87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!

  • rojane
  • 09:06 30 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Li gorî rapora DFG’ê 87 rojnameger dê li girtîgehê sala nû pêşwazî bikin. Rojnameger Hakki Boltan anî ziman ku xwedîderketina li rojnamegeran di heman demê de xwedîderketina ragihandina nûçeyan e û ev mîsyona her kesî ye.
 
Zextên li ser çapemeniyê bi qanûna ‘dezenformasyonê’ bi awayekî dorfireh didomin. Çapemeniya kurd ku her tim bi zext, tundî û girtinan re rû bi rû dimîne, di sala 2022’yan de jî rastî gelek êrişan hat. Gelek rojnamegerên kurd ji ber nûçeyên xwe hatin girtin.  Di 16’ê Hezîranê de 16 rojnamgerên kurd hatin girtin ku 6 meh in hê jî îdianameya wan nehatiye amadekirin. Her wiha zextên li ser çapemeniya azad di 28’ê Cotmehê de bi girtina 9 rojnamegerên kurd ên din jî berdewam kir. Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) 87 rojnameger dê di girtîgehan de sala 2023'yan pêşwazî bikin.
 
Rêveberê DFG’ê rojnameger Hakki Boltan û Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metînayê zextên li ser rojnamegeran ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
87 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
 
Hakki Boltan diyar kir ku zextên li ser rojnamegeran îsal zêdetir bûne û gelek rojnameger hatine girtin. Boltan anî ziman ku 87 rojnameger di girtîgehê de sala nû pêşwazî dikin û wiha got: “Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojnameger her roj rastî zext û tundiyan tên. Desthilat çapemeniyeke azad ku li gorî demokrasi û mafê mirovan nûçeyên çedike naxwaze û êriş dike. Daxwazên ji bo demokrasiyê û mafên mirovan ji bo desthilatê hinceta sûc e. Bi awayekî hovane bi ser malên rojnamegeran digirin, beyî ku der heqê wan de îdianame an jî dosye hebin wan digrin. Bi vî awayî dixwazin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin û çavê rojnamegeran jî bitirsînin ku nûçeyên sûcên desthilatê derdixin holê çênekin. Êrişa li dijî rojnamegeran li Tirkiyeyê êdî bûye siyaseteke klasîk.”
 
Hakki Boltan
 
‘XWEDÎDERKETINA LI ÇAPEMENIYÊ MÎSYONA HER KESÎ YE’
 
Boltan destnîşan kir ku çapemeniya Tirkiyeyê dema mijar dibe rojnamegerên kurd, xwe li ber zext û tundiyan ker û lal dike û wiha pê dê çû: “Li gorî berjewendiyên saziyan nêz dibin, naxwazin navbera xwe û dewletê xirab bikin. Dibêjin heke em piştgiriya çapemeniya azad bikin, desthilat ji aliye reklaman ve piştigiriya me nake. Lê di van salên dawî de bi xebatên çapemeniya azadbi sekna xwe ya li dijî desthilatdarê bandor li ser çapemeniya Tirkiyeyê û cihanê kir û di vê çarçoveyê de piştgiriyek jî wergirt. Di qada navneteweyî de jî bertekên tund li dijî zextên li ser çapemeniya azad hatin nîşan dan û xwedîderketineke mezin derket holê. Gelek sazî û dezgeyên navneteweyî jî hatin serdana DFG’ê û li vir daxuyanî dan. Her wiha di nav dewletan de jî Almanyayê daxuyanî da û helwesta xwe ya li dijî girtina rojnamegeran nîşan da. Li Tirkiyeyê jî her çi qas piştgiriyeke xurt nebe jî, piştgiriyek hebû. Xwedîderketina li çapemeniyê xwedîderketina li ragihandina nûçeyan e, lewma ev xwedîderketin ji bo her kesî mîsyonek e.”
 
‘PIŞTIGIRIYA HERÎ MEZIN PÊKANÎNA KARÊ ROJNAMEGERIYEYÊ’
 
Boltan bi lêv kir ku piştgiriya herî mezin ji bo rojnamegerên girtî eşkerekirina rastiyê ye û ev tişt anî ziman: “Piştgiriya rast pêkanîna karê rojnamegeriyê ye. Heke rojnamegerên li derve wekî rojnamegerên di girtîgehê de nûçeyan çebikin, piştgiriya rast ev e. Ger pêwîstiya gel a ji bo ragihandinê pêk bînin, ew hem ji bo rojnamegeran hem jî ji bo gel piştgiriya esasî ye. Heke rojnameger li dijî zextan bitirsin û paş de gav biavêjin, rojnamegerên di girtîgehê de jî lawaz dikin. Tişta ku rojnamegerên girtî naxwazin ew e ku divê rojnameger vê yekê nekin. Heke rojnameger bi şev û roj ji bo rastiyan derxîne holê bixebite, ew dê ji bo rojnamegerên girtî bibe piştgiriya herî mezin. Ji bo dewlet û desthilatê jî wê bibe bersivek. Serînetewandin kar û mîsyona çapemeniya azad e. Ew  ji bo Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz û hevalên ku di vê rêyê de hatine qetilkirin serî netewandine divê vê yekê ikin.”
 
‘LI DIJÎ ÊRIŞAN TÊKOŞÎNA ROJNAMEGERAN BERDEWAM DIKE’
 
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî anî ziman ku êrişên li dijî çapemeniya azad xwedî dîrokeke kevnar e û wiha axivî: “Bi salan e êrişên li dijî çapemeniya azad berdewam dikin. Bi taybetî di wan salên dawî de êrişên li dijî çapemeniya azad jî zêde bûne. Desthilata AKP û MHP’ê ji bo civakê bixe bin siya xwe û tiştên ku ew dixwazin bê ragihandin êrişî çapemeniya azad dike. Her wiha niha hilbijartinek li pêşiya me ye. Desthilat ji bo di hilbijartine de bi ser bikeve êriş dike. Di heman demê de êrişek li dijî vîna gelê kurd û jinan heye. Rojnamegerên jin li qadan rastî êrişên zayendpêrest û tundiyan tên. Li gorî daneyên MKGP'ê 17 rojnamegerên jin di girtîgehê de ne. Bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li gorî daneyên MKGP'ê di 7 mehên 2022’yan de 161 binpêkirinên mafan li dijî rojnamegerên jin pêk hatine. Desthilata heyî bi van êrişan dixwaze hemû çapemeniyê têxe bin siya xwe. Niha li Tirkiyeyê ji sedî 90'ê çapemeniyê di bin siya desthilatê de ye. Ji bo qirêjiyên xwe veşerin êrişî çapemeniya azad dikin. Krîzeke aborî heye lê tevî vê krîze desthilata heyî ji şer re budçeyê vediqetîne, ji jinan û civakê re tu budçeyê venaqetîne. Yek ji sedemên êrişên li dijî çapemeniya azad jî veşartina krîza aboriyê ye. Ji çar aliyên Kurdistanê li dijî çapemeniya azad êriş pêk tên û ji bo guhertina rojeve jî dixwazin dengê çapemeniya azad bigirin. Di girtîgehan de jî rojnameger rastî binpêkirinên mafan tên. Li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînliyê tedawiya bi awyaekî destkelemçekirî ferz kirine. Her wiha di binçavan de xwestine wêneyê rojnamegeran li ber alaya tirkan bigirin. Lê li dijî van êrişan têkoşîna rojnamegeran jî berdewam dike.”
 
Roza Metîna
 
‘NÛÇEYÊN ROJNAMEGERAN NAYÊ DARIZANDIN’
 
Metîna bal kişand ser 16 rojnamegerên kurd ku 6 meh in girtî ne û got: “Tevî 6 mehan jî hê jî der barê wan de tu îdîaname nehatiye amadekirin. Li dijî girtina rojnamegeran me jî kampanyaya ‘Tu jî nûçeyeke bişîne’ da destpêkirin û gelek piştgirî jî vê kampanyayê re hat. Her wiha MKGP'ê kampanyaya heyî li ser medyaya dîjîtal jî belav kir û ji bo vê bernameyên ji bo piştgiriya rojnamegeran hatin li darxistin. Em jî wekş MKGP û DFG'ê serdana malbatên  rojnamegerên girtî dikin. Divê gelê kurd jî xwedî li rojnamegeran xwe derkeve. Ji ber ku qada rojnamegeriyê di têkoşîna doza kurd de xwedî rol û mîsyoneke girîng e. Ji ber vê yekê divê civak jî xwedî li rojnamegeran derkeve. Rojnameger parastina ragihandina mafê civakê dike, ji ber vê nûçeyên rojnamegeran nayên darizandin.”
 
 

Sernavên din

05/01/2023
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN