Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin

img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya nobedê berdewam kirin û gotin: “Divê birêz Ocalan demildest bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.” 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer û malbat bikaribin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin hevdîtinan bikin, xwestin li ber Wezareta Dadê çalakî li dar bixin. Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Mehmet Ruştu Tiryakî, Hasan Ozguneş, Abdullah Koç û Kemal Bulbul xwestin ji ji ber Meclisê heta ber Wezareta Dadê bimeşin lê polîsan meşa wan asteng kirin. Parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê li gorî hiqûqê tevbigerin” hildan. 
 
‘TECRÎD BÛYE MODELA RÊVEBERIYÊ’ 
 
Parlamenter li cihê hatinastengkirin daxuyanî dan. Li ser navê parlamenteran, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari axivî û destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye modela rêveberiya tecrîdê û ji ber agahî ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin û fikara gel zêde bûye ji 21’ê kanûnê ve çalakî li dar dixin û dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk were. Hatimogûllari got îktidar dixwaze tevahiya siyaseta muxalîf tecrîd bike. Hatimogûllari anî ziman ku Tirkiye bi tecrîda girankirî dikeve sedsala duyemîn a komarê û ew di bin şertên giran ên tecrîdê siyasetê dikin. Hatimogûllari da zanîn ku pergala tecrîda li Îmraliyê ji geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê qut nîne û got: “Bi destê yek zilamî tê xwestin ku li welat rejîma otorîter bê avakirin. Îradeya gelê kurd tê tecrîdkirin.” Hatimogûllari diyar kir ku kûrkirina şer û girankirina tecrîdê dê nebe çareserî û ew dixwazin li dijî polîtîkaya şer û tecrîdê li vî welatî jiyanek wekhev û hevpar bicih bikin. 
 
JI TENDURISTIYA ABDULLAH OCALAN FIKAR TÊN KIRIN 
 
Hatîmogûllari pêşniyazên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê bi bîr xist û got: “Îro birêz Ocalan îşaretên pir girîng pêşkêş kir û diyar kir ku di hevdîtinên pêvajoya aştiyê de ev pirsgirêk dikare were çareserkirin. Em li dora xwe bizivirin û ji her kesî bipirsin, werin em li xwe bizivirin û bipirsin; ji civaknas, akademîsyen û kesên ku di vî warî de xebitîne; gelo heke nakokî hebe, ev pirsgirêk çawa dikare were çareserkirin? Ev pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe, bi rûniştina li ser maseyê bi muxataban re çareser dibe. Çavê sêyem li hev tê û hel dibe. Ev hat ceribandin û vî welatî di wê demê de bêhna xwe girt. Em dibêjin wekî gelên Tirkiyeyê em hemû amade ne ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji ber ku ev îktidar bêyî ku vê pirsgirêkê çareser bike ji holê rabe, wê carek din nêzî dawiya xwe bibe. Ji hikûmetên berê ders tên derxistin, lê ev îktidar kevneşopiya dewletê ya 40 salî didomîne û xitimandina çareseriyê ferz dike, dibe sedem ku pirsgirêk kûr bibin û hesta jiyana hevpar ji holê rabe. Em dixwazin hemû gel, netew û bawerî li ser heman axê bijîn. Em perwerdehiya bi zimanê dayikê wek mafekî sereke dibînin. Li şûna tecrîda girankirî ya li ser kesên têdikoşin, em diyalogê dixwazin, berovajî vê yekê diyaloga ku di dema aştiyê de tê xwestin bê avakirin. Em dixwazin demildest tecrîd bi dawî bibe. Piştî hevdîtina CPT’iyê di serî de malbata wî, gelê kurd, hemû gelên herêmê û hêzên demokrasiyê ji tenduristî û jiyana birêz Ocalan gelekî bi fikar in."
 
‘DIVÊ DEMILDEST HEVDÎTIN PÊK WERE’ 
 
Hatîmogûllari gazî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir û wiha got: “Di serî de wezîfeya Wezîrê Dadê û paşê jî wezîfeya Qesrê ye ku di vê mijarê de daxuyanî bide. Wezîrê Dadê nikare erka xwe pêk bîne, ji ber ku wezareta dadê girêdayî rejîma li Qesrê ye ku hemû biryar ji Qesrê bo wan tên. Em careke din ji vê rejîma qesrê re dibêjin û dixwazin; pêwîste raya giştî ji jiyan û tenduristiya birêz Ocalan û hevalên wî agahdar bibe û divê guh li vê daxwazê guhdar bikin. 'Mafê hêviyê' ji bo hemû kesên ku di girtîgehan de ne mafek sereke ye. Li ser esasê 'mafê hêviyê' em dixwazin tecrîda li ser Îmraliyê bi taybetî birêz Ocalan rabe û bi parêzer û malbatên xwe re ku mafekî destûrî ye, demildest hevdîtin pêk bên. Heta ku ev daxwaz pêk werin em ê tevî astengiyan jî vê nobedê bidomînin.”
 

Sernavên din

08/01/2023
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e