Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin

  • rojane
  • 09:04 17 Kanûn 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokê MEBYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk diyar kir ku malbat 6 sal in li benda cenazeyên zarokên xwe ne û got: "Eger em cenazeyên zarokên xwe bibînn qet nebe wê bêhna me piçek fireh bibe. Dayik li benda agahiyekî ne." 

 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Li navçeyê li gel ragihandina qedexeyan 288 kes hatin qetilkirin. Ji van 177 kes di jêrzemînan de bi saxî hatin qetilkirin. Ji van cenazeyan 14 cenaze yên Ferîde Yildiz, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Derviş, Servet Aslan, Idrîs Susin, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray, Mustafa Keçanlu, Emrah Aşkin, Sakine Durmiş bûn û winda ne. Di ser qedexeyan re 7 sal derbas bûn, lê ji van 14 kesan tenê hestîyek jî nehat dîtin. Hemû hewldan û serlêdanên malbatan bê bersiv man. Li malên ku şîn lê heye, lêgerîn û bendewariya cenaze didome. Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Serhat Kuçuk derbarê 14 cenazeyên winda de û cenazeyên endamên HPG'ê yên di şer û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane piştî bi rojan li nexweşxaneyê tên sekinandin, li goristanên bêkesan tên definkirin de axivî. 
 
'RAPORA 8 CENAZEYÊN WINDA DI DESTÊ ME DE NE'
 
Hevserokê MEBYA-DER'ê Serhat Kuçuk diyar kir ku malbatên ku cenazeyên wan winda ne 6 sal in li benda cenazeyên zarokên xwe ne û wiha axivî: "Ev 6 sal in ku malbatên me cenazeyên zarokên xwe nedîtine, heta ku hestiyeke wan jî neditine. Malbatên ku dixwazin ku êvareke îne biçin li ser gora zarokên xwe duayekî bikin nikarin biçin. Weke saziyê MEBYA-DER'ê em her carê diçin serdana malbatên xwe û em dibin hevxemê êşa wan. Hin malbatên diyar hene. Hin jî DNA'ya wan derdikeve jî lê dewlet bi zanebûn nahêlin ku ev dayikên me hestiyeke zarokên xwe jî bibînin. Eger cenazeyên zarokên xwe bibînin qet nebe wê bêhna wan piçek fireh bibe. 2-3 meh beriya niha ji aliyê qeyûm ve mîhrîcanek li Cizîrê hat li dar xistin. Ew cihê ku mîhrîcan hatiye lidarxistin jî, gelek kesan li wir bi çavê xwe hestiyên mirovan ditîbûn. Li dijî dar xistina vê mîhrîcanê me weke rêxistin û sazî bertekên xwe nîşan dan û me got em qebûl nakin. Lê dîsa jî dewletê got, 'em ê li wir bikin'. Me digot, 'eger mîhrîcan be ciheke din bikin em jî piştgiriyê bidin' lê qebûl nekirin û di wir de israr kirin. Hem dayikên me û hem jî Cizîr hemû ji vê yekê gelek êşiya. Dibe ku DNA'yên van malbatan li hev dikin jî lê dewlet diavêje. Niha raporên 8 kesên ku cenazeyên wan winda ne di destê me de ne. Lê dibêjin ku 14 cenaze xuya nakin. Lê dibe ku malbatan şexsî serlêdan kiribin. Ji ber ku di nav cenazeyên winda de hin ên Cizîrê bixwe hene û hin jî yê derve hebûn."
 
'DAYIK LI BENDA AGAHIYEKÎ NE'
 
Kuçuk bi lêv kir ku li ser cenazeyan îşkenceyeke giran heye û wiha domand: "Dewlet bi xwe ji malbatên kesên di qedexeyên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane û yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane agahdar dike û dibêje, 'Me keç an jî kurê we bêbandor kir, werin cenazeyê xwe bigirin' lê dema ku malbat tên nexweşxaneyê jî bi seatan tên sekinandin. Kesên ku di pêvçûnan de tên kuştin jî li ser cenazeyê wan îşkence tê kirin, rûyê wan tê şewitandin. Malbat zarokên xwe nas nakin. Cenazeyan dixin rewşeke wisa ku nayên naskirin. Bifikirin ku dayik kurê xwe yan jî keça xwe nas nake. Mirov nikare navekî bide van pêkanînan. Miroveke mirî jî be divê ku laşê wan perçe perçe bikin. Malbatên ku cenazeyên xwe nas nakin li benda cenaze dimînin. Piştre dayik li benda cenazeyan dimînin. Dayik li benda agahiyekî dimînin."
 
BANGA SERLÊDANÊ 
 
Kuçuk ji malbatan daxwaz kir ku dev ji wergirtina cenazeyan bernedin û got: "Her cara ku têlefon lê dixe, dayik dihizirin ka ji bo cenazeyê zarokê min e. Hin malbat sê salan jî li benda cenazeyên zarokên xwe dimînin. Weke ku her roj li mala wan şîn heye li benda cenazeyan dimînin. Em dixwazin ku ev rewş bikeve rojeva parlementoyê jî. Ew bi xwe gazî malbatên dikin û dibêjin werin cenazeyê xwe bigirin, lê ev malbat 2-3 sal in li benda cenazeyan dimînin. Ez bang li malbatan dikim ku ew ê ku DNA'yên wan dernakevin bila careke din serlêdan bikin. Testên DNA yên ku ji hêla malbatan ve têne dayîn jî dibe ku werin avêtin. Ji ber vê yekê divê malbat careke din testa DNA’yê bikin. Malbatek me hebû, 3 caran testa DNA’yê kir. DNA li hev nedihat. Lê dev jê berneda, cara 4’emîn serî lê da û cenazeye xwe wergirtin.” 
 
 

Sernavên din

21/12/2022
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’