'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’

  • rojane
  • 10:41 19 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnamevan Emrullah Acar ê li Girtîgeha Sîncanê bi sê hevalên xwe rojnamevan re tê ragirtin wiha nivîsand: “Em li hucreyên yek kesî ku em roniya rojê nabînin tên ragirtin. Armanc ew e ku îradeya girtiyan bê şikandin.” 
 
Rojnamevan û di heman demê de nûçegihanê ajansa me Emrullah Acar di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi 8 hevpîşeyên xwe di 25’ê mijdarê de hatibû girtin. Acar li girtîgehê nivîsek ango nûçeyek amade kiriye û bi rêya nameyek gihandiye ajansa me. Di ser girtina me re 2 meh derbas bûn. 
 
Li ser girtina me û binpêkirinên mafên me yên piştî wê gelek nûçe û rapor hatin weşandin. Bêyî ku van dubare bikim, ez dixwazim avahî û armanca Girtîgeha Sîncanê ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an ku em weke rojnameger di hucreyên cuda de tên ragirtin vebêjim. Dîroka girtîgehan bi dîroka çînî û dewletê dest pê dike û li gorî xweseriya serdeman dîzaynên cihê digrin. Her çend navên girtîgehên "taybet" ên ku wekî binê erdê, ser erd, qesr, kele û odê hatine çêkirin cuda bin jî, armanc yek in, şikandina vîna girtiyan û têkbirina hêviyên wan e. Ji Eyûb û Yûsuf pêxember, berxwedana Bastille û Saygon, Nelson Mandela û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser dîroka girtîgehê gelek berhemên nivîskî hene. Li aliyê din ji bo Girtîgeha Ewlehiya Bilind ku cureyên nû yên girtîgehê ne û hejmara wan di demên dawî de her ku diçe zêde dibe, çavkaniyên me têrê nakin. Ez ê hem bi çavdêriyê hem jî di nava du mehên ku em li vê girtîgeha ewlehiya wê bilind girtî ne, agahiyên ku min ji girtiyan bi dest xistine parve bikim. 
 
LI GORÎ TEKNOLOJIYÊ HATINE ÇÊKIRIN 
 
Bi "Plana Hilweşînê" ya ku di sala 2014'an de bi biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ket meriyetê, ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd lez da avakirina girtîgehên cureyên nû. Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê girtîgehên nû yên kampusê hatin avakirin. Girtîgehên Ewlehiya Bilind ku girtî ji ber avahiya xwe ya fizîkî weke "geşta fezayê" dişibînin wan ji girtîgehên din cuda dike ne tenê avahiya wê ye. Ji prensîbên rêziknameya navxweyî bigire heya hilbijartina karmendan gelek cûdahî hene. Hemî aliyên girtîgehê, hundir û derve, li gorî teknolojiya zekaya çêkirî hatiye sêwirandin û hemû rêbaz jî li gorî vê sêwiranê têne kirin.
 
MÎMARIYA GIRTÎGEHÊN EWLEHIYA BILIND 
 
Ji 4+1 blokan pêk tê, her çar blokên Girtîgeha Ewlehiya Bilind ji şane ango hucreyên yek kesî û bloka din jî ji şaneyên sê kesan pêk tê. Xala ku bloka E, ku di navbera Blokên A-D û B-C de ye, ji blokên din cuda dibe ne tenê ew e ku ew ji şaneyên sê kesan pêk tê, lê ev blok bi tena serê xwe ji her du blokên din deverek mezintir digire. Beşek ji qata jêrîn ji bo rêveberiyê, beşek ji bo serdanek vekirî-girtî, qada parêzer, qada werzîşê ya hundur ve hatiye veqetandin. Li ser vê qatê jî qadên girtî hene. Beşek ji qata navîn a bloka E ji bo pirtûkxane, nexweşxane, depo, klîma, qadên werzîşê ve hatiye veqetandin û di beşên mayî de sê hucre hene. Piraniya girtiyên li van hucreyan tên girtin ji girtiyên ku di statuya "mehkumê karker" de tên ragirtin pêk tên û di berdêla pakêteke cixareyê (30-35 TL) de ji sibê heta êvarê weke koleyan tên xebitandin. Girtiyên ku kincên yekreng li xwe dikin, ji paqijiyê heta metbexê, ji kantînê heta belavkirina xwarinê bi keda xwe di gelek karan de tên xebitandin. 
 
MODUL Û HUCRE 
 
Çar blokên cihêreng (A-B-C-D) hene ku li ser çeperên bloka E hatine çêkirin. Di her blokê de pênc beş wekî blokek cuda hatine çêkirin. Ji van beşan re "module" tê gotin. Mîna ku di gerokên fezayê de, her yek ji modulên pêşîn xwedî fonksiyonek e û girêdana wê bi yên din re tenê ji derve tê peyda kirin. Ew di forma 3 bi 6 modulan de, bi tevahî 18 hucre û hewadarkirinek heye. Li ber deriyê her qatê modulên sê qatî "qutiya ewlehiyê" heye. Deriyên hucreyan bi awayek otomotîk ji vê kulubê tê girtin û tên vekirin. Ji vê kulubê re panela deriyê lokal (LKP) tê gotin. Wekî din wê panelek deriyê navendî (MKP) jî heye û fonksiyonên çavdêriya LKP’ê dike. 
 
DANÛSTANDINA NEFESÊ JÎ TÊ TEMAŞEKIRIN 
 
Di hucreyên modulê de, bi serşokê-tuwalet û metbexê re, pencereyên ku li cîhek vala ya 13 metreçargoşe vedibin, dişibin cihek apartmanê ku jê re  penceyerên “tavê" tê gotin heye. Ji qatên yekem û duduyan di nav hesinî û pencereya ku bi tevneke pola dişibe seradê hatiye pêçandin, ne mimkûn e ku asîman û derve bên dîtin. Dema ku qatên jêrîn, ku em ji mehekê zêdetir lê dimînin, di seranserê salê de tav nagirin jî li qatên jorîn 3-4 mehan di salê de tenê 1-2 demjimêran tav distînin. “Qefesa” pola ya ku pencereyan digire (qata binî jî nahêle ku di kunên wê de mêş jî derbas bibin. Qatên jorîn bi qasî tiliyan stûr in) cihên ku heywanên kovî lê tên xwedîkirin tîne bîra mirovan. Demeke kin piştî em hatin girtin, ji bo dîtina hundirê hucreyan kamerayên ku jê re digotin "perdeya tavê” hatin danîn. Bi vê yekê re tê xwestin hewaya ji camên girtiyan dikeve hundir jî bê kontrolkirin. Ev yek adeta gotina "Ez li danûstandina nefesa we jî temaşe dikim” a Biraderê Mezin yê George Orwell tîne bîra mirovan. 
 
MAFÊ HEWADARIYÊ KIRINE MESELEYEK KÊFΠ
 
Di modulan de li hember 18 hucreyan tenê yek hewadarkirinek heye. Ji ber ku rêziknameyên heyî herî kêm saetekê mafê hewadariyê dide girtiyên li heman qatan dikarin ji yekê zêdetir (herî zêde 6 kes li heman qatê) li hewadariyê hewayê bigirin. Ji bo kesên girtî yanî ceza nexwarine û cezayên heta hetayê hatine cezakirin “mafê çûyîna hewadariyê ji derketina rojê heta rojavabûnê” nayê sepandin. Weke 4 rojnamegeran zêdeyî mehekê me karîbû rojê saetekê bi tena serê xwe derkevin hewadariyê. Her çend ji aliyê fizîkî ve ne mumkun e ku girtî ji hucreyên ku bi tena serê xwe tê de bi girtiyekî din re têkevin têkiliyê jî, sêwirana mîmarî ya bi vî rengî heye ku girtiyê di hucreya din de dengê lingên hev bibihîzin hatiye çêkirin. 
 
SEPANA LIHEV BÎNE-TEVLIHEV BIKE 
 
Bi heman rengî pratîka "lihev bîne û tevlihev bike” ya di dema faşîzma 12'ê Îlonê de jî bi ser neket, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind tê ceribandin. Girtiyên siyasî, endamên Cemaeta Gulen, DAIŞ û kujerên jinan di hucreyên cuda yên heman modulê de hene. 
 
RENG Û DENGÊ KURDAN QEDEXE YE 
 
Destûr nayê dayîn ku pirtûk, kovar, name û heta pirtûkên duayan yên kurdî bikevin girtîgehê. Her wiha hin weşanên tirkî yên naveroka wan polîtîk ku di tu pêvajoya hiqûqî de nehatine qedexekirin jî destûra nayê dayîn bikevin girtîgehê û nadin girtiyan. Ev qedexekirin diyar dikin ku bi biryarên kêfî ne. Pêlavên marka Mekap, cilên herêmî, wêneyên malbatê yên bi rengên kesk, sor û zer, wêneyên bi kincên herêmî hatine kişandin ji girtiyan re qedexe ye. Zihniyeta ku zimanê kurdî qadexe dike, bi hinceta ku hem reng û hem jî pêlavên kurdan wê moral-motîvasyonê bide girtiyan qedexe dike. Wekî din, ez texmîn dikim ku tu raveyek din tune ye!
 
GOTINA DAWÎ BERXWEDÊR DIBÊJIN 
 
Min li gel hin girtiyên ku ev demeke dirêj e li vir girtî ne sohbet kir. Girtî di sohbetan de diyar dikin ku li gelek girtîgehan ev sepan hene û wê sepanên kêfî yên Girtîgeha Ewlehiya Bilind nikaribin bigihîjin armanca xwe. Girtiyan işaret bi avakirina tîpên nû yên girtîgehê û lûtkeya berxwedana girtiyan a demdirêj kirin. Girtiyan têkildarî van girtîgehên ewlehiya bilind û tiştên li girtiyan tên ferzkirin dibêjin, “Gotina dawî wê ji bo her demê berxwedêr bibêjin.” Ev hevok nîşan dide ku têkoşîn dê dijwar derbas bibe û wê dem ka nîşan bide armanca bi girtîgehên ewlehiya bilind tê xwestin dê bigihîje armanca xwe an na. 
 
MA / Emrullah Acar 
 
Girtîgeha Sîncanê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an B-2-18
 

Sernavên din

24/12/2022
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’