‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’

  • rojane
  • 09:07 19 Kanûn 2022
  • |

AMED - Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Adil Qazî tekildarî polîtikayên pişaftinê û êrişên dawî yên li dijî zimanê kurdî destnîşan kir ku bi xwedî derketina zimanê kurdî dikarin pêşî li wan polîtîkayan û êrişan bigrin û got: “Ziman dara maziyê ye, her çiqas êriş bikin jî naqede ji nû ve şîn dibe.”

 
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha polîtikayên pişaftinê yên dewletê li dijî zimanê kurdî berdewam dikin. Her çiqas li gor demê polîtikayên dewletê bigûherin jî hê jî zimanê kurdî tune tê hesibandin û mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî di dibistanan de qedexe ye. Ji ber ku parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier çend roj beriya niha di meclisê de kurdî axivî, axaftina wî di nîvî de hat qûtkirin û her wiha di bernameya qenala ATV'yê de axaftina dayikekê ya bi kurdî hat qûtkirin. Bi van kiryaran nîjadperestiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî careke din derket holê.
 
Nivîskar û Mamosteyê Zimanê kurdî Adil Qazî polîtikayên pişaftinê û êrişên dawî yên li dijî zimanê kurdî ji ajansa me re nirxandin. 
 
‘ARMANC JI HOLÊ RAKIRINA NETEWEYÊ KURD E’
 
Derbarê mijarê de Qazî diyar kir ku armanca êrişên li dijî zimanê kurdî ji holê rakirina neteweyê kurdê û wiha axivî: “Ew jî dizanin dema zimanê kurdî bê axaftin, perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî hebe, li ser vê êrdnîgariyê nikarin kurdan tune bihesibînin û bibin serdest. Sedema êrişên dewletê yek jî lewazbûna wan e. Çand û nasnameya tirkan çêkere ji ber wê jî dixwazin bi zext û zorê bibin serdest. Lê her çiqas êriş bikin jî zimanê kurdî li ser vê axê namire, zimanê kurdî weke dara maziyê ye bi kok e, çawa ku dara mazî ewqas dişewitînin li ser xweliya xwe şîn dibe, zimane kurdî jî wisa ye. Her çiqas êriş bikin jî naqede ji nû ve şîn dibe.”
 
‘BI XWEDÎ DERKETINÊ ÊRIŞ DIKARIN BÊN RAWESTANDIN’
 
Bi domdarî Qazî destnîşan kir ku ne bi gilî û gazînan, bi xwedî derketinê êrişên li dijî ziman dikarin bên rawestandin û wiha pê dê çû: “Divê em li dijî van êrişan gilî û gazinan nekin, em li mala xwe, li tax û bajaran xwe bi rexistin bikin. Heke di dile me de hebe, em bizanin ku termek li êrdeyê û divê bê rakirin, ew nebe jî nabe wê demê divê herkes bi xwedî derketineke bi vî awayî tevbigerê. Yanî em dikarin qenalên wan temaşe nekin, heke dengê kurdî were qût kirin, em jî dikarin bertekeke wisa nîşan bidin. Yanî berî her tiştî em bêxwedî nînin, xwedî dîrokeke kevnar in, xwedî têkoşîn û rêberekî hemdem in, çima em xwedî li vê têkoşînê dernekevin. Êrişî çi dikin divê em zêdetir xwedî lê derkevin. Dema êrişî ziman kirin, divê em zêdetir xwedî li ziman derkevin.”
 
‘LI DIJÎ KURDAN POLÎTÎKAYÊN BÊ EXLAQ TÊN MEŞANDIN’
 
Qazî bi lêv kir ku piştî polîtîkayên dewletê yên pişaftinê bi serneketin, polîtîkayên zext û tundiyê xistin meriyetê û wiha domand: “Piştî ku ev polîtîkayên dewletê yên tune hesibandin û pişaftinê bi serneketin, dîtin ku kurd dikarin xwe bi rê ve bibin û perwerdehiya xwe bibînin. Wê demê polîtîkayên zext û tundiyan xistin meriyetê. Niha jî li dijî kurdan û zimanê kurdî polîtîkayên bê sînor û bê exlaq tên meşandin.”
 
‘ZIMAN HER TIŞTE’
 
Qazî anî ziman ku hewldanên ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî kêm in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ziman ji çand, dîrok û polîtîkayê qût kirî nîne. Ziman her tişt e. Piranî çalakiyên me bi zimanê tirkî tên kirin. Yanî çima tenê bi tirkî, divê em kurdî jî bikin. Yanî çima em zimanê neyarên xwe bi kar tînin. Yanî bila ew neyê wê wateyê ku em dijberî zimanekî ne, em dijberî zimanekî nînin lê îro zext li ser zimanê me heye, zimanê me tune tê hesibandin ji ber wê divê em bi zimanê xwe têbikoşin. Divê em perwerdehiya fermî ya zimanê xwe li ser wan bidin ferzkirin. Perwerdehiya zimanê din di dibistanan de heye lê ya kurdî qedexe ye, divê li dijî vê yekê bertekeke tund bê nîşandan. Di qada navneteweyî de jî mafê her zimanî yê perwerdehiyê heye, divê di warê dîplomasiyê de jî em di nav hewldanan de bin û bi çalakiyan vê yekê bidin ferzkirin. Lê hewldanên me pir kêm in divê em bêhtir li ser ziman bisekinin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

24/12/2022
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’