DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist

img

AMED - DMA’yê bi boneya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê panelek li dar xist. Di panelê de hate dest nîşan kirin ku cihê şanaziyê ye ku jin pêşengtiya vê raperînê dikin û wiha hate gotin: “Heke siyaseta kurdan û Îranê erka xwe bi cih bîne, dê rejîma teokratîk ya Îranê hilweşe.”

 
Dibistana Marksîst Li Amedê (DMA) li Amedê, li Otela Demîr ya navçeya Sûra Amedê panela bi navê “Îro û sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê” li dar xist. Panela ku moderatoriya wê Şerefxan Cizîrî dikir, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mahmoud, Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir, Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Xecê Şen û Bangawazê Dibistana Marksîst a Amedê Sînan Çîftyurek wek axaftvanan cih girtin. Di panelê de raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat nîqaşkirin.
 
‘RAPERÎN DÊ BANDORA XWE LI HEMÛ KURDISTANÊ BIKE’
 
Ewilî Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Dr. Kawa Mahmoudî axivî û dest nîşan kir ku qeyrana ku li Îranê çêbûye, qeyrana dewlet û desthilatê ye. Mahmoud da zanîn ku ev îdeolojiya olî ya li Îranê dixwaze xwe li ser civakê ferz bike û wiha got: “Ji hêlekê ve jî qeyran, qeyrana aboriyê ye. Desthilat her tiştî ber bi xwe ve dibe. Jiyana welatiyan ya rojane zêde lê baldar û hişyar nabe. Dixwaze xwe û îdeolojiya xwe li ser civakê ferz bike. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên tên lidarxistin ne bi tenê jinê ve girêdayî ne. Xwepêşandan û gelên Îranê doza gelek tiştên din jî dikin. Mesele ya azadiyê, demokrasiyê û gelek tiştên din jî ye. Problema wan ya sereke li gorî min tûnebûna serokekî ye. Lê niha xwepêşandan xwe bi xwe rêxistin dikin û li gor vê tevdigerin. Heke serokek wan hebûya ku ji wan re biba rê, dê her tişt cûdatir bûya. Gelek kes çalakiyên li Îranê dişibîne ya bihara ereban. Lê di bihara ereban de xwestek ne zelal bûn. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwestek zelal in. Azadî, wekhevî, mafên jin û mêran, demokrasî xwestekên sereke ne û zelal in. Hewce ye mirov van cûdahiyan bibîne. Raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê bandora xwe li tevahiya Kurdistanê bike. Taybet jî li başûrê Kurdistanê. Ji ber ku pirsgirêkên me li wir jî hene.”
 
‘DI KURDISTANÊ DE HERTIM BERXWEDAN HEBÛYE’
 
Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Xecê Şenê jî da zanîn ku di heqîqeta kurd û Kurdistanê de û taybet jî di heqîqeta hebûna jinên kurd de, her tim çanda berxwedaniyê hebûye. Şenê diyar kir ku ji dîroka mirovahiyê û heta niha rûhê berxwedaniyê di her serdemê de xwe jînde kiriye û her tim jiyaneke nû afirandiye. Şenê wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Ev jiyan hem di warê zimanî-çandî de û hem jî di warê civakbûyînê de hebûna xwe parastiye. Em vê çanda berxwedanê ji dîroka komara Mehabadê û ji rêzikên helbestên Mestûre Kurdistanî, ji sirûda kurdî Ey Reqîp a ku Leyla Qasîm li ber darê îdamê hawar kirî, ji sembola berxwedana mala Eliyê Ûnis Rindê Xan, Zarîfe û Besêyan baş dizanin û bi giranî jî hîs dikin. Li Kurdistanê yên ku yekem car li dijî zilmê û her cureyên desthilatdariyê serî rakirine jin in. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de jinan weke 'Qeheramên Bênav' pênase dike. Her çiqas panela me piranî li ser Raperîna Rojhilatê Kurdistanê û pergala Îranê be jî, em nikarin îro ji dîrok û rastiya vê xakê ya dîrokî cuda binirxînin, an jî em nikarin yek hêlekî Kurdistanê şîkar û şîrove bikin.”
 
BAL KIŞAND LI SER REWŞA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ’
 
Şenê bal kişand li ser rewşa zimanê kurdî û ev tişt gotin: “Li Tirkîyê qedexeya li ser ziman, çand, hûner û nirxên neteweyî, pişaftin, xwepişaftin li ser nirxên ziman, çand û erdnîgariya kurdan biyanîbûn pêk anîne. Navê vê jî jenosîta çandî ye. Qaşo di zagonên Îranê de qedexeya zimanê, çand, hûnera kurdî tune ye, her kes dikare bi azadî ziman û çanda xwe bijî. Li Îranê kurdên me yên Rojhilatê weke eyalet bi çanda xwe ya kurdîtî dijîn. Ev jî tê wê wateyê ku kurd bi her awayî mafê xwe yên kurdîtîyê dijîn. Anku pergala rejîma Îranê wisa dide xuyakirin û ev heta astekê hatiye pejirandin jî. Ev jî di nav pergala xwe de bi şêweyeke din polîtîkayên helandina ziman û çanda gelê kurd e.”
 
‘HEMÛ BEŞÊN KURDISTANÊ DI BERXWEDANEK MEZIN DE NE’
 
Şenê derbarê raperîna Kurdistan û Îranê de diyar kir ku rejîma Îranê piştî qanûna Îslamî ya sala 1979'an a xala 14'an ku hemû jin, mêr wekhev in û xwedî maf in û şûn de, polîtîkayên recm, îdam û her hwd. li ser jinan dan meşandin. Şenê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin wek 'polîsên exlaqê' di cihên asayîşê de hatine peywîrdarkirin. Anku piştî pênaseya zagona xala 14'an ku hemû jin, mêr wekhev in û xwedî heman mafî ne û şûn de her tişt berevajî polîtîkayên desthilatdarîyê hatine bipêşxistin. Jina kurd a sîyasetmedar Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê yên ku di 9'ê Gulana sala 2010'an de hatin îdamkirin di encama berdewama van polîtîkayên desthiladariyê de pêk hat. Taybet jî di çarçoveya xala 14'an de ku zagona 'polîsên exlaqî' bi pêş xistin, ji gelek hêlan ve zerarên herî mezin dane gelê Îranê û taybet jî dane jinên me yên Rojhilatê Kurdistanê. Herî dawî jîna Emînî ji ber laçika serê wê ji bo civakê neguncav e ji hêla polîsên 'exlaqî' ve hat qetilkirin, di rastiya xwe de rûyê zagonan, edaleta şerîetê ya Îslamî ya Îranê ye. Raperîna gelên Îranê ku yekem car bi mehkûmkirina kuştina Jîna Emînî û dijberiya xwepêşadana parastina rewa her ku diçe bi berxwedaneke bêhempa didome. Di serî de xwendekarên zankoya Şerîf, mamosteyên zanko- dibistanan, hûnermend û hemû beşên civakê vêgavê di berxwedaneke mezin de ne.”
 
‘EM GELEK ŞANAZIN KU JIN PÊŞENGTIYÊ DIKIN’
 
Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir jî wiha got: “Di sala 1979’an de rejîma dîktatora Şah ya Îranê hilweşiya lê li şûna wê dîktatoriyekî olî hate danîn. Tu tiştên bingehîn ne guhertin. Tenê yêk çû, yeke din hat şûna wê. Ev raperîn û tekoşîna ku niha hatiye destpêkirin, li dijî rejîma olî ye ku zor û zextê li welatiyên xwe dike. Dirûşmeyên ku îro tên bikartînin, li hemû dinyayê belav bûye. Îro li Îranê jî, li awropa jî, ji hêla gelan ve tên bikaranîn. Kûştina Jîna Emînî fîşeka pêşiyê bû û her roj jî pêşde diçe. Di hêla ziman de jî, erê îro li Îranê zimanê kurdî di dibistanan de tê nîşandan û qedexe li ser tuneye. Lê di pratîkê de tu ferqa wê û qedexeyê tuneye. Daxwaza raperînê reform û guhertin e. Bi pêşengtiya jinê re hat destpêkirin û daxwaza guhertinekê dike. Em gelekî şanazin ku jin pêşengtiya vê yekê dike.”
 
‘HEWCE YE KURDISTAN Û ÎRAN ERKA XWE YA SIYASÎ BI CIH BÎNE’
 
Herî dawiyê Bangawazê Dibistana Marksîst a Amedê Sînan Çîftyurek axivî da zanîn ku ew di destpêkê de silavên xwe ji jînên rojhilatê Kurdistanê û Îranê re dişînin. Çîftyurek di berdewamê axaftina xwe de wiha got: “Wan singê xwe daye ber guleyên rejîma teokratîk ya Îranê û li ber xwe didin. Ez bi taybetî jî gelê kurd û belûc silav dikim. Rejîma Îranê komkujiyên xwe yên mezin li ser van her du gelan pêk anî. Gelê kurd bi salan e doza serxwebûna xwe dike. Lê ji ber ku yekitiyeke me tuneye em nikarin serbikevin. Gelê kurd ev çar meh in li ser esasên partiyên xwe li kolana ne û li hember ewqas komkujî û daliqandinan paşve gav ne avêtine. Vê raperînê bandorek mezin li ser rejîma Îranê kir. Her ku diçe rewşa raperîna Îranê ber bi şoreşê ve diçe. Heke siyaseta kurdan û Îranê erka xwe bi cih bîne, dê rejîma teokratîk ya Îranê hilweşe. Gel li kolanan têdikoşin, lê siyaset ewqas xurt nîne ku ber bi encamekê ve here. Hewce ye ku demildest Kurdistan û Îran erka xwe ya siyasî bi cih bîne.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

14/01/2023
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin