Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe

  • rojane
  • 09:07 28 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Dîplomatîk a Civakî ya rojavayê Kurdistanê Lolav Qamişlo diyar kir ku wan ji NY’yê kiriye ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe û bide sekinandin û daxwaz kirine ku her cûre mafên li herêmê werin mîsogerkirin û Tirkiye bê cezakirin. 

Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê mehek li pey xwe hiştin. Navenda Dîplomasiya Civakî ya li Rojava nameyeke bi îmzeya 300 rewşenbîr û saziyên ji 29 welatên cuda pêk tên ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şandin û xwestin êrişên Tirkiyeyê bên sekinandin. 
 
Endama Navenda Dîplomatîk a Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lolav Qamişlo li ser armanca daxwaznameya bo NY’yê şandine ji ajansa me re axivî. 
 
'DIVÊ NY ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE' 
 
Qamişlo qala naverok û armanca daxwaznameya bi îmzeya 300 hunermendî ji Sekreteriya NY’yê re şandine kir û wiha got: “Di 20’ê mijdara 2022’yan de êrişên hovane ji aliyê dewleta tirk ve dest pê kirin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev êriş vê carê bi rengekî zelal sivîl û saziyên civakî yên bingihîn hedef girtin. Mîna cihê genim ku dibe sedem di birçîkirina miletên heremê bi giştî, karkerên sivîl, cihê sotemeniyê û petrole û elektrîkê, armanca wan ji van êrişan xuya bû ku dixwazin civaka sivîl qels bikin. Lewma em jî weke civaka sivîl me biryar da li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Navenda dîplomasiya civakî û 17 saziyên din ji civaka sivîl me dest bi kampanya îmzeyan kir da ku mohra me bigîhîje civakên sivîl li dewletên derve û helwestê wan jî bên diyar kirin ku dijî van êrişan e. Û daxwaza wan jî heye NY zaxtekê bikê da ku ev êriş werin rawestandin. Armanca me ji rêkirina vê namê ji NY’yê re ew e ku bi erka xwe rabe û helwestên xwe li dijî van sûcên şerê dewleta tirk bide nîşandan.” 
 
'DIVÊ NY BÊDENG NEMÎNE'  
 
Qamişlo da zanîn ku wan daxwaznameya xwe ji hemû saziyên girêdayî NY’yê re şandin û da ku mafên mirovan li herêmê bê parastin.
 
Qamişlo da zanîn ku ew ji NY’yê li benda wan bersivan e ku li dijî sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan bêdeng nemîne û li dijî van bikin nava tevgerê. Qamişlo diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê bedelên giran û pîroz dan û divê NY jî viya li ber çavên xwe bigire. Qamişlo anî ziman ku ji ber berjewendiyên qada navnewletî di van dewletên cîran de heye ku dengê xwe nakin. 
 
Qamişlo bi bîr xist ku ya girîng ew e ku nameya wan gihîştibe ber destê NY’yê û dibe ku bersiv dereng bikeve lê ew ê di her warî de pêwendiyên xwe yên bi dîplomasiya civakî bi milet û civakên cîhanê re her berdewam û xurttir bikin. Qamişlo got armanca wan ew e ku civaka sivîl bixin tevgerê û zextê li dewletan bikin da bes êriş li ser xelkê wan û herêma wan bê kirin. 
 
Qamişlo destnîşan kir ku ew bang li civak û dewletan dikin ku sûcên şer yên Tirkiyeyê yek bi yek tespît bikin û ceza li wan bisepînin. 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

02/01/2023
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan