirî, hêzên rejîma Sûriyeyê xwest bersivê bide. Lê belê Rûsyayê destûr neda. Tiştek ji destê rejîmê nedihat ji ber ku girêdayî Rûsya û Îranê ye. Kurdên efrînî ji bo parastina sînoran bang li hikûmeta Şamê kirin. Li ser vê yekê 140 leşkerên ku ne yekser girêdayî rejîma Şamê lê bi wê re tevdigerin hatin Efrînê. Lê ev kes rastî êrişên balafirên Rûsya û Tirkiyeyê hatin.”
 
‘DEMOGRAFYA HEDEF HAT GIRTIN’
 
Silêman, diyar kir ku gelê Efrînê neçar ma ku koçî Şehba, Heleb û deverên cuda bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelemperiya kesên li Efrînê dijiyan kurd bûn. Dewleta tirk ji bo ku demografyaya herêmê biguherîne êrişî Efrînê kir. Di demên pêş de dema hilbijartinek çêbû, xwest nufûsa kurdan a li vê derê tune bike. Kurdên li Efrînê ji bo xwe weke gefekê dibîne. Dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê, destwerdaneke mezin li bajar kir. Heke em niha biçin bajar dibe ku Efrînê nas nekin. Ne xwezaya wê, ne berhemên dîrokî û ne jî gelê wê nehiştin. Efrîn ji her alî ve guherandin.”
 
MA / Omer Akin
 
Sibê: Rewşa Efrînê ya piştî êrişan 
 

Sernavên din

23/01/2023
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin