Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye

img
AMED- Lêkolîner Yuksel Genç da zanîn ku gelemperiya hilbijêrên HDP’ê piştgiriyê didin ku HDP bi namzetê xwe tev li hilbijartinê bibe û wiha got: “Hilbijêr pir bihêrs in ku partiyên muxalefetê wan weke hilbijêrên li ber dest dibînin. Vê biryara HDP’ê ya ji bo namzet jî weke vexwendineke bo veguherînê dinirxînin.” 
 
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk, bajarên weke Stenbol, Konya, Amed û Qers jî di nav de bi giştî li 20 bajaran bi hezar û 582 kesan re anketa hilbijartinê kir û encamên wê bi raya giştî re parve kir. Anket, di navbera 23’ê kanûna 2022’yan û 2’yê çileya 2023’yan de hate kirin. Di anketê de para xetayê weke ji sedî 3 û para jêbaweriyê jî weke ji sedî 98 hate diyarkirin. Hat ragihandin ku xebat bi çavkaniyên şîrketê bi xwe hatiye kirin. Di xebatê de pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, tevgerên sosyo-ekonomîk û dengdayîn hate destgirtin û ji beşdaran ji sedî 51,5 zilam û ji sedî 48,5 jî jin bûn. 
 
PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG: ABORÎ
 
Ji beşdarên anketê ji sedî 65,8’an got ku mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê “Krîza aborî/bêkarî” ye. Ji sedî 41,5’an got beşek û ji sedî 25,2’yan jî got ku sedema vê pirsgirêkê jî “Polîtîkayên şer û tundiyê û Operasyonên derveyî sînor in.” Ji beşdaran ji sedî 34,3’yan jê bi erênî nêzî hevdîtina di navbera HDP û AKP’ê de ya ji bo Guhertina Makeqanûnê bûn û ji sedî 25,1’an jî ev neyînî bersiv dan. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ SÛRIYEYÊ DÊ ENCAMÊ NEGUHERÎNE
 
Ji sedî 66’î beşdaran got ku “Operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û operasyonên li derveyî sînor” bandorê li biryara wan nake, ji sedî 15,2’yî beşdaran got dike ku bêhtir girêdayî partiya deng didinê bibin, ji sedî 8,5’an got dibe sedem ku bêbiryar bibin û ji sedî 6,5’an jî got “Ez ê neçim ser sindoqê.” 
 
DI NAVBERA TIFAQAN DE TENÊ PUANEK HEYE
 
Ji bo pirsa “Di halê hazir de hûn dê dengê xwe bidin kîjan tifaqê?” jî ji beşdaran ji sedî 32’yan got “Tifaqa Milet”, ji sedî 30,7’an got “Tifaqa Cumhur”, ji sedî 17,8’an got “Tenê heke namzet ji partiya min be ez ê dengê xwe bidim”, ji sedî 11,3’yan got “ez di şert û mercan de dengê xwe nadim tifaqan”, jij sedî 5,5’an got “Ez bêbiryar im” û ji sedî 2,5’an jî got “Ez ê dengê xwe bidim Tifaqa Ked û Azadiyê.” 
 
AKP DIKEVE HDP MEZINTIR DIBE
 
Ji bo pirsa “We di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de dengê xwe da kîjan partiyê?” ji beşdaran sedî 31,6’an got AKP, ji sedî 21’an got “Min dengê xwe neda”, ji sedî 20,6’an got CHP, ji sedî 10’an got Partiya Îyî, ji sedî 9,8’an got HDP, ji sedî 6,5’an got MHP û ji sedî 0,4’an jî got Partiya Saadetê. Îcar jî pirsa “Heke roja yekşemê hilbijartin were kirin dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” ji heman komê hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 27,7’an got AKP, ji sedî 23,8’an got CHP, ji sedî 11,1’an got Partiya Îyî, ji sedî 10,9’an got HDP, ji sedî 5,4’an got MHP, ji sedî 2,4’an got Partiya Deva, ji sedî 0,7’an got Partiya Saadetê, ji sedî 0,6’an got Partiya Pêşerojê, ji sedî 0,5’an got TÎP, ji sedî 8,2’yan got “bêbiryar im” û ji sedî 8,4’an jî got “dê deng nedim.” Bi vê yekê re dengê AKP’ê kêm bûye û yê HDP’ê jî zêde bûye. 
 
ÇAVÊ HILBIJÊRAN LI HDP’Ê YE 
 
Her wiha pirsa “Di halê hazir de hûn dê dengê xwe bidin kîjan tifaqê?” jî beşdaran hate kirin. Ji beşdarên bo pirsa “Roja yekşemê hilbijartin were kirin dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” gotibûn dê dengê xwe bidin HDP’ê jni sedî 48,3’yan jê got “Heke namzet ji partiya me be ez dikarim dengê xwe bidim”, ji sedî 26,2’yan got “Ez bi tu awayî deng nadim”, ji sedî 19,8’an got “Ez ê dengê xwe bidim Tifaqa Ked û Azadiyê.” Piştre jî pirsa “Gelo hûn dixwazin partiya we bi tifaqekê re bikeve hilbijartinê?” ji beşdaran hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 7,9’an got “Naxêr divê partiya ku ez dengê xwe didimê bi tena serê xwe bikeve hilbijartinan”, ji sedî 33,3’yan got “Ez dixwazim partiya min tev li Tifaqa Milet bibe”, ji sedî 29’an got “Dixwazim partiya min tev li Tifaqa Cumhur bibe”, ji sedî 4,2’yan got “Ez dixwazim partiya min tev li Tifaqa Ked û Azadiyê bibe.” Ji beşdaran ji sedî 10,3’yan got “Bêbiryar im”, ji sedî 8,2’yan got “Ez ê dengê xwe nedim.” 
 
HDP PIŞTGIRIYÊ BIDE KÊ DÊ EW NAMZET BI SER KEVE 
 
Di xebatê de pirsa “Gelo li gorî we dê di hilbijartina serokkomariyê ya di hezîrana 2023’yan de kîjan partî û tifaq bi ser keve?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 36,3’yan got “Namzetê Tifaqa Cumhur”, ji sedî 30,5’an got “Namzetê Tifaqa Milet”, ji sedî 18,2’yan got “Dê namzetê ku HDP piştgiriyê dide” bi ser keve. Ji sedî 9’an jî got “Nizanim.”
 
HILBIJÊRÊN HDP’Î DIZANIN KU DIYARKER IN
 
Ji hilbijêrên HDP’ê ji sedî 82’yan got “HDP piştgiriyê bide kîjan namzetî ew dê bi ser keve.” Her wiha ji sdî 45,50’î hilbijêrên Partiya Saadetê, ji sedî 23,70’ê hilbijêrên Partiya Devayê, ji sedî 22,44’î hilbijêrên CHP’ê dibêjin ku bandora HDP’ê ya di hilbijartina serokkomariyê de heye. Gelemperiya hilbijêrên Partiya Îyî û MHP’ê jî dibêjin bandora wê nîne. 
 
JI SEDÎ 34’AN DIBÊJIN BILA HDP NAMZETÊ XWE BIKEVE HILBIJARTINÊ 
 
Ji bo pirsa “Gelo li gorî we HDP di tûra ewil a Hilbijartina Serokkomariyê de bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê yan na?” ji hilbijêran ji sedî 33,8’an got “Erê bila bi namzetê xwe bikevê”, ji sedî 21,2’yan got “Na bila bi namzetê xwe nekevê û hilbijêrên xwe ji bo tercîhê araste bike”, ji sedî 20,2’yan got “Na bila di nava Tifaqa Milet de piştgiriyê bide namzetê hevpar”, ji sedî 10’an got “Bila namzetekê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de bikev hilbijartinê” û ji sedî 13’an jî got “Nêrîneke min tune ye.” 
 
HILBIJÊRÊN CUMHUR DIXWAZIN HDP BI NAMZETÊ XWE BIKEVE HILBIJARTINÊ 
 
Ji hilbijêrên HDP’î ji sedî 76,5’an got “Bila HDP weke partî bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê.” Balkêşe ku herî zêde hilbijêrên Tifaqa Cumhur xwestin ku HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. 
 
‘BIRYARA HDP’Ê HILBIJÊR MOTÎVE KIR’
 
Koordînatora Navena Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Gunç, nebza hilbijêran a piştî daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê wiha nirxand: “Bi qasî ku em dişopînin, hilbijêrên HDP’î motîve kir û xist atmosfera hilbijartinê. Hesta ku di hilbijartinê de kirdeyeke girîng in di wan de xurt kir. Hilbijêr, dînamîka ku hêza wê derdixîne holê, dixwaze hêza guhertinê ya vê dînamîkê nîşan bide û di vê çarçoveyê de jî partiya xwe bihêz bike. Hilbijêrên HDP’î ku eleqeya dixwestin ji Tifaqa Milet nedîtin, firsendek bi dest xist ku bibêje ‘em jî di hilbijartinê de hene.’ Gelemperiya hilbijêrên HDP’ê vê biryarê erê dikin. Hilbijêr pir bihêrs in ku dengên wan weke dengên li ber dest û hazir tên dîtin. Lewma jî bo wan girîng e ku partiya wan bi namzetê xwe dikeve hilbijartinê.”
 
‘DIKIN KU TIFAQ HINEK SER BIFIKIRIN’
 
Têkildarî bandora biryara HDP’ê ya li ser siyaseê jî Genç ev nirxandin kir: “Beriya her tiştî ev biryar li dijî helwesta muxalefetê ya tevlinekirina HDP’ê ya hilbijartinê, bêpolîtîkatiya wan û parvekirina qoltix û rayeyê destwerdaneke girîng e. Li dijî rejîma otorîter a Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet ku hewl dide xetayên sedsalî yên komarê dîsa dubare bike alternatîfeke sêyemîn e. Bêguman bi vê biryarê her du tifaqan jî vedixwînin veguherîne û jê tê xwestin ku hesaba HDP û gelê kurd jî bikin. Heke HDP vê pêvajoyê biisrar bidomîne, guherîn û veguherîn dê teqez be.” 
 

Sernavên din

14/01/2023
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin