Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye

  • rojane
  • 09:06 18 Çile 2023
  • |
AMED - Endamê DÎAY-DER'ê Mele Zekî Korkmaz destnîşan kir ku bîr û baweriya mirov çi dibe bila bibe gava jiyana xwe ji dest da divê demildest bê veşartin û got: "Ger astengî li ber veşartinê bên danîn, ev dibe zilm û binpêkirina fermana Xwedê." 
 
Li Tirkiyeyê tahdeya li dijî cenazeyan, binpêkirina mafê veşartin û şîndanînê di salên dawî de zêde bûye. Herî dawî polîsan li Mûşê êriş biribû ser cenazeyê hunermend Mîr Perwer ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de tevî Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil ku li paytexta Fransayê Parîsê hatibû qetilkirin.
 
Endamê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Oli (DÎAY-DER) Mele Zekî Korkmaz polîtîkaya dewletê ya li hemberî cenazeyan nirxand û got ku binpêkirina mafê veşartinê, binpêkirina fermana Xwedê ye. 
 
Zekî Korkmaz
 
‘MAFÊ VEŞARTİNÊ HEYE’
 
Mele Zekî Korkmaz bi ayeta Îsrayê dest bi axaftina xwe kir û got ku dema mirovek jiyana dest bide ji kîjan nijadî dibe bila bibe, bîr û baweriya wî çi dibe bila bibe mafê wî yê veşartinê heye û divê demildest bê veşartin. Korkmaz wiha domand: "Ger astengî li ber veşartinê bên danîn, ev dibe zilm û binpêkirina fermana Xwedê. Ev nêzîkatî ne di olê de ne di exlaqê de, ne di civakan de û ne jî di mirovahiyê de heye. Em dikarin bibêjin yên wisa dikin ji mirovatiyê nesîbê xwe negirtine û ji însanetiyê dûr in.”
 
Korkmaz ji pêxemberê îslamê mînakek da û got: "Dema cenazeyek derbas dibe pêxember radibe ser xwe. Ev tişt nîşan dide ku pêxember ew qas hurmet daye cenaze. Gava radibe sehabeyê wî dibêje, 'ya pêxemberê Xweda ev cenazeyê xeyrî mislîmekî bû.' Pêxember dibêje, 'Beriya her tiştî ew mirov bû.' Ew kes rojê 10’an caran êrîşî pêxember dikir, lê pêxember dîsa jî ji ber cenazeyê wî rabûye ser xwe."
 
Korkmaz da zanîn ku ola îslamê ola edaletê ye û dijminatiyê red dike û wiha pê de çû: "Di hedîsê de wiha tê gotin, kî diziyê, nijadperestiyê bike, ne ji me ye. Yê ku zilmê bike, ew nijadperest e, ew ne ji me ye. Mirovek dema mir ji kîjan nijadê dibe bila bibe, baweriya wî, ola wî çi dibe bila bibe mafê wî yê veşartinê heye. Êdî ev kes bêguneh dimîne û eger astengî li ber veşartinê bên danîn, ev êdî dibe nijadperestî. Ev dide xuyakirin ku ew kes para xwe ji mirovatiyê negirtine."
 
‘BÊDENGÎ GUNEHKARÎ YE’
 
Korkmaz bang li meleyan û her kesî kir ku li ber vê zilam û zordariya li cenazeyan tê kirin rabin û bertekê nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger li hemberî vê bertek neyên nîşandan, ev dibe gunehkarî. Divê temamê mirovan bertek nîşan bidin. Gerek însan hurmeta hev bigrin, zilmê li hev du nekin. Hedîsa dibêje ku 'Ey însan! tu misilman bî yan tu yahûdî bî ferq nake, beriya her tiştî, tu mirov î û divê tu alîkariya birayên xwe bikî. Evên ku astengiyê datînin ber veşartina cenazeyan an jî êriş dikin, ji mirovatiyê dûr in."
 
ÊRIŞ Û TAHDEYA LI CENAZEYAN
 
Di çend salên dawî de ji êrişên li cenazeyan û goristanan hatine kirin hin jê bi vî awayî ne: 
 
* Cenazayê Endama Kongreya Jinên Azad ( KJA) Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10'ê tebaxa 2015'an de li navçeya Gimgimê ya Mûşê hatibû qetilkirin, hatibû teşhîrkirin. 
 
* Haci Lokma Bîrlîk ku di 3'yê cotmeha 2015’an de li Şirnexê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin, cenazeye wî bi pişt wesayîta zirxî ve hatibû girêdan û bi erdê ve hatibû kaşkirin. 
 
* Cenazeyê Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di dema qedexaya derketina derve ya di 2015’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû ragihandin, bi rojan li malê di sarincê de hatibû sekinandin. 
 
* Cenazeyê dayika Taybet Înan a 57 salî ku di 9'ê kanûna 2015’an, di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de ji aliyê tîmên taybet ve hatibû qetilkirin, 7 rojan li kuçeyê mabû. 
 
* Rozerîn Çûkûr ku di 8'ê çileya 2016’an di dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê hatibû qetilkirin, gora wê 4 mehan vala mabû. 
 
* Cenazeyê endemê HPG'ê Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ku di 23’yê gulana 2017’an de li Girê Xelasorê ya Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, di 10'ê nîsana 2020’an de di hundirê qabekê de bi rêya postayê ji malbata wî re hatibû şandin. 
 
* Di navbera 8-17'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê bi makîneyên karî hatibû xerakirin û nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê jê hatibûn derxistin. Paşê hatibû hînkirin ku cenaze di hundirê qutiyên plastîk de li Goristan Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin û ji van cenazeyan heya niha tenê 23 jê radestî malbatên wan hatine kirin. 
 
* Cenazeyê endamê HGP'ê Zindan Yenî ku di îlona 2021’ê de li li gundê Pirejmanê yê navçeya Pîranê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 8 mehan di qutiyekê de radestî malbatê wî hatibû kirin. 
 
* Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê hatibû ragihandin de ji dest dabû, piştî 7 salan cenaze di tûrikekî de radestî bavê wî hatibû kirin.
 
* Polîsan êrişî cenazeyê hunermend Mîr Perwer kiribû ku di 23’yê Kanûna 2022'yan de tevî Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil ku li paytexta Fransayê Parîsê hatibû qetilkirin, kiribû û nehiştibûn kes tev li merasîma cenaze bibe. 

Sernavên din

23/01/2023
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve