Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê 4 sal berê bajarê Girê Spî dagir kir. Di pêvajoya 4 salan de demografyaya bajêr hate guherandin û gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirin. 

 
Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 9’ê cotmeha sala 2019’an de li dijî bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dan destpêkirin. Piştre jî bajar hate dagirkirin. Ji roja dagirkirina bajar heta niha demografyaya bajêr hate guherandin û gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Li gorî bîlançoya salane ya Ajasan Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di nava salekê de ji 170 hezar welatiyên bajêr zêdetirî 100 hezar jê bi darê zorê hatin koçberkirin. Zêdetirî sed hezar welatî koçî deverên Req, Tebqa û herêmên çolter bûn û di kampên Rêveberiya Xweser de dimînin. 
 
Li gorî rapora ANHA’yê ku daneyên wê belgekirî ne; ji 170 şêniyên bajêr zêdetirî 100 hezar jê bi darê zorê hatin koçberkirin û li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wê belav bûn. Her wiha 6 hezar û 650 koçber li kampa koçberên Girê Spî ku Rêveberiya Xweser di 22'yê mijdara 2019'an de li nêzî gundê Til Semin ê 35 kîlometre dikeve bakurê Reqayê ava kiriye bi cih bûn.
 
Bîlançoya binpêkirinan a di sala 2022’yan de hatine kirin wiha ne: 
 
SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
 
* Ciwanên bi navên Mutez Ebdî (17) ê ji eşîra Begara di 16’ê kanûna 2022’yan de ji hêla Mihemed Xelîfe yê girêdayî koma paramîlîter a Sûltan Mûrad ve hatin qetilkirin. 
 
* Welatiyê bi navê Ezîz Mehmûd Mistefa ku di girtîgeha ‘Polîsên leşkerî’ ya girêdayî komên paramîlîter de bi îşkenceyê hate qetilkirin. 
 
* Welatiyên bi navên Mistefa El Erar (Eşîra El Bû Esaf), Îsa El Şewax (Eşîra El Bû Cabir), kurê Hesen Osman ê xwendekarê dibistana amadehiyê, Mihemed El Elo (Eşîra El Ehwes ku piştî dayîna fîdyeya 2 milyon lîreya Sûriyeyê hate berdan), Hesan Ehmed Necîm El Şewax (30) ê ji eşîra El Bû Cabir El Erebiye, Hafiz Salih El Casim (25) ên ku ji malbatên wan 11 milyon lîre fîdya hatin standin û hatine berdan, Xidir Salih El Casim (4 hezar dolar weke fîdye ji malbata wî hate xwestin) û Hayil Casim Xelef El Hesan ku yek ji rûspiyê eşîra El Bû Esafê ye. 
 
* Tevahiya kesên hatin revandin ji bajarokê Elî Baceliyê ne ku 15 kîlometreyan li başûrê kantonê dikeve. Tevek jî di meha dawî ya 2022'yan de hatin revandin. 
 
DESTESERKIRIN Û DIZÎ
 
* Serokê nivîsgeha aborî ya Feyelq El Mecid Hec Ebdo El Sefranî nêzî 5 hezaran donim zeviyên koçberan ên li Til Ehmer, Sosek, Yargoy, Til Exder desteserkirin û veguherandin mezreyên mezin.
 
* Komên paramîlîter ên bi navê Ketîbe 51 a girêdayî koma paramîlîter a Cebhet El Şamiyeyê, zêdetirî 2 hezar donimên erd ên li gundê Tenhore û Mukelîte yên li rojavayê kantona Girê Spî desteser kirin.
 
* Ji endamên komên paramîlîter ên bi navên Ebû Zuxyan, Ebû Bîlal û Ebû Yezen di nîsana sala 2022’yan de 13 bermîlên mazotê ji cotkar Fadî Remedan ê ji gundê Kirmaze dizîn û dest danîn ser 2 telefon û 130 hezar lîreyê Sûriyeyê.
 
RÛXANDINA MALÊN KOÇBERAN
 
 * Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk 25 malên li gundê Şergirak ê li nêzî rêya M4 wêran kirin. Her wiha mala koçber Ebdurezaq El Omer ê ji Silokê yê Girê Spî bi treksa leşkerî wêran kirin.
 
SÛCÊN LI DIJÎ JINAN
 
* Ji endamên komên paramîlîter ê bi navê Mihemed El Helebî (Hemzat) ciwana bi navê Fatme El Elî (19) revand û tecawîz kir. Dewleta tirk ev ciwana ji Humsê tevî malbata wê koçberî Girê Spî kiribû.
 
* Leşkerên dewleta tirk li Girê Spî heqaret û bêbextî li Enûd El Feret ku hevjîna birayê serokê Meclisa Herêmî ya Girê Spî ya girêdayî dewleta tirk ê bi navê Salih El Ebdullah ê ji gundê El Bozê kirin. Ev yek di hemleya ku ciwanan ji bo revandina xizmên xwe çalakî pêk anîbûn de çêbû. Piştî gefa waliyê dewleta tirk, Salih 9 welatiyên gund teslîm kirin. 
 
VEKIRINA DIBISTANÊN JI BO FIKRÊN TUNDREW 
 
* Komeleya Ensar El Xeyriyê û Beyt El Mal (Saziya alîkariya neteweyî ya Pakistanî) bi mebesta belavkirina fikrên tundrew dibistana li gundê Xirbet El Riz ê li Girê Spî di 2022'yan de sererast kir. 
 
* Dewleta tirk di çarçoveya guherandina demografyaya herêmê de 6 hezar penaberên Sûriyeyê derbasî Girê Spî kirin. Penaberên hatin şandin li malên şêniyên bajêr ên bi darê zorê hatin koçberkirin hatin bicihkirin. Ev kes li benda avahiyên ku nû tên çêkirin in û ev avahî bi pereyê Qeer, Quweyt û komelaya îxwan ve tên çêkirin. Avahiyên mêtîngehiyê li bajarokê Eyn Eros û aliyê rojavayê kantonê li nava zeviyên koçberan tên avakirin.”
 

Sernavên din

24/04/2023
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin