Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda

  • rojane
  • 09:04 18 Çile 2023
  • |
img
WAN - Rojnamevan Orhan Karaagar, tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameya Ozgur Gundemê berneda. 30 sal in kiryarên Karaagar nehatine eşkerekirin. 
 
Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar re 30 sal derbas bûn. 30 sal in kiryarên Karaagar ku êvarekê gava diçû malê ji aliyê hin kesên çekdar ve hat qetilkirin, nehatine eşkerekirin. Karaagar ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de 2 sal û nîvan di Girtîgeha Amedê de ma, piştî hat berdan li Wanê bû yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Karaagar ku di sala 1991'ê de, di Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi kar kir, bi dehan caran bi mirinê gef lê hatin xwarin. Lê Karaagar tevî hemû gefan jî got "heya sax bim ez ê rojnameyê belav bikim" û dest ji karê xwe berneda. Karaagar ku di 19'ê çileya 1993'yan de li navenda Wanê hat qetilkirin, heya roja hat qetilkirin jî bênavber rojnameyê belav kir. 
 
Eşref Karaager, birayê Orhan Karaagar got: "Mirovekî baş û şoreşger bû. Ez dibêm ev divêtiyeke mirovbûnê bû. Karaktera şoreşgeriyê di xwe de bi cih kiribû. Me jî ew bi vî rengî nas kir. Piştî darbeyê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Amedê. Piştî hat berdan, hat Wanê di rojnameyê de xebitî." 
 
'HERÎ DAWÎ MIN BIRAYÊ XWE DÎT'
 
Eşref Karaagar diyar kir ku birayê wî di demeke wisa de ku li Tirkiyeyê cinayetên kiryar nediyar zêde çêdibûn rojname belav kiriye û wiha axivî: "Em hemû bifikar bûn. Bi taybetî jî hevjîna wî û dêya min ditirsiyan ku bê qetilkirin. Lê tevî hemû zext û çewisandinan jî Orhan Ozgur Gundemê ji xwe re wekî qada jiyanê bijartibû. Zanibû mirin tê de heye, lê dîsa jî belav dikir. Berî bê qetilkirin, herî dawî min ew dît. Êvarî ez ji kar derketim û çûm çarşiyê. Ez û wî di rê de leqayî hev hatin. Di destê wî de kîsikê nên hebû. Min pirsî bê diçe ku derê, got dê biçe malê. Got, em bi hev re biçin malê. Lê min got, 'karê min heye' û ez pê re neçûm. Kekê Orhan jixwe beriya vê bûyerê hatibû binçavkirin û çend rojan di binçavan de mabû. Di binçavan de gef lê hatibûn xwarin ku dest ji belavkirina rojnameyê berde. Paşê li çarşiyê karê min qediya û ez çûm malê. Çawa ketim hundir, dêya min pirsa birayê min kir. Min ji dêya xwe re got, min ew saet li dor hefê êvarî dîtiye û di destê wî de nan be rbi malê ve diçû." 
 
ROJA HAT QETILKIRIN
 
Eşref Karaagar bilêv kir ku piştî vê axaftina wî û dêya wî bi demeke kurt, polîsan li deriyêw an xistiye û wiha pêde çû: "Derî lê ket. Min got 'birayê min e' û ez çûm ku derî vekim. Ên hatibûn pol,sên sivîl bûn. Gotin, divê tu werî qereqolê. Gava dêya min îtiraz kir, polîsan got, 'tiştek tune ye, dê gavekî din vegere.' Ez bi polîsan re derketim. Rasterast ez birim cihê ku birayê min lê hatibû qetilkirin. Cenazeyê birayê min li wir, li erdê bû. Birayê min qetil kiribûn. Kiryarên wî zevt nekirin û wekî kiryar nediyar ma." 
 
KIRYAR NEHATIN DARIZANDIN
 
Karaager bibîr xist ku piştî birayê wî hatiye qetilkirin bi demekê, îtirafkar Mûrat Îpek û Mûrat Demîr di kovarekê de der barê bûyerê de axivîne û got: "Suîqasteke ku karê ekîba wan bûye. Lê berî ew bên ekîba Kadîr Karataş ev kiriye. Gava me ev di hevpeyvînê de dît, me got 'çi hewce be dê dewlet bike.' Em li bendê man sekinî, lê piştî wextekê hin elemanên Hîzbulahê anîn dadgehê. Lê kes ji ber vê dozê nehat mehkûmkirin, wisa kiryar nediyar ma." 
 
‘TU TIŞT NEGUHERIYE'
 
Karaagar destnîşan kir ku 30 sal derbas bûne lê hê jî zextên li ser çapemeniya azad didomin û wiha got: "Pêvajoyeke hîn xirabtir heye. Hîn bêtir rojnamevanên muxalif û rewşenbîr girt ne. Lê tevî hemû zextan jî em ne bêhêvî ne. Em bawer dikin ku roj bê dê hin tişt biguherin û cinayetên kiryar nediyar eşkere bibin." 

Sernavên din

23/01/2023
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin