‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'

  • rojane
  • 09:20 24 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî bi ser avahiya DBP'ê de hatiye girtin û got ku dozgerî û dadgerî erka Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xesp kirine. 
 
Bi hinceta lêpirsîna bi navê "PKK/KCK"ê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û hevserokên partiyê yên Amedê jî di nav de der barê 15 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Bi vê biryarê re di serî de Navenda Giştî li 9 bajaran bi ser avahiyên partiyê û malan de hatin girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û hevserokên bajêr jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Di avêtina ser Buroya Pêwendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya Amedê û avahiya DBP'ê ya Amedê de lêgerîn 7 saetan dewam kir. 
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Parêzer Ozum Vûrgûn got ku dozgerî û dadgeriya Amedê bi biryara lêgerînê erka Serdozgeriya Dadgeha Bilind binpê kirine. 
 
DERIYÊ PARTIYÊ HAT ŞIKANDIN
 
Vûrgûn da zanîn ku polîs bêyî ku haya rayedarên DBP'ê pê bixin dest bi lêgerînê kirine û wiha got: "Tê gotin ku duh serê sibehê saet li texma 06.40'î de tevî keya û azayên wî ketine hundirê avahiyê. Serê sibehê saet di 08.40'î de gava du xebatkarên DBP'ê tên partiyê, wan naxin hundir. Ji wan re dibêjin li hundir lêgerîn heye. Em bêjin saet di 06.40'î de ketibin hundir, heya saet 08.40'î tu parêzer û nûnerên partiyê ne li wir bûne. Piştî 08.40'î nûnerê partiyê dikeve hundir. Heya vê saetê çi li hundir hatiye kirin em nizanin. Gelo bi belgeyekê çûn ketin hundir? Wan bi xwe delîl birine yan na? Ji lew re deriyê partiyê şikandine û ketine hundir. Bêyî haya endamekî partiyê jê hebe ketine hundir. Gava em parêzer çûn wir, me ji polîsan re got ya hûn dikin bêhiqûqîtî ye. Ji ber vê me îmze danenî bin zabitnameya lêgerînê." 
 
‘DOZGERÎ Û DADGERÎ ERKÊ BINPÊ KIRINE'
 
Vûrgûn bilêv kir ku lêgerîna hatiye kirin û avêtina ser partiyê bi temamî dijhiqûqî ne û wiha got: "Ji lew re yê di hundirê vê dosyeyê de wekî gumanbar xuya dike Keskîn Bayindir e. Di zabitnameya lêgerînê de, di biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê de bi awayekî pir zelal hatiye eşkerekirin ku dosye di çarçoveya lêpirsîna der barê Keskîn Bayindir de hatiye destpêkirin. Lê ji ber kesayetiya sazîbûnî û siyasî ya Keskîn Bayindir, bi biryara lêgerînê ya der barê Navenda Giştî û hevserokên bajêr de, biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Di lêgerîna li navenda giştî ya DBP'ê û hevserokatiya bajêr de meqama dozgeriyê ya Amedê û meqama dadgeriyê erkê xesp kirine û vê lêgerînê bi awayekî bêhiqûqî kirine. Li vir ê gumanbar Keskîn Bayindir e. Dikarin li mal û kargeha gumanbar lêgerînê bikin. Di warê hiqûqî de ev prosedur tê pêkanîn. Lê ji bo li partiyeke siyasî lêgerîn bê kirin, çendî der barê hevserokê giştî yê partiyê de lêpirsîn hebe jî, ew der ne kargeh e. Jibîr kirine ku ev der partiyeke siyasî ye û wekî kargehek be dest bi lêgerînê kirine. Ev bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dikare bê kirin." 
 
‘DELÎLAN ZÊDE DIKIN'
 
Vûrgûn diyar kir ku ya hatiye kirin bi temamî xespkirina erkê ye û bêhiqûqî ye û ev tişt gotin: "Di dema lêgerînê de me ev xal diyar kir û me xwest materyalên hatine wergirtin demildest teslîmî me bên kirin. Gotin ew vê yekê qebûl nakin. Her wiha hemû ewraqên li navenda giştî ya DBP'ê jî wekî yên Keskîn Bayindir bin hatine wergirtin. Bi vî awayî dixwazin delîlên dosyeyê zêde bikin." 

Sernavên din

30/12/2022
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN