‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’

  • jin
  • 10:51 27 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama TJK-E’yê Zozan Serhat diyar kir ku êrişa li Parîsê bi destê Enqere û MÎT’ê hatiye kirin û wiha got: “Parîs bûye bajarekî ku komkujiyên jinan lê tên kirin. Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe.”
 
Di 23’yê kanûnê de endama Konseya Rêvebera KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydin) û Abdurrahman Kizil di encama êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saînt Denîs a Strasboûrgê ya paytexta Fransa Parîsê de hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê di rayagiştî ya cîhanê de bertekeke zêde hate nîşandan. Nûnerên siyaseta kurd bi daxuyaniyên ku dan, bal kişandin ser rola Tirkiyeyê ya di komkujiyê de. 
 
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat, têkildarî komkujiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
ARMANC JINÊN LI BER XWE DIDININ
 
Serhat, anî ziman ku li Tirkiyeyê li aliyekê li dijî partiyên siyasî yên kurd êrişeke berfireh tê kirin li aliyê din jinên kurd ên li ber xwe didin tên hedefgirtin û wiha got: “Di serdemeke amadekariyên salvegera Komkujiya 9’ê Çileyê de komkujiyeke duyemîn a Parîsê hat jiyîn. Di demeke ku me xwe amade dikir di salvegera 10’emîn a komkujiyê de hesabê bipirsin de jiyîna komkujiyeke wisa ne ji rêzê ye. 
Amadekariyeke berfireh ji bo komkujiyê hatiye kirin û ev kes beriya 11 rojan ji girtîgehê derketiye. Ne tiştekî gelekî normal e ku ev kes di nava 11 rojan de sazî û esnafên me nas bike û komkujiyeke bi vî rengî bike. Eger ji navendekê neyê birêvebirin, eger biryar neyê dayîn, ne karekî ku mirovek karibe bike ye. Hedef jinên ku li ber xwe didan û hevala me Evîn bû ku 33 sal in jiyana xwe ji tevgera azadiyê re veqetandiye.”
 
‘NAVENDA ÊRIŞÊ ENQERE YE’
 
Serhat diyar kir ku gotinên Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû yên “Tayyîp Erdogan wê ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê terorîstan paqij bike” ku piştî êrişê di bernameyeke de gotin weke îtîrafê ye û wiha berdewam kir: “Terorîstên esas hûn in. Yê ku DAÎŞ bi rêxistin kir û yê ku faşîzm pêk anî hûn in. Ev êrîş teqez bingeha xwe ji Enqereyê û MÎT’ê digire. Ev êrîş nîşan dide ku amadekariya komkujiyeke topyekûn tê kirin. Erdogan bi komkujiyan re razemeniyê li hilbijartinê dike. Dixwaze bi kuştina kurdan encamê bigire. Di heman demê de dibêje ew ê kurdan ji holê rakin. Kurd hema hema dikin hedef. Heke Ewropa çavê xwe ji vê re bigire, sibe yan jî roja piştî wê ewropayî jî di bin garantiyê de nebin. Eger zarokên wan li saziyên xwe bên kuştin, kes nikare pêşî li vê bigire.” 
 
‘EVÎN BI ZANEBÛN HATE HILBIJARTIN’
 
Serhat, anî ziman ku li dijî komkujiyê ne tenê ji dewleta Fransayê bi hêrs in ji herkesên ji komkujiyê bêdeng mane re bi hêrs in û destnîşan kir ku careke din hate dîtin ku Tirkiyeyê li her derê li dijî kurdan şer daye destpêkirin. Serhat, anî ziman ku li her derê ku kurd lê ne şer didome û wiha pê de çû: “Li vê derê jî weke jin em berdêla sekna li ser piyan, rêxistinbûyînê, rabûna li ber sîstema bi serdestiya mêr didin. Hevala me Evîn ji bo têkoşînê ji Rojava heta Rojhilat û ji Bakurê Kurdistanê heta Ewropayê di emrê ciwantiyê de tev li têkoşînê bû û ked da. Em dizanin ku hevala me bi zanebûn hatiye hilbijartin. Di vê çarçoveyê de ev komkujî bi tu awayî ne komkujiyeke ku mîna ku dewleta dibêje ji aliyê kesekî xwedî motîfên nîjadperest ve hatiye kirin.”
 
‘SEBRA ME NECERIBÎNIN’
 
Serhat, bal kişand ku kurdan DAIŞ paş ve bir û armanc dikin demokrasiyê bînînin cîhanê û anî ziman ku divê cîhan van tiştên ku Erdogan dike re bêdeng nemîne. Serhat, axaftina xwe wiha domand: “Hewl didin kurdan bêdeng bikin lê cinawirê hatiye afirandin wê wan perçe bike. Erdogan bûye rejîmeke bela serê cîhanê. Seddam mezinkirin û anîn cihekê. Pişt re li serê wan bû bela. Erdogan wê weke Sedamê dûyemîn li serê wan bibe bela. Bila kes sebra me necerîbûne. Fransa nikare kujerekê derxîne paqijiyê. Ev kujer bi wesayîtê tê. Çawa tê? Kî tîne? Ev zilam bi awayekî amadekirî saziyên kurdan gule baran dike. Tu kes nikare vê weke ji rêzê nîşan bide.”
 
BÛYERA DUYEMÎN A OMER GUNEY
 
Serhat, da zanîn ku heke hesaba komkujiya 9’ê Çileya 2023’yan hatibûya pirsîn îro ev komkujiya duyemîn ne diqewimî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îtîrafên Omer Guney hene. Îtîrafên endamê MÎT’ê ku tevgera azadiyê girtine hene. Hevdîtinên Omer Guney kirine hene. Ji bo van serî li cihên pêwîst hate dayîn û têkoşîna hiqûqê hate dayîn. Her roja çarşemê em çûn ber Buroya Enformasyonê, me serî li Wezareta Dadê da. Ji bo serê dosyayê neyê giritn me agahiyên pêwîst dan. Her wiha me got ku ji aliyê konsolostiyê hatiye birêxistinkirin û konsolostî sîxûran birêxistin dike. Lê Fransayê bi Tirkiyeyê re Omer Guney ji holê rakirin. Her wiha ji bo vî êrişkarî jî gotinên hişê wî ne li serî ye. Lê di encama berteka kurdan dîsa hate binçavkirin.”
 
LI FRANSAYÊ RÊXISTINKIRINA GLADYOYÊ 
 
Serhat bal kişand ku Tirkiye li Fransayê di saziyên weke mizgeft û Ocaxên Osmanî de zarokên biçûk weke mîlîtanan mezin dike û da xuyakirin ku li Fransayê rêxistinkirineke gladyoyê heye û li her derê welat digerin. Serhat anî ziman ku ev rewş ji bo Fransayê şermezeke mezin e û di heman demê de gefeke mezin e û wiha got: “Dewleta Fransayê, neçare ji ber rehet geriyana Tirkiyeyê ya li ser axa wê hesabê bide gelê xwe. Îstîxbarata we li ku ye, hûn ewqas demokrat xuya dikin. Parîs mixabin ji bajarekî çandê veguheriye bajajerekî ku komkujiyên jinan lê tên kirin.”
 
TÊTÎKKÊŞÊ TIRKIYEYÊ 
 
Serhat, bal kişand ku guleya li dil û mejiyê Emîne Kara hatiye berdan jî peyamek e û got: “Divê em weke jin û gelê kurd vê baş fêm bikin. Em ê ji van kujerên gule berdane dil û mejiyê me hesabê bipirsin. Divê dewleta Fransayê jî berpirsyartiya xwe bi cih bîne û edaletê pêk bîne. Heke Fransa dê ji Tirkiyeyê re tetîkkêşiyê bike bila bi awayekî aşkere bibêje. Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe.”
 
HAT PROVOKE KIRIN 
 
Serhat, qala bûyerên dema komkujiyên bîranînê de qewimîn kir û anî ziman ku di tu çalakiyan de tevgereke wan a ku zirarê bidin derdorê çênebûye. Serhat, anî ziman ku weke di dîmenan de tê dîtin jî gelê kurd hewl didan bûyeran asteng bikin û destnîşan kir ku kesên ku dixwestin provokasyonan bikin tev li çalakiyê bûbûn. Serhat diyar kir ku di dema mîtînga 24’ê kanûnê de girse bi nîşane û alên gurên gewr hatiye provokekirin û ev tişt gotin: “Em çawa dikarin zanibin ku zilamên Suleyman Soylû ne di nava çalakgeran de bûn. Teqez hene jî. Tu kurd di demeke ku hêj cenazeyên xwe jî ranekirine de nikare li hemberî van kirinan bêdeng bimîne. Eger dewleta Fransayê tedbîrên xwe digire, hingî diviyabû ew wesayît neketibûya wê derê. Em li mafê xwe yê demokratîk digerin û hesab ji wan dipirsin. Ev gel helbet wê li kolanan be. Dibe ku hêrsa li dijî dewleta Fransayê jî hebe.” 
 
BANGA ÇALAKIYA DEMOKRATÎK 
 
Serhat, anî ziman ku kesên weke Suleyman Soylu, Îbrahîm Kalin û Hûlûsî Akar jî ev çalakî bikar anîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku wan komkujî pêk anî û sekinîn û temaşe kirin. Yên ku wesayîtan dişînin wir ew in û yên ku dixwazin provokasyonan pêk bînin ew in. Jixwe rayedarên Fransizî jî gotin ku tirk hatine û ew provoke kirine. Em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin. Em prîmê nadin Soylû, Kalin an jî Hûlûsî Akar. Em tevgereke ku ji bo dawiya hemû nebaşiyan bînin têdikoşin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku ji bo nîşandana nerazîbûnên xwe yên mafdar, çalakiya demokratîk li dar bixe. Em jî dizanin ku avaniyên ku girseyan provoke dikin hene. Ji ber vê yekê em destûr nadin çalakiyên ku tundiyê zêde dikin. Lê divê her kes baş bizanibe ku jinên ku li ber xwe didin û ji bo azadiya xwe berdêl didin wê li ber wan stûyê xwe xwar nekin. Em her roj şehîd bidin jî em ê tu carî paşve gavê neavêjin. Dibe ku me Evîn û hevalên xwe yên din şehîd dabin. Lê bi hezaran Evîn wê li dora vê têkoşînê li hev bicivin.”
 

Sernavên din

02/01/2023
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan