Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Konstantin Gedig (Andok Cotkar) ku di êrişên Tirkiyeyê de li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî nehat dîtin got: “Tirkiyeyê ji bilî terorê û kuştinê tiştek nebir Rojava.” 
 
DAIŞ’ê piştî k udi 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, di 15’ê Îlona 2014’an de vê carê êriş bir ser bajarên rojavayê Kurdistanê. Lê belê êrişên li ser rojava bûn destpêka têkbirina DAIŞ’ê. Li bajarê Kobanê şervanên kurd û dostên xwe bi berxwedanek destanî DAIŞ’ê têk birin û serkeftinê ji cîhanê re ragihandin. 
 
Lê vê carê Tirkiye dest bi êrişên ser Rojava kir. Serokkomarê AKP’yî Erdogan ku digot “Kobanê ha ket wa dikeve” piştre fermana êrişên li dijî bajarên Rojava da. Êrişan bi Efrînê dest pê kir û bi bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dewam kir. Ev konsepta şerê Tirkiyeyê îro bi êrişên hewayî li ser bajar û navçeyên Rojava berdewam dikin. 
 
Ji çar aliyên cîhanê ciwanan berê xwe da nav refên YPG û YPJ’ê û ev têkoşîna enternasyonalîst piştî êrişên DAIŞ’ê jî li Rojava berdewam kir. Êrişên DAIŞ’ê yê li dijî civaka êzidî û bajarê Kobanê bandorê li ser Konstantin Gedig ê ji bajarê Kiel ê Elmanyayê kir û ji ber vê yekê berê xwe da rojavayê Kurdistanê  tev li Komuna Enternasyonela Rojava ya YPG'ê bû. Konstantîn Gedîg ê ku li vir fêrî kurdî bû, paşê navê Andok Cotkar li xwe kiriye. Andok Cotkar ê ku bi salan di qada tenduristiyê de xebatên xwe dimeşand, piştre tev li têkoşîna çekdarî bû. Andok Cotkar di 16’ê cotmeha 2019’an de di êrişa hewayî ya dewleta tirk a li ser Nexweşxaneya Şehîd Roj a Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da. Lê piştî êrişê ku Serêkaniyê ket bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên wê paramîlîter cenazeyê Andok Cotkar nehat dîtin. 
 
Dayika şervanê enternasyonalîst Ute Ruß û bavê wî Thomas Gedig, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn. 
 
 We biryara Konstantin a çûna Rojava çawa pêşwazî kir, tiştek bi we re parve kir? 
 
Kurê me ji me re negot ku biryara çûyîna Rojava û tevlibûna YPG'ê daye. Rojekê wêneyekî ku di balafirê de kişandibû ji me re şand û nivîsî ku ez ê şerê DAIŞ’ê bikim. Em ji tiştên ku me dîtin matmayî man. Ji bo me şokeke mezin bû. Ew rojek berê hatibû serdana me. Li pêşberî me xortekî dostane, bi porekî dirêj, bejnbilind, bi rihekî sor yê barbossa, dengekî kûr û bi kenekî germ hebû. Dotira rojê, wî got ku ew ê şerê rêxistina terorîst a herî barbar a dîroka nêz bike. Her çend gava ku me ev agahî girt ji bo me şokek mezin bû, lê me paşê fêm kir ku çima ew çûye wir û me rêz ji biryara wî re girt. Zilm û qetlîamên DAIŞ’ê yên li ser gelan ji bo Konstantîn êşeke bê tehemûl bû. Andok Cotkar, weke ku Konstantîn piştre li Rojava bi cih bû, biryar da ku di vî warî de berpirsyariyê bigire ser xwe. Em bi biryara kurê xwe serbilind in. 
 
 Gelo dema we xebera mirina Andok bihîst, we çi hîs kir? 
 
 
Em dilsoziya mezin a Andok a ji bo gelê Rojava û Şengalê pîroz dikin, ji bo vê keda ku wî canê xwe feda kiriye re rêz û hurmeteke mezin digirin û wî bi hezkirin bi bîr tînin.
 
Hemşîreyek ku li nexweşxaneyê dixebitî û piştî ku em pê re axivîn, ji me re got ku heta Andok sax be em ê spasdarê wî û yekîneya wî bin. Ji me re got ku kurê me lehengek bûye. Piştî wefata Andok, ji bo ku em vê nirxandina lehengiyê bi dest bixin, em têdikoşiyan. Wekî dêûbavên Alman, em bi xwezayî ji karanîna têgîna 'qehreman' ji ber subjektîvîteya dîroka Alman nerehet û gumanbar bûn. Lê di vê pêvajoyê de ev rewş guherî. Em dilsoziya mezin a Andok a ji bo gelê Rojava û Şengalê pîroz dikin, ji bo vê keda ku wî canê xwe feda kiriye re rêz û hurmeteke mezin digirin û wî bi hezkirin bi bîr tînin. Dema Andok şehîd ket, civaka kurd a li bajarê ku em lê dijiyan bi fikar bûn ku em hêrsa xwe ya li ser mirina kurê xwe nîşanî kurd û Kurdistanê bidin û em ê li wan hêrs bibin. Lê na, em ne ji kurdan, ne ji YPG û ne jî ji YBŞ’ê aciz in. Lê hebûna wî ya li wir kir ku em rêz bigirin. 
 
 Konstantîn wek zarokek malbatek Alman Lİ Rojava bi kurdan re li dijî DAIŞ’ê û Tirkiyeyê şer kir û wek Andok Cotkar jiyana xwej i dest da. Hevgirtina enternasyonal jî bi xwe re serkeftinê anî, piştre li Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela xwerêveberiyê ket meriyetê. Gelo hûn vê hevgirtin ango piştgiriyê çawa dinirxînin? 
 
Em malbatên şervanên enternasyonel ji zarokên xwe gelek tiştan hîn bûn. Em hîn bûn ku têgeha xwerêveberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên mucîzevî bi ser xistiye. Pergala rêveberiya xwexser ango xwerêveberinê tenê ne ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû dinyayê dikare were sepandin û pergala herî demokratîk e. Lewma her keda ku di vê oxirê de hatiye dayîn, hêjayî her cure piştgiriyê ye. Em ji bo vê pergala ku hatiye avakirin spasiya her kesî dikin û em hurmetek mezin nîşanî serkeftin û keda wan didin. 
 
 Konstantîn di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da. Îro jî êrişên Tirkiyeyê li ser Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Her wiha Tirkiye gefa ku wê di bejahiyê de jî êriş bike dixwe… 
 
 
 Tirkiye ji bilî teror û kuştinê tu tişt nebir Rojava. Heke Erdogan xeta sînor a ewledar dixwaze, divê dîwarên xwe di nava sînorên xwe de ava bike.
 
Tirkiye ji bilî teror û kuştinê tu tişt nebir Rojava. Heke Erdogan xeta sînor a ewledar dixwaze, divê dîwarên xwe di nava sînorên xwe de ava bike. Heke pirsgirêka Tirkiyê bi kurdan re hebe, divê di nava welatê xwe de çareser bike. Girîng e ku em tekez bikin ku kurd ji sedî 19’ê nifûsa Tirkiyeyê pêk tînin û ev gel hemû ji mafên xwe yên çandî, heta ji mafên mirovan ên herî bingehîn bê par mane. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Gelo Tirkiye jiyana di nav sînorên xwe de jî tune nake? Ma ew bêhêvîtî û bêbextiyê li ser nîvê nifûsê ferz nake? Gelo di vê rewşê de mirov sîstema otokratîk a Erdogan û bi vî awayî dewleta tirk weke hêzeke îmhayê bihesibîne şaş e? Rewşa heyî ya li ber çavan hewcedarî bi tu nîşaneyên pirsê nahêle.
 
 Cenazeyê Konstantîn piştî salan jî winda ye. Îro cenazeyên bi hezaran kesî li goristanên bêkesan û li peyarêyan tên definkirin, radestî malbatên wan nayên kirin. Tişta ku îro kurd tê re derbas bûne hûn dijîn. Gelo sepanên bi vî awayî li ser cenazeyan tê çi wateyê?
 
Em weke malbateke ku gorek zarokên wan jî tune ye, em dikarin ji malbatên xemgîn ên ku di bin vê terora dewletê de ne, tenê tiştekî bibêjin. Em bi we re şînê digirin. Me zarokên xwe fêrî nirxên wek dilovanî, edalet, rêzgirtin, dadmendî, berpirsiyarî û heqîqetê kir. Zarokên we li aliyê rasteqîn bûn. Bi wan serbilind bin! Wêrekî û îrade nîşan dan. Di vî şerê qirêj de mirov man. We, wekî dêûbavên wan, her tişt rast kir. Tabloya di encamê de derketiye holê berpirsiyariya dewleta tirk e. Sûcdar hikûmeta dewleta tirk e. 
 
Di rastiya xwe de Tirkiye ew welat e ku li ser cenazeyan siyasetê û hovîtiyê dike ye. Almanya hevrêyê wê yê bêdeng e. Baerbock ji bo çend ciwanan naxwaze Tirkiyeyê hilde miqabilî xwe. Ew û Wezîra Karên Navxweyî Nancy Faeser, li gel ku dizanin ku gaza bijehrî û fosfora spî dibe sedema kuştina mirovan jî lê tercîh dikin ku bi destê wezîrên tirk bigirin. Ji bo ku ev her du wezîrên jin ên Alman şiyar bibin, gelo çi hewce dike? Gelo wê ambargoya Alman ji bo Tirkiyeyê kengê pêk were? 
 
 Gelo hûn helwesta Ewropayê ya li dijî êrişên hewayî û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava çawa dinirxînin? 
 
Divê ku Ewropa zextan li ser Tirkiyeyê bike ku êrişî Rojava neke û dawî li van êrişên xwe bîne. Êrişên Tirkiyeyê wê bike ku pêlek nû ya koçberiyê ber bi Ewropa ve dest pê bike. Ewropa divê tevî ku Tirkiye endama NATO ye jî, biryara ambargoyê ango ceza bide Tirkiyeyê. Divê ku Ewropa ji bo ewlehiya gelê Kurdistanê tavilê tiştek bike û pêwîste ambargoyê deyne ser Tirkiyeyê. 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose 
 

Sernavên din

14/01/2023
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin