Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal

  • rojane
  • 09:03 15 Çile 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Binevş Agal ku bi têkoşîna xwe ya li Cizîrê nemir bûbû, navê wê li her malê ser zimanê her kesî ye û weke efsaneyekê tê bibîranîn. Xwişka Agal, Xanê Agal diyar kir ku Binevş qet ji koka xwe dûr neket û wiha got: “Ew weke keçeke êzidî bi çanda xwe ya kurdewarî mezin bû.” 

 
Ji dîrokê heta niha bi hezaran jinên ku pêşengiya têkoşîna rizgariya Kurdistanê kirine hene. Yek ji van jî jina têkoşer Binevş Agal (Bêrîvan) e. Agal di sala 1966'an de li gundê Bazîwanê ya bi ser navçeya Qubînê ya Êlihê ve wek zarokek malbata êzidî tê dinê. Agal navê xwe ji destana Binevşê ya kurdî ya bi navê "Cembeliyê Mirê Hekkarî û Binevşa Narîn" girtiye. Malbata Binevş jî weke gelek malbatên êzidî ji ber zextên zêde yên piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an koçî Ewropayê dike. Binevş Agal piştî ku tev li nava têkoşîna azadiya kurdan bû navê Bêrîvan li xwe kir. Agal a ku destpêkê diçe rojavayê Kurdistanê piştre jî berê xwe dide navçeya Cizîra Botan. Bêrîvan ango Binevş Agal di demeke kin de bi heybetî, têkoşîn û rabûn û rûniştina xwe cihê xwe di dilê gelê Cizîrê û jinên Botanê de çêdike. Ew tax bi tax jinan birêxistin dike û dibe sedem ku jin li dijî zilma serdest şiyar bibin. Di 16'ê çileya 1989'an de, di operasyona li ser malekî de ku şer dikeve, jiyana xwe ji dest dide. Piştî qetilkirina Agal, navê wê di her malekî de li ser zar û zimanan e.  Ew li navçeyê weke efsaneyekî serdema nû tê binavkirin. 
 
Xwişka Agal, nivîskar Xanê Agal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û qala wê kir. 
 
'BERÎVAN LI SER KOKÊN XWE ŞÎN BÛ'
 
Xanê Agal diyar kir ku Bêrîvan di temenekî biçûk de şoreşa Kurdistanê nas kiriye û xwe di nava şoreşê de dîtiye û wiha got: "Bêrîvan di zarokatiya xwe de çeleng û çalak bû. Bêdeng bû, lê gelek guhdar û şiyar bû. Ji ber van taybetmendiyê wê dayik û bavê min ji wê gelek hez dikirin. Me jî weke xwîşk û birayên wê ji wê gelek hez dikir. Gotineke pêşiyan heye dibêje ku,' xebatkarê xwe be û şêrîna dilê hevalên xwe be' Bêrîvan jî xebatkar bû. Me tevan ji wê gelek hez dikir. Taybetmendiya wê ya herî balkêş jî jîrbûyin bû. Karê wê gelek rek û pêk bû. Naskirina wê ya partiyê li Avrupayê çêbû. Ev naskirin di navbera salên 1989-83'an çêbû. Şoreşê gelek zû bala wê kişand. Piştî ku şoreş nas kir tu astengî pêşiya xwe qebûl nekirin. Şoreşê xîtabê cewherê wê dikir. Ew xwedî cewhereke xweser û xwerû bû. Pir xwezayî bû. Weke ciwanekî jiyana Ewrupa qet ji wê re balkêş nedihat. Ev sekna wê bala mamosteyê wê yê Alman jî kişandibû. Beriya herkesî mamosteyê wê yê Alman ji min re got,' Binevş kesek gelek cuda ye. Ji hevalên xwe tevan cudatire. Ji xwe çalakiya yekem li dibistana pişeyî de kiribû. Komek ji hevalên xwe yên xwendekar komkiribûn û bi cil û bergên Kurdistanî şahî li dar xistibûn. Herkes ji gelek keyxweş bibû. Dîsa gotinek heye, 'giya li ser koka xwe şîn dibe'. Binevş jî qet ji koka xwe dûr neket. Weke keçikeke êzidî bi çanda xwe ya kurdewarî mezin bû. Bi hêza ku ji şoreşê girtî bû xwedî îradeya jineke azad û li nasname û li azadiya xwe xwedî derket. Ji her kesekî re got,' çawa ku dayika kesî nabe dayika mirov welatê kesî nabe welatê mirov jî' piştre berê xwe da welat û veegeriya cih û warê xwe yê pîroz." 
 
'BANDOREKE MEZIN LI SER JINÊN ÊZIDÎ KIR'
 
Agal bi lêv kir ku Bêrîvan bandorek mezin li ser jinên êzidî kiriye û Bêrîvan bûye lêgerîna jinên êzidî ya heqîqetê û wiha domand: "Ji têkoşîna Bêrîvanê çanda têkoşîn û berxwedanê heye. Têkoşîna Bêrîvanê bûye pirek dîrokî di nava kurdan û welat de. Têkoşîna Bêrîvab ji her kurdekî re bûye' ger hûn azadiyê bigerin ne li derveyî welat li welat bigerin' têkoşîna Bêdrîvan bi hezaran ê weke Bêrîvan piştrast kirin û weke gotina birêz Ocalan' Jina azad û xwedî îrade mîsogeriya sekeftinê ye' Jina kurd bi têkoşîna wê bû motora guhertin û nûjemkirina civakê. Ala serhildanê li her derekî di destê jinan de bûye. Ala berxwedanê bi şîara,' jin jiyan azadî' di destê jinên cîhanê de li her qadên jiyanê bilind dibe. Ev jî ji têkoşÎna Bêrîvan û Binevşan ji me re maye. Têkoşîna Bêrîvanê li Avrupayê ji bo nivşê nû û ciwanên êzidiyan bi taybet ji bo jinên êzidî gelek şopên dîrokî li pişt xwe hiştine. Bûye felsefeya çanda xwe naskirin, xwebûn. Di vî warî de bûye mînak. Hêz, moral cesaret daye. Helbet ew dikeve asteke xwedevandiyê. Bêrîvan bûye îlhamek ji bo ciwanên êzidî."
 
'BÊRÎVAN NEMIR E'
 
Bi domdarî Xanê Agal anî ziman ku îro bi saya têkoşîna Bêrîvan û hevalên wê bi pêşengiya jinan li seranserî cîhanê şoreş jinan pêk tê û wiha bi dawî kir: "Mirov dikare têkoşîna Bêrîvan û têkoşîna jinan bi giştî bibîne ku ji sînorê Botanê derbasî Kurdistanê bû û ji wir jî derbasî tevahiya cîhanê bû. Mirov dikare bibêje ronesansa sedsala  felsefeya jinê bi têkoşîna jinê bi serdikeve. Ew statûya klasîk ku ji aliyê hişmendiya mêr ê serdest ve ji bo jinê hatibû avakirin. Bi têkoşîn û îradeya jinê hate hilweşandin. Parastina ekolojiyê, hemû xweza û mirovahiyê ye. Îro jin parastina vê dike. Dîsa têkoşîna hevsiniyek azad,civanek bi exleq û azad heye. Ev jî bi destê jinan pêk tê. Pêwîstiya hemû cîhanê û hemû mirovahiyê bi vê tekoşînê hebû û heye. Lewma tekoşer û pêşengên weke Bêrivan nemirin." 
 
 
 

Sernavên din

20/01/2023
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand