Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê

  • rojane
  • 18:28 12 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan ku ji bo beşdariya li danişîna doza endam û rêveberên girtî yên GOÇÎZDER'ê bang kirin, gotin: "Parastina mafan ne sûc e." 
 
Ji bo xwedîderketina li danişîna doza endam û rêveberên girtî yên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhatê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Parastina mafan ne sûc e" nivîsandî hat vekirin. Rêveberê Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhatê Ahmet Guler metna daxuyaniyê xwend. 
 
Guler di daxuyaniyê de diyar kir ku bi destê darazê dengê parastvanên mafan tê tepisandin û got ku bi avaêtina ser komeleyê û biryara veşarî ya li ser dosyeyê hevalên wan tên krîmînalîzekirin. Guler destnîşan kir ku bi agahiyên şaş ên ku ji rojnameyên wekî Sabah, Hurriyet, Yenî Şafak û yên din û organên çapemeniyê yên wekî A Haberê re hatine ragihandin li hemberî wan kampanyaya reşkirinê hatiye çêkirin. 
 
Guler di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku parastvanên mafan ji ber xebatên xwe hedef hatine girtin. Guler bilêv kir ku parastina mafan ne sûc e û xwest ku hevalên wan bên berdan. 
 
AMED
 
Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê jî ji bo beşdariya li danişîna doza 16 endamên GOÇÎZDER'ê ku di 11'ê Hezîranê de hatibûn girtin li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Azadî ji bo parêzvanên mafan" nivîsandî hat daliqandin. Komeleya 78'an, Komîsyona Koçberiyê ya HDP'ê, SES, OHD, Odeya Bijîşkan a Amedê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Fatma Gulan Onkol axivî. Onkolê bibîr xist ku li ser dosyeyê biryara veşarî heye û got ku bi vê biryarê xebatên komeleyê tên krîmînalîzekirin. 
 
Onkolê bibîr xist ku dê danişîna dozê di 13, 14 û 15'ê Kanûnê de li Edliyeya Çaglayanê bê lidarxistin û got ku parastina mafan ne sûc e. Onkolê destnîşan kir ku hevalên wan ên hatine girtinê parêzvanên mafên mirovan e û xwest demildest bên berdan.
 
STENBOL
 
Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî beriya danişînê li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser  "Azadî ji bo parêzvanên mafan" nivîsandî hat daliqandin. HDK, HDP, MATÛHAYDER, DEV-YAPI-ÎŞ û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Rêveberê GOÇÎZDER'ê Parêzer Ahmet Baran Çelîk metna daxuyaniyê xwend. Çelîk destnîşan kir ku hevalên wan parêzvanên mafên mirovan e û got: "Demildest divê hevalên me bên berdan." 
 
TÛHV'ê jî li Nûnertiya Stenbolê ya TÎHV'ê ya li navçeya Şîşliyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Parêzvanên Mafên Mirovan NayêN Darizandin" nivîsandî hat vekirin. Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalciî Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul, parêzerê doza GOÇÎZDER'ê Ahmet Baran Çelîk, Rêxistina Efûyê, Navenda Bîrê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî û ÎHD'ê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Bakkalci ku di daxuyaniyê de axivî, got ku doza heyî dozeke dijhiqûqî û kêfî ye. Damla Ûgantaş ku li ser navê Rêxistina Efûyê û Bûrcû Bîngollu jî ku li ser navê Navenda Bîrê axivîn, destnîşan kirin ku ew ê pêvajoya dozê ji nêz ve bişopînin. 

Sernavên din

15/12/2022
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir