Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir

  • rojane
  • 15:56 11 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di panela li Wanê de axivî û wiha got: “AKP’ê bi zîhniyeta ku dixwest wê bigire re anku bi dewleta kûr re li hev kir. Di vê çarçoveyê de jî heman polîtîkayên salên 90’î xistine meriyetê.” 
 
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Wanê bi navê “Mafên mirovan” panelek hat lidarxistin. Panel, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Wanê hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hamdî Bayhan kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, lêkolîner-nivîskar Prof. Dr. Fatma Gok û parêzer Umît Dede jî weke axêver tev li panelê bûn. 
 
KESKÎN: EM JI SEDÎ 15 IN 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku di bingeha hemû pirsgirêkan de “qirkirin” heye û wiha got: “Li vir komkujiyek kirin û piştre jî îdeolojiya fermî ava kirin. Li ser vê xakê ewqas çand û nansame hene lê em qala komareke tirk-sunî dikin. Bi saya têkoşîna kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe, îro têkoşîneke cuda derketiye holê. Jêderka desthilatdarî û muxalefetê heman e û di gelek mijaran de li hev dikin. Em beşeke ji sedî 15 in ku di navbera kemalîst û îslamperestan de ma ne. Têkoşîna mafên mirovan bi sedsala ye tê domandin. Di salên 90’î de gundên kurdan dihatin şewitandin û mirov dihatin qetilkirin. Em wê demê pir bi tenê diman. Wê demê hemû biryar ji hêla milîtarîst û leşkeran ve dihatin dayîn. Niha jî AKP kirine dewlet. AKP’ê, bi zîhnniyeta ku dixwest wê bigire re anku bi dewleta kûr re li hev kir. Di vê çarçoveyê de jî polîtîkayên salên 90’î xistî meriyetê. Mafê xweîfadekirinê di salên 90’î de jî ewqas nedihat binpêkirin.” 
 
REWŞA LI GIRTÎGEHAN
 
Bi domdarî Keskîn rewşa li girtîgehan weke “metirsîdar” pênase kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku Garîbe Gezer li dijî van binpêkirinan derket, xistin odeyeke bisunger û xwestin bikujin. Derdora hezar û 900 girtiyên nexweş hene û rastî binpêkirinan tên. Anku ev mirov tên kuştin û wisa tehliye dikin. ATK li gorî daxwaza dewletê raporan dide. Duh jî girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest da.” 
 
‘MAFÊ PEWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ’
 
Akademîsyen Prof. Dr. Fatma Gok jî qala mafê perwerde û xweseriya akademîk kir. Gok, got ku “wekheviya firsendan a perwerdeyê” têgeheke xelet e û ev tişt anî ziman: “Mafê perwerdeyê, mafekî bingehîn e û mafê her mirovekî ye. Divê dewlet bêyî ku cihêkariyê bike perwerdeyê bide her kesî û bêpere bide. Divê naveroka perwerdeyê azadîxwaz be. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo vê erdnîgariyê pir girîng e. Divê ev cihêkariye teqez ji holê rabe. Divê serweriya zimanê serdest ji holê rabe û hemû kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.” 
 
‘LI ÎMRALIYÊ TU PÎVAN Û QANÛN TUNE NE’
 
Parêzer Umît Dede jî di beşa “Girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîd” de axivî û ev nirxandin kir: “Dema tecrîd tê gotin, ji ewilî şert û mercên birêz Abdullah Ocalan tên bîra her kesî. Aliyên îdeolojîk, hiqûqî û psîkolojîk ên tecrîda li ser birêz Ocalan hene. Girtîgeha bi tîpa F a ewil, ji ber birêz Ocalan xistin meriyetê. Niha jî girtîgehên bi tîpa S’yê xistin meriyetê û şertên girtiyên din jî dişibînin şertên birêz Ocalan. Hemû mafên birêz Ocalan hatin bisînorkirin û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qedexe kirin. Ev tevek jî bi awayekî derqanûnî kirin. Ji ber ku li dijî vê rewşê muxalefeteke xurt nayê kirin, ev rewş roj bi roj girantir dibe. Li wir guh nadin tu mewzûat, pîvan û qanûnan. Bêhiqûqtiya li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan ketiye meriyetê.” 
 
Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15/12/2022
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir