Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin

  • rojane
  • 16:30 14 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê xwestin faîlên Abdullah Canan ê beriya 27 salan hatibû binçavkirin û qetilkirin bên cezakirin.
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqubeta windayan bipirsin û ji bo bersûc bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixistin. Piştî Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin şûnde di hefteya 929'an de bi rêya onlineyê çalakiya xwe li dar xistin. Di vê çalakiyê de dosyaya Abdullah Canan ê di 17'ê Çileya 1996'a de ji Geverê diçû Colemêrgê hat binçavkirin û piştî mehekê şûnde cenazeyê wî hat dîtin, parve kirin. Hate xwestin ku faîlên Canan bên cezakirin. 
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Mûkaddes Şamiloglû xwend. Şamîloglû diyar kir ku ji ber daraz ne bêalî ye loma jî pirsîna hesab tê astengkirin û got: “Hiqûq bûye alavê rejîma otorîter.”
 
SERBAZ YÛRDAKÛL GEF LI WÎ XWAR
 
Şamîloglû pişt re çîroka Abdullah Canan wiha parve kir: “Abdullah Canan ê 43 salî li Geverê karsaz bû. Ji ber li herêmê binpêkirinên mafan rû didan û malbata wî dibû hedef loma serî li dozgeriyê da. Bi 7 xizmên xwe re serlêdan kirin. Giliyê serbazê bi navê Mehmet Emin Yurdakûl kirin. Pişt re Yurdakûl, Canan û 2 kesên din ên gilîyê wî kiribûn gazî tabûrê kir. Xwest dev ji giliyên xwe berdin. Abdullah Canan dema got ew dev ji giliyê xwe bernadin loma jî serbaz Yurdakûl gef li wî xwar. Piştî van bûyeran çend rojan Abdullah Canan, di 17'ê çileya 1996'an de ji bo biçe Colemêrgê ji Geverê vegeriya.
 
HAT ÎNKARKIRIN KU HATIYE BINÇAVKIRIN
 
Li gor beyanên şahidan li ser rêya Gever û Wanê erebeya wî hat sekinandin û hat binçavkirin. Ew bi wesayita zirxî birin Tabura Komando ya Çiya ya Geverê. Malbatê serî li meqamên navxweyî û navneteweyî hemûyan da. Lê belê hat înkarkirin ku hatiye binçavkirin. Di 21'ê sibata 1996'an de cenazeyê Canan ê îşkence lê hatibû kirin ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Canan bi guleyên ji mesafeya kurt hatibû berdan ve hatibû kuştin. Dest, ling û devê wî girtî danîbûn ber qewareke li ser rêya navçeya Gever û bajaroka Bajêrgehê ya girêdayî Geverê.”
 
LI SER FERMANA YÛRDAKÛL, FERMANDAR NÎHAT YÎGÎTER KUŞTÎ YE
 
Şamîloglû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî qetilkirina wî malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da û giliyê Mehmet Emîn Yûrdakûl kir. Li Tabura Geverê Kahraman Bilgiç îtiraf kir ku Canan bi îşkenceyê lêpirsîn kirine. Li ser fermana Mehmet Emîn Yûrdakûl, fermandar Nîhat Yîgîter Canan bi çekê kuştî ye. Di 12'ê mijdara 1999'an de derbarê hemû bersûcan de biryara beratê hat dayin. Malbatê li ser vê yekê di 1'ê kanûna 1997'an de doz bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê(DMME). Navê bersûcan diyar e lê bê ceza hatin hiştin.”
 
DARIZANDINA BERSÛCAN TÊ ASTENGKIRIN
 
Pişt re kurê Abdullah Canan, Tayyup Canan axivî. Tayyup da zanîn bavê wî hatiye kuştin û got divê dawî li mijara ketiye ber demboriyê bê û got: "Darizandina bersûcan ji aliyê sîstemê ve tê astengkirin. Lêkolîneke cidî nayê kirin. Em ê windayên xwe ji bîr nekin. "
 

Sernavên din

20/01/2023
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz