Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin!

  • rojane
  • 09:03 9 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Kesên ku xwe wekî endamên MÎT'ê û polîsan didin naskirin sîxurtiyê pêşniyarî Hevseroka HDP'a Qilebanê Zîlan Yamanê dikin. Yaman ku bi mehan in rastî van sepanan tê, got ku dê giliyê van kesan bike. 
 
Li bakurê Kurdistanê yek ji bajarên ku fuhûş, tiryak û polîtîkayên şerê taybet lê zêde bûne yek jê jî Şirnex e. Kesên ku xwe wekî endamên MÎT'ê û polîsan didin naskirin, sîxurtiyê li ser jinan û ciwanan ferz dikin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Qilêban a Şirnexê Zîlan Yaman, ji roja bûye hevserok heya niha hin kes bi hejmarên xerîb lê digerin û jê dixwazin ku hevdîtinê pê re bikin. Lê ji ber ku Yaman vê yekê qebûl nake, ev kes vê carê peyaman jê re dişînin û wê taciz dikin. Yaman, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
BI ROJANIN RASTÎ TACÎZE MÎT Û EMNIYETÊ TÊ
 
Zîlan Yaman diyar kir ku bi mehan e ew rastî tacîza van kesan tê û wiha behsa mijarê kir: "Min di 9'ê çileya 2022'yan de dest bi peywira xwe kir. Piştî çend mehan cendirmeyan bi rêya xizmekî me hewl da ku xwe bigihîne min. Fermandarê cendirmeyan ji min re got, 'Ez dixwazim bi te re hevdîtinê bikim.' Min jî ji wî re got, 'Çima?' Ji min re got, 'Ez dixwazim te pîroz bikim.' Piştî vê gotinê min jî ji wan re got, 'Ev hevdîtin qet nabe û hûn bi xwe jî vê yekê baş dizanin. Ger tu carekî din teklîfeke wiha li min bikî ez ê giliyê te bikim.' Çend meh bi ser re derbas bûn, vê carê jî şaxa ewlehiyê ya polîsan telefonî min kir. Dîsa gotin, 'Were em bi hev re çayekê vexwin. An em werin wir an jî hûn werin vê derê.' Herî dawî di 25'ê mijdarê de hatim binçavkirin. Dema em li qereqolê bûn, polîsekî bi cil û bergên sivîl hat cem min. Hewl da ku bi min re sihbet bike û ji min re got, 'Silav Zîlan, tu çawa yî?' Min jê pirsî: 'Tu min çawa nas dikî?' Ji min re got, 'Ez we hemûyan nas dikim, ez li her derê dixebitim.' Paşê piştî ku ez hatim berdan, çend roj bi şûnde vî kesî li ser WhatsAppê peyam ji min re şand. Ji min pirsî 'Zîlan Xanim tu min nas dikî?' Paşê min ji wî re got ku ez wî nas nakim. Ji min re got, 'Ez Alî me, me bi te re li qereqolê li ser pêyan hevdîtin kiribû.' Ji min re got, 'Min li ser mijarekî bi re tiştek axifîbû, were em bi hev re çayekê vexwin, bi rastî jî tiştên girîng hene ku divê em li ser biaxivin.' Min jî ji wan re got ku ev ne cara ewil e ku ev teklîf li min tê kirin. Min ji wan re got, 'Hûn her tim dixwazin bi min re hevdîtinê bikin lê ev hevdîtin qet nabe. Tiştekî wiha ne pêkan e.' Her wiha ji min re got, 'Ma tu qet nabêjî çima ez?' Min ji wan re got, 'Ne hûn, ne tu sazî û ne jî kesên din hûn çi qas peyaman bişînin û daxwaz bikin jî ez ê bi we re hevdîtinê nekim. Inyeta we diyar e.' Ji min re peyamên wekî 'Em ê teqez hev bibînin' şandin." 
 
DÊ GILIYÊ WAN BIKE
 
Yaman, anî ziman ku ew çi bikin jî ew ê bi van hewledanan negihîjin armanca xwe û wiha got: "Ez ê giliyê van kesan bikim. Ev ne yek, ne du, ne jî sê ye. Ji dema ez hatime ser vê peywira xwe heta niha, ew hewl didin ku min bixin tora xwe. Lê çi bikin jî ew ê nikaribin bigihîjin armanca xwe. Li Kurdistanê her tim polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Em her roj rastî van polîtîkayan tên. Pispor, polîs, cerdevan çiqas bixwazin dikarin bikin lê tu carî nikarin me ji vê têkoşînê dûr bixin. Dema ku ciwanek tê partiyê, ew bi berdewamî pê dilîzin û hewl didin ku wî/wê bixin tora xwe. Ez bang li ciwanan jî dikim ku berbayî van lîstikan nekevin. Ez hevseroka navçeyekê me û nûnertiya navçeyekê dikim lê ew dikarin îro min pir bi hêsanî taciz bikin. Ez vê qebûl nakim. Ew hewl didin ku hevseroka partiyekê bixînin. Îcar li halê ciwanan bifikirin. Divê ciwan li ber xwe bidin û berbayî van lîstikan nekevin."
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/12/2022
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’