'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'

img

AMED - Rojnamegerên ku li qadan tevî zext, zor, binçavkirin û girtinên desthilatê jî kar û xebatên xwe dimeşînin destnîşan kirin ku gelek rojnameger 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin di girtîgehan de pêşwazî dikin û anîn ziman ku ji bo roja rojnamegeran bê pîrozkirin divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan.

 
Ji sala 1962’yan ve 10 Çileyê li Tirkiyeyê weke Roja Rojnamegerên ku Dixebitin tê pîrozkirin. Ji bo desthilat û pergalê her çi qas ev roj weke pîrozbahiya rojnamegeran tê dîtin jî rojnameger bi salan in di nav zext, tundî û astengiyan de kar û xebatên xwe dikin. Rojnamegerên ku, bi qetilkirin, binçavkirin û girtinan re rû bi rû ne vê roje weke pîrozbahî nabînin û ji bo azadiya çapemeniyê têdikoşin. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 87 rojnameger vê rojê di girtîgehan de pêşwazî dikin û derheqê gelek rojnamegerên ku li derve kar û xebatên xwe dikin jî doz hatine vekirin. Rojnamegerên ku li qadan nûçeyan dişopînin jî bi zext, tundî û astengiyên polîsan re rû bi rû dimînin. Herî dawî jî desthilata AKP’ê û MHP’ê ‘Qanûna Sansûrê’ di Meclise re derbas kir û bi vê qanûnê dixwaze hemû çapemeniyê têxe bin kontrola xwe. Lê tevî van zext û zoran jî rojnameger li qadan ji bo rastiyê bigihînin gel têdikoşin. 
 
Rojnamegerên ku li qadan nûçeyan dişopînin diyar kirin ku ev roj ji bo wan ne rojeke pîrozbahiyeyê, dema çapemenî azad bû û rojnameger nehatin girtin ew dê vê rojê pîroz bikin lê niha ji bo wan ev roj roja têkoşînê ye. 
 
‘LI QADAN ROJNAMEGER NEMANE’
 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can bi lêv kir ku ji ber zext û tundiyan her ku diçe li qadan nûçegihan kêm dibin û weke sedema vê yekê jî sepanên desthilata AKP’ê û MHP’ê nîşan dan. Can axaftina xwe wiha domand: “Berî ku em qala Roja Rojnamegeran bikin divê em rastiya rojnamegerên li vî welatî bibînin. Yanî dibêjin Roja Rojnamegerên ku Dixebitin lê li qadan her ku diçe rojnameger kêm dibin. Li Kurdistanê ji bilî rojnamegerên çapemeniya azad pir kêm rojnameger hene. Sedema vê jî desthilat zextê li çapemeniya ku ji wan re serî natewîne dike. Desthilat ji sedî 90 çapemenî xistiye bin kontrola xwe. Tevî ku li welat binpêkirin, zext û zor hene jî li qadan nûçegihan tune ne. Yên ku hene jî ji aliye desthilatê ve dibin hedef û tên girtin.”
 
‘EM NIKARIN QALA ROJA ROJNAMEGERIYÊ BIKIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Can bal kişand ser rojnamegerên çapemeniya azad ku hatin girtin û wiha pê dê çû: “Di 16’ê heziranê de dema 16 hevalên me hatin girtin jî me ev yek dît, dîsa di salvegera Komara Tirkiyeyê de 9 hevalên me hatin girtin. Ev rojnameger ji ber ku rastî radigihandin gel hatin girtin. Yek ji van jî rojnameger Emrûllah Acar bû, wî dengê Emîne Şenyaşar ji gel re radigihand, her wiha hevalên me yên din jî wisa. Yanî ji ber wê ji bo em bikarin vê rojê pîroz bikin divê xwedî li rojnamegeran bê derketin lê mixabin heta rojnameger neyên girtin di xema kesî de nînin. Piştî ku tên girtin jî bi daxuyaniyan bisînor dimînin. Ji bo ew roj bê pîroz kirin divê li vî welatî edalet û azadiya ramanan pêk were heta ev yek nebe ne em dikarin qala rojnamegeriyê ne jî qala roja rojnamegeriye bikin. Li qadan rojnameger her tim rastî, zext, tundî û astengiyan tên. Dema nûçeyeke girîng çêdikin derheqê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Herî kêm 87 rojnameger îsal di girtîgehan de vê rojê pêşwazî dikin. Ji bo roja rojnamegeran bê pîroz kirin divê rojnameger serî li hemberî desthilatê netewînin, di destpêke de rojnamegerên çapemeniya azad û hemû rojnamegerên girtî bên berdan.”
 
‘TEVÎ ZEXT Û ZORAN JÎ ROJNAMEGER DEV JI RASTIYÊ BERNADIN’
 
Nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin jî destnîşan kir ku bi salan e li dijî çapemeniya azad êrişên dewletê hene û ev tişt anîn ziman: “Di salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin. Niha jî gelek hevalên me hatin girtin û di girtîgehê de ne. Yên ku bi zilm û zorê re rû bi rû dimînin rojnameger bi xwe ne. Yên ku rastiyê dibînin û bi çavên yekemîn li bûyeran dinêrin dîsa rojnameger in. Ji ber wê di civakê de rol û mîsyona çapemeniyê gelek girîng e. Rojnameger her tim rastî zext û zoran tên lê tevî vê yekê jî dev ji nivîsandina rastiyan bernadin. Hevalên me hatin girtin lê tevî vê yekê jî dev ji rastiyê bernedan. Armanca wan ew bû ku heqîqetê bigihînin gel.”
 
‘CIHÊ ROJNAMEGERAN NE NAVA ÇAR DIWARA NE’
 
Bi domdarî Aydin, bi lêv kir ku rojnamegerên jin li qadan her tim rastî zext, tundî û êrişên zayendperestî tên û bi awayekî azad nikarin kare xwe bikin. Aydin anî ziman ku rojnameger 10’ê Çileyê di girtîgehan de pêşwazî dikin û wiha got: “Heke rojnameger peywîra xwe ya civakî bi cih neînin rastiyê negihînin civakê ew civak jî kor dibe. Ji ber wê rojnameger çav û guhên civakê ne. Hevalên me yên rojnameger jî ji ber ku rastî derxistin holê hatin girtin. Di mehên hezîran û cotmehê de du caran li dijî rojnamegeran êriş pêk hat. Rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Di Roja Rojnamegeran de bi dehan hevalên me di nav çar diwaran de dîl hatine girtin. Em dê ji bo hevalên xwe yên girtî jî têbikoşin. Em naxwazin di vê rojê de rojnameger dîl girtî bin. Cihe rojnamegeran ne nava çar diwaran e cihê wan qad in. Divê li qadan bi awayekî azad peywîra xwe bi cih bînin.”
 
‘JI BO ROJNAMEGERÊN KURD NE ROJEKE PÎROZ E’
 
Nûçegihana Rojnameya Xwebûnê Medya Bal jî tekildarî rojê diyar kir ku ji bo rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên ku Dixebitin ne rojeke pîroz e û ev tişt gotin: “Ewqas hevalên me hatin girtin, di nav ewqas zext û tundiyan de mirov nikare behsa pîrozbahiya vê roje bike. Desthilata heyî bi awayekî faşîzane nezî civakê dibe. Desthilat dixwaze rastiyê ji gel veşêre, qeyraneke aborî heye, li dijî kurdan şer heye desthilat jî dixwaze vê rastiye veşêre. Desthilat naxwaze ji bilî çapemeniya wan, propagandaya wan were kirin an jî nûçe û nivîs bên parvekirin. Çapemeniya azad jî ji bo civakê têdikoşê ji ber wê dibin hedefa desthilatê û tên girtin.”
 
‘DIVÊ CIVAK XWEDÎ LI RASTIYA XWE DERKEVE’
 
Bal, anî ziman ku tevî zext û zoran ew paş ve gavê naavejin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çapemeniya azad di dîroka xwe de ji bo rastiyê bigihîne civakê têkoşiyayê. Ji ber wê jî ji aliye desthilatan ve rojnameger hatine qetilkirin û girtin. Lê tevî vê yekê jî paş ve gav neavetiye. Niha jî rojnameger tên girtin, malperên me tên qedexekirin û rastî astengiyan tên. Lê em jî weke endamên çapemeniya azad em ê li ber xwe bidin û em ê li ser rêya ku xebatkarên çapemeniya azad avakirine bimeşin. Hewceye civak jî xwedî li rastiya xwe derkeve ne ku xwedî li rojnamegeran derkeve. Civak dema hebûna xwe xwedî derkeve, çapemeniya azad jî dê bikaribe kar û xebatên xwe bi awayekî azad bimeşîne.”
 

Sernavên din

14/01/2023
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin