ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • rojane
  • 09:00 24 Kanûn 2022
  • |
img
* Qedexeyên li ser xebatên çand û hunerê mohra xwe li sala 2022’yan da û hunermend bi berhemên xwe bûn parçeyeke berxwedana gel. Nivîskar Firat Can wiha got: “Dema huner dibe parçeyeke berxwedanê, wê demê di nava civakê de tê pejirandin.” 
 
* Akademîsyen Ozgur Muftuoglû diyar kir ku sala 2022’yan bi deyn, enflasyon, bêkarî û xizaniyê derbas bû û wiha got: “Mîna salên berê, yên ku di sala 2022’yan de qezenc kirin dîsa sermayeya tekedest û derdora îktîdarê bû. Encam, girêdayî têkoşîna çînîtiyê û gelan e. Nexwe ev rêveçûn dê heta barbariyê biçe.” 
 
* Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku berpirsiyariya tecrîda li Îmraliyê Wezareta Dadê ye û wezaret çi dike bila bike dê ji berpirsiyariyê xelas nebe. 
 
* Serok û endamên partiyên Tifaqa Kurdistanê ku bertek nîşanî operasyona li dijî DBP'ê dan, destnîşan kirin ku sedema êrişan dijminatiya li dijî kurdan e û ew jî dê li dijî van êrişan di nav piştgiriyê de bin. 
 
* Hunermendan bertek nîşanî polîtikayên şerî û êrişên dewletê dan û gotin: “Kurd di pêvajoyeke giran de derbas dibin, divê hunermendên kurd di vê pêvajoyê de erka xwe bi cih bînin.”
 
* Dayikên Roboskiyê ku ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê û dîtina kiryarên zarokên xwe 11 sal in bênavber têdikoşin, gotin ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe, ew ê ji bo ronîkirina komkujiyê her doza edaletê bikin. 
 
* Şêniyên gundê Mêrkitikê yê navçeya Elkê ku di sala 1990'î de hatiye valakirin, ji bo vegerin gundê xwe daxwazname dane qeymeqamtiyê, lê ji ber vê daxwaznameyê ketine ber lêpirsînê. 
 
* Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî bi ser avahiya DBP'ê de hatiye girtin û got ku dozgerî û dadggerî erka Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xesp kirine. 
 
* Amediyên ku bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê dan, bi lêv kirin ku pergala zordar a li dijî vîna wan şermezar kirin û diyar kirin ku gelê kurd dê li vîna xwe xwedî derkeve. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 656'emîn de berdewam bike. 
 
* Geşedanên têkildarî qetilkirina her sê welatiyên kurd ên li Parîsê dê bên şopandin. 
 
* Çalakiya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike.
 
* Konferansa Ciwanên HDP'ê dê li eywanek dawetê ya li Amedê pêk were. (10.00) 
 
* Saziyên elewiyan dê qurbaniyên Qetlîama Mereşê li Cemxaneya Erenler a li Mereşê bi bîr bînin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 926'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar bixin. (12.00) 
 
* Malbatên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed û Êlihê dê çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Enqere, Stenbol û Îzmîrê dê wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)
 
* Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar dê li Amedê serdana Navenda Giştî ya DBP'ê bike. (13.30)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Meydana Ûgûr Mûmcû mitîng li dar bixe. (14.00-19.00) ZINDÎ

Sernavên din

18/04/2023
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin