DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin

  • rojane
  • 13:17 10 Çile 2023
  • |
img
AMED - DFG’ê tekildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyanî da. Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu ya di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser 87 rojnamegerên ku di girtîgehan de ne û got: “Heke 87 rojnameger girtîbin 10’ê Çileyê nayê pîrozkirin, em vê roje weke roja têkoşînê dibînin.”
 
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) tekildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endam û rêveberên OHD'ê, MEBYA-DER'ê, MED-DER'ê û gelek rojnameger di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser wêneyên rojnamegerên ku girtîne hebû û “Çapemeniya azad serî natewîne” dinivisî hate hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Çapemeniya azad serî natewîne” berzkirin. 
 
Daxuyanî ji aliye hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglû ve hat xwendin. Muftuoglu, bi lêv kir ku 10 Çileyê tu car ji bo rojnamegeran nebûye roja pîrozbahiye û ev tişt gotin: “Desthilata AKP'ê ku bi gotinên, ‘Demokrasiyê’ bû desthilat welat weke girtîgehê lê kir. Di sala 2016’an pêvajoya OHAL’ê de bi rêya KHK'ê nêzî 300’î sazî û dezgehên çapemeniyê ku di bin kontrola wan de nebûn hatin girtin.”
 
‘AKP WELAT KIR GIRTÎGEH’
 
Bi domdarî Muftuoglu bal kişand ser rojnamegerên girtî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lê tevî hemû zextan jî rojnameger karê xwe dikin. Desthilat dixwaze bi navê ‘Dezenformasyone’ bi kanûna sansûrê dengê rojnamegeran bigire. Parvekirineke li ser medyaya dîjîtal dema desthilat aciz bike dozê vedike. Rojnameger cihê ku li qadan nûçeyan bişopînin ji ber dozan wexta xwe li edliyeyan derbas dikin. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd şert û merc hê girantir dibin. Di van 7 mehên dawî de 27 hevalên me yên rojnameger hatin girtin û hejmara rojnamegerên girtî derket 87’an. Rojnamegerên ku di 16’ê heziranê de li Amedê hatin girtin û hê jî ne diyare bi çi tên sucdar kirin li ser medyaya alîgir tên krîmînalîze kirin. Tevî 7 meh bi ser girtina rojnamegeran re derbasbûn jî derheqê wan de hêj jî lêpirsîn bi dawî nebû ye.”
 
‘BAJAR BIGUHERIN JÎ SEDEM HEMAN E’
 
Muftuoglû, bi bîr xist ku di 25’ê cotmehê de jî 11 rojnameger di lêpirsîna Enqerê ku hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin û got: “Rojnameger bi zext û tundiyan hatin binçavkirin. Dema hatin binçavkirin jî xwestin serê wan bitewînin. Ew dimen jî ji aliye Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ve hat parvekirin. Bi van dîmenan xwestin gefan li rojnamegerên ku li derve mane bixwin. Ji wan 9 rojnameger jî hatin girtin. Di van girtinan de her çiqas nav û bajar biguherin jî tawanbarkirin û sedem heman e. Ji hevalên me nûçeyên ku çêkirine pirsîn.”
 
‘BILA HEMÛ ROJNAMEGER BÊN BERDAN’
 
Muftuoglû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi van girtinan dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo em bikarin rastiyan ragihînin û rojnamegeriyê biparêzin têkoşîna xwe berdewam dikin. Cihê ku 87 rojnameger lê girtî bin ji bo me 10’ê Çileyê nabe rojeke pîrozkirinê, em vê roje weke roja têkoşînê dibînin. Em li vir careke din di serî de hevalên me yên ku li Amed û Enqerê hatin girtin û ji bo hemû rojnamegerên girtî banga berdane dikin.” 
 
 

Sernavên din

03/02/2023
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir