Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê piştî mîtînga wê hate qedexekirin xwest li ber Meclisê daxuyaniyê bide, lê polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Li gelek bajarên din jî bertek nîşanî qedexeya mitîngê hate dayîn.
 
Endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi armanca şermezarkirina walitiyê ku cihê mitînga ku dê bi dirûşmeya “Ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê” sibê li qada Tandogan a Enqereyê li dar bixin guhertiye, li ber Deriyê Çankayayê yê Meclisê kom bûn. 
 
MUDAXILEYÎ DAXUYANIYÊ KIRIN 
 
Polîsên ku girseya li ber deriyê Meclisê kombû dorpêç kir, pişt re êrişî komê kirin. Destûr nedan endamên KESK’ê ku îmzeyên komkirine pêşkeşî Meclisê bikin. Piştî gengeşiya qewimî, girseyê nêzî Deriyê Çankayayê yê Meclisê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, ê bertek nîşanî helwesta polîsan kir, wiha got: “Em li Enqereyê demekî dirêj e bi pêvajoya OHAL’ê re rûbirû ne. Li dijî mafên me yên sendikal, azadiya me ya raman gelek binpêkirinên mafan hene. Em dibînin ku bi cezayê vê hefteyê dane birêz Îmamoglû re edalet û hiqûq hatine binpêkirin.”
 
‘BIRÇÎTÎ Û XIZANTÎ WÊ BERDEWAM BIKE’
 
Bozgeyîk, ê diyar kir ku qedexeyan qebûl nakin, da zanîn ku ji bo biryara qedexeya Walîtiya Enqereyê ya Qada Tandogan serî li dadgehê dane û wiha berdewam kir: “Weke karker, kedkar, dikandarên biçûk, cotkar, teqawît, em her roj bi zêdebûna buhayên nû hişyar dibin. Di zêdebûna buhayê jiyanê de mûçeyên me mîna mûman dihele. Em dibînin ku birçîbûn û xizaniya ku me di budçeyê de jiya wê bidome.”
 
RIHA
 
Platforma Şaxan a KESK’a Rihayê bi dirûşmeya “Qad nikarin ji kedkaran re bên qedexekirin” li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em budçeyeke ji bo gel û kedê dixwazin” hate vekirin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê Eylem Salar axivî û diyar kir ku mitînga ku da di 17'ê kanûnê de li Enqereyê bi dirûşmeya “Êdî bes e! Em budçeya debarê dixwazin, ne butçeya hilbijartinê” li dar bixin 48 saet beriya mîtîngê Walîtiyê biryar da ku mîtîng li şûna Qada Tandoganê li Anit Parkê bê lidarxistin û ev biryar weke “qedexeya mîtîngê ya fîîlî nirxand. Salar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji vir careke din destnîşan dikin. Ev qedexe û astengkirin nikarin paşve gavê bi me bide avêtin. Heta ku ev bêhiqûqî bi dawî bibin wê têkoşîna me bi awayekî bibiryar bidomînin.”
 
ÊLIH
 
Platforma Şaxan a KESK’a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney bi awayekî girseyî daxuyanî da. Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê, ÎHD, Baro, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, TJA, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Bajêr û gelek kedkar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Budçeya ji bo gel û kedê dixwazin” hate vekirin û dowizên “Em nikarin debara xwe bikin” û “Em li ser sînorê xizantiyê zêdebûna muçe dixwazin” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Ne ji şer û rantê re ji gel re budçe” û “Êdî bes e, em nikarin debara xwe bikin” hatin berzkirin. 
 
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Denîz Topkan ê metnê daxuyaniyê xwend, bertek nîşanî qedexeya fîîlî ya mîtîngê da û wiha got: “Darbeyek li mafê civîn û xwepêşandanê ye ku ji aliyê Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ve hatiye ewlekirin û azadiya rêxistinbûyîn, îfade û ramanê ye.”
 
EDENE
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Edenê qedexekirina mitînga wan a Enqereyê ya 17’ê kanûnê, li Parka Îsmet Înonuyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di çalakiya şermezarkirirên de pankarta “Qad ji kedkaran re nayên qedexekirin!, Em li dijî bêkarî, xizanî û budçeya şer; budçeya debarê dixwazin” hate vekirin û dirûşmên “Qad ji karkeran re nayên qedexekirin” hatin berzkirin. Daxuyaniyê Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Edenê û Seroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Edenê Fatma Sariguz Guney xwend. 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrsînê jî biryara qedexeyê li Parka Ozgur Çocuk bi daxuyaniyekê şermezar kir. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê yê Mêrsînê Mustafa Ozbay bertek nîşanî qedexeya fiîlî da û destnîşan kir ku ew jiyaneke mirovane dixwazin. 
 
ANTALYA
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Antalyayê jî li pêşiya Peykerê Attalos daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qadê ji kedkaran re nayên qedexekirin” hate vekirin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê yê Antalyayê Nûrettîn Sonmez bertek nîşanî qedexeya fiîlî da. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

21/12/2022
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’