Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 14:49 11 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê li Amedê hat protestokirin. Çalakvanan diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd muxatab Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û polîtîkayên şer, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê li Amedê hat protestokirin. Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê û gelek welatî li Çerxerêya Oryil a li hêla Parka Koşuyoluyê, li Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê û li Batikentê kom bûn. Ji bo ku girse negihije hev, polîsan hemû rê dorpêç kirin. 
 
Girseya ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Ciwanekî bi gotinên “Em vê zilmê qebûl nakin, hûn dê li dadgehan bên darizandin” bertek nîşanî dorpêça polîsan da. 
 
 
Her wiha xizmên girtiyan jî tev li çalakiyê bûn. Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ku ev demeke Nobeta Edaletê digire jî wiha got: “Tekane daxwaza me edalet e. Ji bo ku bêedaletiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe em îro hatine vê derê.”  Ji xizmên girtiyan dayika Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî got ku tekane daxwaza wan edalet e. 
 
OZSOY: HÛN DÊ BÊN DARIZANDIN 
 
 
Her wiha Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Hûn dê bên darizandin. Komara Tirkiyeyê dewleta polîsan e. We li pêş çavên min li jinan xist.” 
 
‘MUXATAB OCALAN E’ 
 
Tevî dorpêça polîsan jî girse piştî demekî dirêj li noqteyên cuda yên rê hate ba hev. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan li vê derê axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku malbat û parêzerên birêz Ocalan biçin serdana wî. Daxwazeke me ya taybet tune ye. Mafê her girtiyekê li girtîgehên Tirkiyeyê çi bin, em jî wan mafan dixwazin. Mafê hevdîtinê yê birêz Ocalan heye. Niha zilm û heqareteke mezin heye. Li dijî gelê Amedê zilmeke mezin heye. Li her deverê tecrîd heye û hêj didome. Hewl didin bi rêya tundiyê vîna gelê Amedê têk bibin. Bi sedan sala ye vîna Amedê têkneçû. Em qebûl nakin ku rêberê vî gelî bê tecrîdkirin. Em dibêjin ku muxatabê herî mezin birêz Ocalan e. Daxwaza gel pir zelal e.” 
 
DI BIN DORPÊÇÊ DE DAXUYANÎ DAN
 
 
Her wiha Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di bin dorpêçê de bang li girseyê kir û wiha got: “Ziravê wan diqede. Weke ku hûn jî dibînin her dever di bin tecrîdê de ye. Tevahiya cîhanê faşîzm û daxwaza we ya şer dibîne. Hemû dinya dizane ku hûn faşîst in. Hewcehî nîne hûn mertalên xwe bilind bikin.” Di dema axaftina xwe Aydenîz de polîsan hewl dan ku rojnameger dîmen û wêneyan nekişînin û ji bo vê jî mertalên xwe bilind kirin. 
 
Welatiyên li derveyî dorpêçê jî bi gotinên “Hûn gel aciz dikin, ew wekîlên me ne” bertek nîşanî polîsan dan. 
 
DU KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Di dema meşê de rêveberê HDP’a Êlihê Yakup Orak û rêveberê Rêxistina Navçeya Navendî ya DBP’a Êlihê Hayrettîn Degîrmencî hatin binçavkirin. 
 

Sernavên din

15/12/2022
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir