Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Îbrahîm Seydo Aydogan di nivîsa xwe ya vê hefteyê de qala Komkujiya Parîsê ya duyemîn ku sê kurd hatin qetilkirin dike û hûrguliyên balkêş vegotiye. 
 
Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Xwebûnê Îbrahîm Seydo Aydogan ku şahidiya kêliya Komkujiya Parîsê ya duyemîn dike li ser hûrguliyên komkujiyê di kunciknivîsa xwe ya vê hefteyê de rawestiyaye û qala bûyerê kiriye. 
 
Berfirehiya nivîsa Îbrahîm SeydoAydogan wiha ye: 
 
"Ji Şerîf Paşa heta bi Bedirxaniyan, Parîs di dîroka kurdan de xwedan cîhekî girîng e. Peymana Sewrê ya ku hesabê Kurdistaneke azad dikir jî li wira hatibû îmzekirin. Li derveyî Kurdistanê, yekem zanîngeha ku cih daye beşa ziman û wêjeya kurdî jî her li Parîsê ye.
 
Li Fransayê, nêzî sê sed hezar kurd hene ku pirraniya wan li Parîs û derdora wê dijîn. Li goristana wê ya mezin, gorên Ahmet Kaya û Yilmaz Guney û Abdulrehman Qasimlo jî hene ku bûne cîranê Marcel Proust û Oscar Wilde.
 
Piştî 12’ê îlona 1980’ê û cûntaya li Tirkiyeyê, bi taybetî jî piştî 1990’î, kurdên ku ji ber zilm û zorê reviyan, ref bi ref hatine Fransayê. Xwendekar di nava wan de hindik bûn, bêtir li van deveran di nava karên înşaat û restoranta de ne, pirr kêm kes di nava wan de hene ku bazirganiyê dikin. Di nava kurdên Fransayê de, rojnameger, hunermend û akademîsyen jî bi hejmara xwe ve her ku diçe zêdetir dibin.
 
Kurdên Fransayê li derdora komeleyên xwe bi rêxistin in. Navenda Komeleyên Kurdî yên li Fransayê jî her li Parîsê ye û di nava gel de weke Komeleya Ahmet Kaya tê naskirin.
 
Ji bilî şûnwariya li Parîsê, ev bajar ji bo kurdan bûye cihekî weha ku du caran komkujî li ser kurdan di nava wê de hatiye kirin. 9’ê çileya 2013’an, sê jinên kurd ên çalakvanên siyasî, bûn armanca êrîşeke kujer. Deh sal piştî wê, 23’ê kanûna 2022’an, dîsa sê kurd, vê carê li ber deriyê Komeleya Ahmet Kaya hatin kuştin.
 
Qet hewce nîn e ku mirov ji xwe bipirse ka gelo kî li dû vê komkujiyê ye. Gladyoya ku ji Tirkiyeyê tê birêvebirin dîsa li ser kar e. Rêvebirên hikumeta Tirkiyeyê her roj gefan li kurdên Ewropayê dixwin û em dizanin ku balyozxaneya Tirkiyeyê ya Parîsê navenda çalakiyên dijkurd a Ewropayê ye.
 
Em dibêjin komkujî, lewre agahiyên jêrê yên li ser qetlîama 23’ê kanûnê nîşan didin ku planeke mezin heye û hemû bûyer divê di nava hev de werin nirxandin :
 
* Kujer di demeke weha hatiye ber Komeleyê ku wê saetê kes li Komeleyê tune ye. Girse, rêvebir û endamên Komeleyê, bêtir dawiya hefteyê, piştî nîvro an berêvarkî tên komeleyê. Hingê, kujer ji deverinan fêr bûbû ku civînek li komeleyê heye.
 
* Kujer di îfadeya xwe ya ber polîsan de dibêje ku wî qerebalixî hêvî dikir. Dide zanîn ku wî çend tûr jî li derdora komeleyê avêtine lê belê kes nehatiye. Hingê, wî zanîbû ku hin kes dê werin.
 
* Ji bo ku mirov wê saetê li benda qerebalixiyê be, divê hayê mirov ji hin tiştan hebe. Tenê îstixbarata fransî dikare hay jê hebe ku wê saetê hin kes dê bihatana wê deverê.
 
* Di çapemeniyê de ji destpêkê ve tê gotin ku “civîneke girîng bi kesên girîng” dê pêk bihataya lê belê ew civîn hatiye paşxistin. Tiştekî weha tune ye. Civîneke tevgera jinan hebû, lê saet di 14’an de bû. Yeka din jî ji bo amadekariya çalakiyên 9’ê çileyê bû lê saet di 18’an de bû. Dimîne hevdîtina me. Lewre me du roj berê li hev du kiribû ku em di navbera 11 û 12’an de hev du bibînin.
 
* Vê demê gellek civîn û hevdîtin li komeleya Parîsê çêdibin, lewre amadekariya çalakiyên ji bo salvegera qetlîama 9’ê çileyê heye. Evîn jî li wira li benda min bû da ku ez di amadekirina bangên nivîskî û pankart û dovîzan de alî wê bikim.
 
* Evîn saet 11 :34’an de peyamekê dişîne ji hevaleke me ya çapemeniyê re. Her weha saet 11 :36’an de peyameke din dişîne ji hevalekî me yê rêvebir re. Hingê, kujer hê nehatiye.
 
* Abdulrahman Kizil cara dawîn saet 11 :37’an de di whatsapê de xuya bûye. Ew li komeleyê bû, lewre bîsteke din diviya biçûya ser doktor ji bo tedawiya xwe ya penceşêrê.
 
* Mîr Perwer berî êrîşê hatiye komeleyê, çaya xwe vexwariye û derketiye. Ji hevalekî re dibêje ku hevdîtineke wî bi hevalekî wî re heye. Bi dû re derdikeve derve.
 
* Ez, li gorî saeta ku li ser bilêta min a parkîngê heye, saet 11 :39’an ketime parkînga bin erdê. Heta wê kêlîkê jî dengê teqînê nehatiye kesî. Lewre ez pêşî derdora 11 :30’an hatim kolana ku ji komeleyê bi qasî sed metreyan bi wê de. Ji ber ku mirov nikare xwe li ber komeleyê park bike, em bêtir li derdor an nêzîka wê park dikin. Ez ji tirmbêla xwe daketim û ber bi komeleyê ve meşiyam. Bi dû re sekinîm. Min nizanîbû ka ez ê çiqasî li komeleyê bimama, lewre piştî nîvrojê jî min diviya azmûneke Zanîngeha Kobaniyê bi rê ve bibiraya. Lewma min got ku ya baş ew e ku ez trimbêla xwe li kolanê daneynim da ku ez cezayê parkîngê nedim ; hema ez trimbêlê bixim parkînga bin erdê ku çend qirûşên wê zêdetir in lê belê mirov tengav nabe. Hingê ez vegeriyam trimbêla xwe. Heger li derdorê teqîneke çêbibibûya me ê bibihîstaya.
 
* Navbera parkîngê û komeleyê bi peyatî 3 an 4 deqîqe ye. Ji xwe ez di parkîngê de nemam û, piştî ku min trimbêla xwe danî, rasterast derketim derve.
 
* Kujer bi trimbêlekê hatiye nêzîkî komeleyê. Jinek û du zilam di trimbêlê de ne. Di destê kujer de çenteyek heye. Bi giştî, 29 cercûr bi xwe re anîne ku 4 li ser wî ne, 25 di nava qutîkekê de û di çenteyî de ne. Hingê amadekariya komkujiyeke mezin hatiye kirin.
 
* Çima 29 ?
 
* Ji ber ku hin agahiyên li ser komkujiya 9’ê çileyê di bîra min de hene, ez dikarim bibêjim ku kujer dixwaze peyamekê bide me. Lewre di dîrokê de heta nuha 29 serhildanên kurdan çêbûne. Roja 9’ê çileyê, bi êrîşa ser sê jinên kurd ve, dijminan dabû zanîn ku ew ê pişta kurdan bişkînin û herî zêde fîşek berra devê wan dabûn. Lewre wan her sê jinan peywendiyên dîplomatîk datanîn û ji çapemeniya ewropî re dipeyivîn.
 
* Kujerê 23’ê kanûnê ji polîsan re gotiye ku ew dijminê biyaniyan e lê belê li Fransayê gava ku mirov dibêje “biyanî”, bêtir ereb an reşik tên bîra mirov. Kurd li Fransayê nakevin kategoriya biyaniyên ku li ber çavan in, ne ji wan biyaniyan in ku xelkê fransî behsa wan bike. Bêtir ji wan tê hezkirin û dilê xelkê bi wan dişewite. Bi ser de, ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, sempatiyeke fransiyan ji bo kurdan heye. Wê rojê xortekî bê kaxez, yanî qaçax, digot ku polîsan li nasnameya wî pirsiye, hindik mabû ku bihataya girtin ; lê belê gotiye “ez kurd im” û polîsan di cih de ew berdaye.
 
* Kujerê 23’ê kanûnê gotiye ku “girrê wî li dijî kurdan hebûye” lewre “Kurdan diviya hemû Daîşî bikuştana lê wan Daîşî xistine hefsê”. Sedemeke weha beradayî nikare bikeve serê mirov. Lê belê, nabêje bê çima rasterast çûye ber komeleya kurdî û ne dikan an xwaringeheke kurdan, çima di saeteke xalî de. Lewre, hema saet ji 12’yan û bi şûn de, xelk hêdî hêdî wê taxê dadigirin.
 
* Hingê, em fahm dikin ku çîrok û sedem û şiklê pêkanîna wê komkujiyê hemû daxuyaniyên kujerê 23’ê kanûnê derewîn derdixin. Mêrik ji xwe re derewek ava kiriye.
 
* Mêrik mecbûr bû ku wê saete, hema qerebalixî nebe jî, komkujiyê pêk bîne. Lewre soz daye deverinan. Polîs divê aşkere bike ka gelo bi rastî jî bi trimbêlê hatiye, gelo kî di wê trimbêlê de bû, gelo ew demançe û 29 cercûr fîşek ji ku peyda kirin, gelo çima derewan dike ?
 
* Polîs divê aşkere bike ka gelo pereyê ku li mala wî hatiye dîtin çi mesele ye. Gelo bi rastî jî ew pere li ser navê jineke tirk ya rojnameger hatiye ji vî mêrikî re? Gelo rast e ku peywendiya wî bi wê jina tirk re heye? Ew jina ku nuha ji ber ewlehiya lêpirsînê em nikarin navê wê bidin, li ser hesabê îstixbarata tirkî dixebite û hê jî di dezgeheke fermi ya ser bi Tirkiyeyê lê li Fransayê dixebite.
 
* Mirov ji van agahiyan fahm dike ku gava ku ez di parkîngê de me, kujer digihîje ber deriyê komeleyê. Yanî, saet ji 11:39 heta 11:41 ev bûyer pêk hatiye.
 
* Ez saet 11:43 an 11 :44’an li ber deriyê komeleyê bûm. Kolan vitî vala bû. Kes li derve nebû. Li ber deriyê komeleya ku mirov di pêlikan re hildikişe û dikeviyê, du meyt li erdê bûn. Li aliyê çepê, Abdulrahman Kizil, li aliyê rastê Evîn ya ku ez ji bo dîtina wê hatibûm. Ez weke gêjekî li wê rastê sekinîm û min hewl da ku fahm bikim.
 
* Polîs jî her wê kêlîkê hat. Li ber deriyê salona kuafor zilamek bi keft û left xistin nava trimbêla xwe û çûn.
 
* Zilamekî û jinekê bi bazdan xwe avêt ser Evînê da ku masaja dilî lê bikin. Ew doktor bûn. Qet neket bala min ku hatibin kuştin. Ez derketim jorê da ku bibînim bê kî ye ew jina ku doktoran dixwast hişyar bike. Min dît ku Evîn e.
 
Gava ku jinekê ji paş min ve bi tirkî got “birîndarek li vî aliyî heye” ji ber peyva “birîndar” hê nû min fahm kir ku êrîşek kujerî pêk hatiye. Ez di cih de beziyam nava xwaringeha ku jinikê destnîşan dikir. Min dît ku di nava wê xwaringeha vala de, hozan Mîr Perwer li erdê ketî bû.
 
Min ew nas nedikir. Min got qey ciwanekî me ye. Bi ser kêleka çepê de veketibû, çavên wî vekirî, hişê wî li serê wî bû. Lê belê tev nediliviya. Min xwe bi ser de daqûl kir û min bala xwe da rûyê wî. Min dest mile wî yê rastê da û min bi kurdî gotê “heval, tu baş î?” Min dît ku çavên wî ber bi min ve zîvirîn beyî ku bikare tiştekî bibêje. Li min niherî. Rûyê wî sar dibû. Min fahm kir. Min milê wî mist da.
 
Her wê kêlîkê dengê ambûlans û polîsan hat. Ez beziyam derve û qêriyam “li hundir birîndarek heye ku hişê wî hê li serê wî ye”! Bi qasî 15 deqîqeyan mudaxale kirin lê Mîr Perwer jî şehîd ketibû ku paşê dê ji min re bihataya gotin.
 
Ez di nava kuştî û birîndaran de li wê rastê sekinîm. Min berê xwe da Evînê. Min dît ku meytê min jî li kêleka yê wê li erdê ye.
 
Min di cih de telefona xwe derxist da ku hawarê bigihînim bi hevalan ve: 'li ber komeleya Parîsê me, êrîş çêbû, zû werin, şehîd hene.'
 
Min nizanîbû ku min xebera şehadeta xwe dida hevalan." 
 
Li ser mijarê dê nivîs berdewam bike... 

Sernavên din

08/01/2023
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e