Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne

  • rojane
  • 15:50 15 Kanûn 2022
  • |
img
ÊLIH - Şaxa ÎHD’a Êlihê da zanîn ku li Kampûsa Girtîgeha Qubîn a Êlihê û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, pirtûkên bi kurdî hatine qedexekirin û gelek binpêkirinên din ên mafan tên kirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî binpêkirinên li girtîgehên, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li girtîgehan ne mirinê lê jiyanê diparêzin. Bila girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Bêdeng nemîne, dimirin.” hate daliqandin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Platforma Ked û Demokrasiyê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê parêzer Yunus Bagiş ve hat xwendin. Bagiş, diyar kir ku polîtîkayên tundiyê yên ku îktîdara siyasî esas digire, sedema bingehîn a binpêkirinên li girtîgehan e. Her wiha Bagiş got ku polîtîkaya necezakirinê, hêj niha jî girîngtirîn astengiya li pêşiya têkoşînê ye û ev tişt anî ziman: “Derheqê faîlan de tu lêpirsîn nayên destpêkirin, lêpirsîn venaguherin teqîbetan, di dozan de îdianame ne bi sedema îşkenceyê lê bi sûcên ku cezayê wan kêm e tên amadekirin, yan tu ceza li bersûcan nayên birîn an jî tên taloqkirin. Di nava salekê de me bi girtiyan re hevdîtin kirin û gelek binpêkirinên mafan tespît kirin.” 
 
GIRTÎGEHA TÎPA ME 
 
Bagiş, diyar kir ku piştî serhildana di sala 2020’an a li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, rêveberiya girtîgehê helwestekî pir dijwartir nîşan dide û ev agahî dan: “Lewma jî nêzikatiya xerab a li dijî girtiyan zêde bûye. Di nava vê pêvajoyê de şandeya me ev binpêkirin tespît kirin; yek jê jin bi giştî du girtiyan îsal li qawîşên xwe întîhar kirin û jiyana xwe ji dest dan. Ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Girtiyekî ku ji bo tedawiya diran çû nexweşxaneyê, rastî nêzikatiya xerab a bijîşk hat û bijîşkî erd pê da paqijkirin ku ev yek dikeve çarçoveya nêzikatiya xerab. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyeke jin hatiye ferzkirin û dema li dijî vê sepanê derketî jî hate derbkirin. 3 girtiyên siyasî yên jin bêyî ku rêveberiya girtîgehê sedemekî nîşan bide, li girtîgehên Bunyan û Tarsusê hatin sirgûnkirin û bi vê yekê hem ew û hem jî malbatên wan hatin mexdûrkirin. Du girtiyan da zanîn ku di ketina girtîgehê de, di dema hatin û çûna hevdîtina bi parêzeran re de, di dema hatin û çûnên ji bo hevdîtinên girtî û vekirî de, lêgerînên ku rûmeta mirovan binpê dikin li girtiyan tên ferzkirin.”
 
KAMPUSA GIRTÎGEHA QUBÎNÊ
 
Têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind ku li Kampusa Girtîgeha Qubîn a Êlihê jî Bagiş ev agahî parve kirin: “Êdî hejmartina li ser pêyan bi awayeke rûtîn tên kirin, girtî nikarin derkevin hewadariya hevpar, pirtûkên bi kurdî hatine qedexekirin, kurteyên pirtûkan ên ku girtiyan amadekirin tên komkirin û li gorî agahiyên girtiyê bi navê X, di dema hevdîtinên ser telefonê de li girtiyan tekmîl tê ferzkirin û peywendiyên bitendurist tên astengkirin. Her wiha hat gotin ku girtiyê siyasî S.O. di meha gulana 2022’yan de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind întîhar kiriye û derheqê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. Girtiyan dişînin revîrê û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji serlêderan Y. da zanîn ku ji ber ku dereng derxistin revîrê, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê girantir bûne.”
 
70 GIRTIYÊN NEXWEŞ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Bagiş, da zanîn ku ji 29’ê nîsana 2022’yan ve 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û wiha bi dawî kir: “Bi taybet jî her roja ku girtiyên rewşa giran li girtîgehê derbas dikin, hem ji bo wan û hem jî ji bo malbatên wan îşkence û nêzikatiya xerab e. Heta dema niha ya sala 2022’yan, herî kêm 70 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Lewma jî divê tavilê li girtîgehên Tirkiyeyê reform bên kirin.” 
 

Sernavên din

21/12/2022
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’