Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?

STENBOL - Yûsûf Kûrtay, bavê Îsa Kûrtay ê HPG'î ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû got: "Gava ji min re gotin ez jî bi wan re mirim. Çima her kes tenê temaşe dike?" 

 
Di êrişên bi çekên kîmyewî de yên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê, 11 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de ku di 27'ê Kanûna 2022'yan de hatibû dayîn, nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn belavkirin. Tevî 11 endamên HPG û YJA-Starê yên vê dawiyê, heya niha 55 endamên HPG û YJA-Starê ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ji 11 kesên vê dawiyê jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) bû. Kûrtay, di sala 1983'yan de li gundê Nerzivan ê navçeya Qulpê ya Îdirê hatiye dinyayê û di sala 1994'an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kiriye. Kûrtay, piştî ku birayê wî Mûhammed Kûrtay di sala 2016'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide, dibêje "Ez ê biçim cihê ku birayê min lê îehîd ketiye bibînim" û berê xwe dide Kobanê. Lê belê di vegerê de li Rihayê tê girtin û wî dişînin girtîgehê. Kûrtay, nêzî 2 sal û nîvan di girtîgehê de dimîne û gava tê berdan di 10'ê çileya 2019'an de tev li PKK'ê dibe. 
 
Yûsûf Kûrtay, bavê Îsa Kûrtay, behsa têkoşîna kurê xwe kir û têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî axivî. 
 
'ZILMÊ QEBÛL NEKIR'
 
Kûrtay diyar kir ku kurê wî tu carî neheqî qebûl nedikir û got: "Qethiyen heqareta li wî dihat kirin qebûl nedikir. Gepa devê xwe dida hevalên xwe. Lê gava tu li tela wî biçûna an wî li te dixist an jî te li wî dixist." 
 
Kûrtay anî ziman ku kurê wî tu carî kesî tahl nedikir û wiha behsa kesayeta kurê xwe kir: "Kes ji wî aciz nedibû. Heqaret li tu kesî nedikir. Mirovekî wisa bû. Lê gava yekî bela xwe tê bidana, qethiyen ji wî xelas nedibû. Kesekî pir jêhatî bû. Qethiyen ji rastiya xwe tawiz nedida. Gere bi ya xwe bikira." 
 
Kûrtay behsa dema çûna kurê xwe ya ber bi Kobanê ve jî kir û ji bo wê demê ev tişt gotin: "Di sala 2016'an de çû û nehat. Ji Rihayê polîsekî telefon kir. Got, 'Îsa di destê me de ye.' Bi qasî 2 sal an jî du sal û nîvan di girtîgehê de ma. Li girtîgehê ket greva birçîbûnê û 91 rojî di grevê de ma. Piştî wê grevê gelek caran nexweş ket. Gava hat berdan û hat malê, pir zihîf bûbû. Perîşan bûbû. Me ew bir nexweşxaneyeke taybet, derman xwarin. PIştî wê bi 3 mehan, di 10'ê Çileya 2019'an de çû. Neheqî li Îsa hat kirin. Wî zilm û heqaret qebûl nedikir. Li girtîgehê çi dîtibe û çi hatibe serê wî, çi hîn bûbe, çi pê re mabe da dû wê." 
 
‘EZ BI WAN RE MIRIM'
 
Kûrtay diyar kir ku piştî ku kurê wî tev li PKK'ê bûye tu xeber jê negirtine û ji bo xebereke nexweş nebihîse demeke dirêj li televîzyonê temaşe nekiriye. Kûrtay da zanîn ku kurê wî yê li Swêdê telefonî diya xwe kiriye û xebera daye wê û got: "Gava ez çûm malê, gotin 'Îsa şehîd ketiye.' Gava gotin 11 heval şehîd ketine, ez jî bi wan re mirim." 
 
Kûrtay bilêv kir ku dike nake mirina bi çekên kîmyewî qebûl nake û got: "Pir li zora min diçe. Çawa van tiştên qedexe li hemberî van mirovan bi kar tînin? Ka mafên mirovan, çima her kes tenê temaşe dike?" 
 
 

Sernavên din

26/04/2023
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne