Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin

  • rojane
  • 16:24 1 Kanûn 2022
  • |
img
AMED -  KCD, TJA, DBP, HDP, MED TUHAD-FED, OHD û Dayikên Aştiyê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de daxuyanî dan û dan zanîn ku dê di 11’e kanûnê de li Amedê û di 12’e kanûnê de jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li darbixin.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Dayîkên Aştiyê li Amedê têkildarî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan civîneke awarte li dar xist. Têkildarî encamên civînê de li Navenda Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê daxuyanî hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de ewilî Dayika Aştiyê Kûdret Eryilmaz axivî. Eryilmaz, anî ziman ku bi salan e ji ber şer êş dikişînin û wiha got: “Kezeba me dayikan şewitiyê, edî em naxwazin ji ber şer û zindanan kezeba me bişewite. Em bang li hemû dayikan dikin ku hemû dayik li dijî vî şerê qirêj derkevin. Ji bo deriyê zindanan vebê dilê tu dayikan neşewite û li dijî tecrîdê derkevin. Tecrîd ne tenê li ser girtiyan tê meşandin li ser me hemûyan tecrîd heye. Tecrîd bandorê li ser rabûn û rûniştina me jî dike. Em vê tecrîde qebûl nakin. Em dixwazin ew tecrîd demildest bê rakirin. Divê hemû kes li dijî şer û tecrîde derkeve. Em naxwazin cenazeyên xwe ji zindanan derxînin, em aştiyê dixwazin. Edî bes e ji vî şerê qirêj re.”
 
‘PEWÎSTE PIR ZELAL WERE VEGOTIN’
 
Dû re Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, jî bal kişand ser daxuyaniya ku Bûroya Hiqûqê ya Asrinê beriya du roj berê weşand û wiha got: “Bi vê daxuyaniyê re diyar kirin ku CPT li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye. Girtîgeha Îmraliyê di bin kontrola CPT’yê de ye. Her wiha CPT'yê piştî 20'ê îlonê hevdîtin pêk anî tu daxuyanî nedan û ji raya giştî re parve nekir, cidîyeta meselê nîşan dide. Di xalên ku dudilî û fikaran kûr dike de, pêwîst e ev yek pir zelal were vegotin.”
 
‘JI 99’AN VIR VE TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ KÛR DIBE’
 
Aydenîz, daxuyand ku ev 20 meh in bi Abdullah Ocalan re tu têkilî nehatine danîn û wiha domand: “Ev 20 meh in bi Birêz Abdullah Ocalan re tu têkilî û hevdîtin çênebûye. Ev pergala tecrîdê tenê bi 20 mehan re sînordar namîne. Di rastiyê de ji 99’an vir ve pergala Îmraliyê pergala îşkence û tecrîdê ye. Ev 24 sal in li Îmraliyê pergala tecrîd û îşkenceyê berdewam dike û ev yek veguheriye polîtîkayeke kûr, tunekirin û domandinê. Zêdekirin, mutlaqkirin û berdewamkirina vê pergala tecrîdê ya roj bi roj bi rastî jî nîşaneya vê yekê ye ku ev hikûmet û dewlet bi tecrîda li ser Îmraliyê çawa nêzî kurdan, gelê kurd û jinan dibin e. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê kûrtir û mutleq dibe, ev şer weke komkujî, mirin, operasyonên siyasî yên li derveyî sînor û hundirê sînor ên li dijî gelê kurd didome.”
 
‘HEM CPT HEM JÎ DEWLET BÊCIDÎ YE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Aydenîz, bi lêv kir ku divê tecrîda li Îmraliyê ku îro li hemû qadên civakê dewam dike, bi lez bê rakirin û wiha pê dê çû: “Pêwîste Birêz Abdûllah Ocalan demildest bigihije azadiya xwe. Dîsa divê hevdîtina CPT ya 20’ê Îlonê demildest bê eşkerekirin. Ger birêz Ocalan hevdîtina CPT qebûl nekiribe û redkiribe, ev yek nîşaneya giraniya bûyerê ye. Ji ber ku Birêz Ocalan saziyek wek CPT red kiriye, di hevpeyvîna telefonê ya bi birayê xwe re jî dewletê vexwendibû cidîbûnê. Nêzîkatiya hem CPT û hem jî ya dewletê bêcidî ye. Tecrîda ku dewlet li ser Birêz Ocalan dimeşîne, bêcidîyet e. Tehamûla gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî ya gelê kurd ji vê hovîtiyê re nemaye. Em dibêjin ji bo pirsgirêkên civakê yên der barê vê rewşê de divê di zûtirîn demî de hevdîtin bên kirin. Ji ber ku paralela vê tecrîdê, rastiya şer jî kûr dibe. Li gel vê tecrîdê, li girtîgehan û li her derê ji bo emrê xwe dirêj bike polîtîkayên şer û mirinê vediguherîne polîtîkayên rêveberiyê. Nêzîkatiya li dijî Îmraliyê, nêzîkatiya hem berpirsyariya hiqûqî, hem jî siyasî û civakî ye. Lewma nêzîkatiya me ya li Îmraliyê rewşeke ku ji hiqûq û siyasetê û ji wijdanê wêdetir e. Ji ber vê yekê nêzîkatiya bi Birêz Ocalan re nêzîkatiya li siyaset, hiqûq û hemû beşên civakî ye.”
 
‘BI MILYONAN KES BIRÊZ OCALAN WEKE RÊBER PENASE DIKE’
 
Aydenîz, destnîşan kir ku bi mîlyonan kes Ocalan weke rêberê xwe pênase dikin û got: “Birêz Ocalan kesayetek e ku bi milyonan kes wî weke rêber pênase dikin û ji bo azadiya wî çalakiyan li dar dixin. Birêz Abdullah Ocalan di hemû fikr û ramanên xwe de her tim daxwaza aştiyê kiriye. Di roja me ya îro de yek ji aliyê israra pirsgirêka kurd a di xitimandinê de tecrîd e. Çareseriya mutleq a pirsgirêka kurd û yekane muxatabê wê Birêz Abdullah Ocalan e. Em careke din diyar dikin ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û avakirina azadiyê pêwîst e. Em dibêjin ku divê di her firsendê de azadiya fîzîkî pêk were.”
 
‘SERLEDANÊN ME DÊ BERDEWAM BIKIN’
 
Aydenîz, diyar kir ku serledanên wan dê di demên pêş de jî berdewam bikin û wiha got: “Pêşniyarên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan zelal û aşkere ne. Me pêvajoya 2012-2015’an bi hev re jiya. Weke kesên bawer dikin me daxwaza hevdîtinê ya bi Birêz Ocalan re kir. Beriya niha wekî Hevserokên Giştî yên HDP'ê û heyetekê serlêdan kiribû. Duh jî tevî min 3 wekîlan daxwaza hevdîtinê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku ger bi Birêz Ocalan re diyalog û muzakere bê kirin dê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji bo van krîzên piralî pêşniyara çareseriyê ya Birêz Ocalan heye. Em bi vê bawer in û ji ber ku em bi vê bawer in, me serlêdanek wiha kiriye û ez diyar dikim ku divê di zûtirîn demê de bersiva van serlêdanan bê dayîn. Em diyar dikin ku me tu carî ev yek qebûl nekiriye, cezayên dîsîplînê yên di heyama dawî de di heman demê de ji bo tecrîdê jî perdeya qanûnî ye. Nêzîkatiya raya giştî ya li hemberî Birêz Ocalan di 8'ê Adarê de, di pîrozbahiya Newrozê de bi awayekî gelekî zelal hate vegotin. Em dixwazin bi awayekî zelal bidin zanîn ku heta Birêz Ocalan azad nebe gel û jin azad nabin, demokrasî nayê Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê em weke kesên bawer dikin serlêdan kir û dê serlêdanên me berdewam bikin. Em ji vir careke din ji her kesî re bangawazî dikin ku li hemberî vê rewşê hestiyar bin.”
 
‘TECRÎD LI DIJÎ VÎNA GELÊ KURD E’
 
Pişt re jî Berdan Ozturk axivî. Ozturk destnîşan kir ku şerê li Kurdistanê tê meşandin jî giredayî tecrîda li ser Ocalan e û wiha axivî: “Dema mijar dibe kurd, diçin destên kesên ku jê re digotin darbekar jî. Ji Sîsî re digotin darbekar destê wî girtin, niha jî ji bo statûya kurdan hilweşînin destê Esadê ku jê re digotin kujêr digirin. Ev hemû jî giredayî tecrîda li ser Birêz Abdûllah Ocalan e. Tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin belavî hemû girtîgehan bûye. Tecrîd, li ser gelê kurd û vîna gelê kurd tê meşandin. Gelê kurd li dijî vê yekê li çar aliyên Kurdistanê û hemû cihanê tedikoşin.”
 
LI DIJÎ TECRÎDE ÇALAKIYA MEŞE YA GIRSEYÎ
 
Ozturk bal kişand ser derneketina hevdîtina Ocalan a CPT'yê û bertek nîşanî helwesta CPT'yê da. Ozturk da zanîn ku ew dê li dijî tecrîdê di 11’ê kanûnê de li Amedê, di 12’ê kanûnê de jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li dar bixin û tekildarî mijarê ev tişt gotin: “Em vê helwesta CPT'yê qebûl nakin. Li girtîgeha Îmraliyê îşkence heye. Nêzikatiya CPT nêzikatiyeke êrzan e, bi vê nêzikatiya xwe CPT nîşan dide ku ew jî hevkarê AKP'ê û MHP'ê ne. Dibêjin em mafê mirovan diparêzin lê yên herî faşîşt û bê wijdan re dikevin hevkariyê. Ne em ne jî gelê kurd vê nêzikatiya erzan qebûl nake. Divê hemû kesen ku jixwe re dibêjin em hiqûq û edaletê diparêzin li dijî vê nêzikatiya CPT'yê rabin. Li dijî tecrîd, şer û binpêkirinên mafan ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tê jiyîn em dê di 11’ê kanûnê de li Amedê, di 12’ê kanûnê de jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li dar bixin. Edî sebra gelê kurd nemaye, ji ber wê banga me li hemû kesan ew ê ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/12/2022
16:49 Malbatên Windakiriyan serdana Malbata Şenyaşar kirin
16:20 Cenazeyê Fatma Yilmaz hate veşartin
16:19 Ji bo Fîncanci û Yildiz banga berdanê kirin
15:53 Nehiştin xizmên girtiyê ketiye greva birçîbûnê pê re hevdîtinê bikin
15:46 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîdê ye
14:53 Greva giştî ya li Îranê di roja 3’yemîn de ye
14:31 ‘Em ê doza qetilkirina Bahar Hezer ji nêz ve bişopînin’
14:17 Doza Sîncar: Divê Meclis berpirsiyariya xwe bicih bîne
14:15 Daxwaza yekkirina dosyaya endama Akademiya Jinê Aras hate kirin
14:03 Bernameya Hefteya Mafên Mirovan a Wanê diyar bû
13:21 ‘Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’
13:04 Malbatên girtiyan: Em deyndarên têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne û bi wan re ne
12:31 Pankartên malbata Şenyaşar bi wesayîtên fermî hatin astengkirin
12:18 Suer bi wêneyê Roboskî xelata salê wergirt
11:43 Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê: Heta ku tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
11:22 'Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e’
11:22 Ciwanan tecrîd protesto kirin
11:20 Pîroglû: Dijminatiya gelê kurd sedemê hebûna desthilatê ye
10:30 HPG: Cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê me de ye
09:58 Ji bo Abdullah Ocalan bang li baroyan kir: Divê baro li dijî tecrîdê bi peywira xwe rabin
09:48 Serokê DGD'ê Daş: Hin komele li ser navê me bazara rayên kurdan dikin
09:46 Komele û saziyên ziman: Serdestên faşîst dixwazin dîrok, çand û zimanê kurdî ji holê rakin
09:05 Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in
09:05 'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne
09:01 Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN
06/12/2022
19:05 KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan
16:54 Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye
16:51 HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin
16:38 Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin
16:27 Turan ê HDP’î: Ev budçe, budçeya şer e
14:59 Nobeta Edaletê di roja 146’an de didome
14:33 ‘Li Zanîngeha Dîcleyê di asta qirkirinê de sûc tên kirin’
14:22 Bîranîna bo Bahar Hezer: Bêcezahiştin kujeran cesaret dike
14:21 Rojnamevan Tûnç beraet kir
13:42 Bi hinceta ‘fikaredar e’ nehiştin ziyaretvan biçin hevdîtina rojnameger Deger
13:01 Daxwaza betalkirina doza Aydogan hate redkirin
12:56 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe herkes sûcdar e
12:44 Ji medyaya alîgir manîpulasyona ‘MÎT’ê’
12:43 Di çalakiya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî girtina Şadiye Manap dan
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:08 Wesayîta zirxî ya artêşa tirk da ser dayikek û keça wê
12:04 Li Rojhilat û Îranê agirê azadiyê roj bi roj geştir dibe
12:01 Girtiyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye nayê dermankirin
11:48 Eksîk ê HDP’î ku ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin bang li Meclisê kir
11:35 Parêzerê Şadiye Manap: Mafê wê yê hêviyê hate binpêkirin
10:42 Di rêveberiyên herêmî de jin dê stratejiya jinûveavakirinê esas bigirin
10:29 Kamaç: Tirkiye bi polîtîkaya Rojava re dê bêçare bimîne
10:28 Rojnameger Turfent: Bêdengî jehr e, divê em vê jehra li hember çapemeniya azad ji holê rakin
10:06 Rojnameger Kasim: Ev pêvajo dê teqez bi serkeftina Rojava tacîdar bibe
09:22 Ji AKP'ê îtîrafa budçeya şer: Cebilxaneyek 5 milyon dolar e
09:03 Banga ji bo çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Têkoşîna gel dê tecrîdê bişikîne
09:02 Li Yildirim ku yek ji kiryarên doza Mûsa Anter, ceza hat birîn
09:01 Hilbijêrên kurd: Vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:24 Li Nisêbînê jinek bi çekê giran birîndar bû
05/12/2022
18:07 Sancar: Ev budçe, budçeya xatirxwestinê ya desthilatê ye
17:58 Bûldanê eşkere kir ku dê berendama wan a serokkomartiyê jin be
17:08 Doza komkujiya Pirsûsê: Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje
16:40 HSD: 51 gund, mezra û navendên bajarokan hatin bombebarankirin
16:29 Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe
16:13 Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan
16:05 Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan