Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn

  • rojane
  • 17:09 26 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Nîhat Aydogan ê 28 sal berê di binçavan de hatibû windakirin pirsîn. 
 
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 922’yemîn a ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û darizandina faîlên wan li dar dixin wek online pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan (39) ê di 30’ê cotmeha 1994’an de li gundê Mizîzaxa navçeya Midyad a Merdînê de ji hêla leşker û cerdevanan ve hatibû binaçkirin û piştre tu agahî jê nehtiye girtin, pirsîn. Daxuyaniyê xwîşka nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di binçavkirinê de hatibû windakirin, Ayşe Tepe xwend. 
 
Tepe destnîşan kir ku dewlet berpirsyariya xwe ya eşkerekirina heqîqetan bi cih neaniye û ev bang kir: “Êdî bes e. Mafê me yê xwe gihandina heqîqetê û dadê, ji ber helwesta we ya ‘wekî ku nîn e’ tune nabe. Berpirsyariya xwe ya naskirina mafên me û pêkanîna wê bînin cih.”
 
‘ÎŞKENCEYA PÊŞ ÇAVÊ MALBATÊ’
 
Tepe piştî banga xwe, pêvajoya windakirina Nîhat Aydogan vegot. Tepe bi bîr xist ku berî ku hêzên ewlehiyê ji bo serdagirtinê werin gund Aydogan binçav dikin, ji îşkenceyên giran derbas dikin û bi gef xwarinê wî berdidin. Tepe anî ziman ku leşker û cerdevan di serdagirtina gund a 30 cotmeha 1994’an de, li pêş çavên hevjîn û zarokên wî îşkenceyê Aydogan dikin, dest û çavên wî di nava xwînê de dihêlin û pêşî wî dibin Qereqola Cendirmeyan a Mîdyadê, ji wir jî wî dibin Fermandariya Navendî ya Cendirmeyan a Merdînê. Tepe da zanîn ku ji wê rojê şûnde tu agahî ji Aydogan nehatine girtin.
 
HATIYE BERDAN!
 
Tepe anî ziman ku meqamên fermî îdia dikin ku piştî 20 rojên binçavkirinê, Aydogan sewqî dozgeriyê hatiye kirin, piştî ku îfadeya wî hatiye girtin jî hatiye berdan. Tepe diyar kir ku hevjîna Aydogan bi daxwaznameyekê serî li dozgeriyê daye û dozger jî jê re wiha gotiye: “Hevjînê te çûye çiyê, careke din neyê vê derê?”
 
‘GORA WÎ LI KU YE’
 
Tepe destnîşan kir ku piştî salên dirêj mirina Aydogan ketiye kutuka nifûsê û keyayê gund jî ji bo mirina ne rast danezanê kiriye wiha gotiye: “Bi zextên fermandarê leşkeriyê ez neçar mam ku vê yekê pêk bînim.” Tepe ragihand ku tevî ku malbata Aydogan gelek serlêdan kirine jî hemû bêencam mane, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin  û wiha axivî: “Li gel hemû geşedanan pirsa malbatê ya ‘Ger mirî be gora wî li ku ye?’ bêbersiv hate hiştin.”
 
‘ISRARA ZINDÎHIŞTINA DOSYEYÊ’
 
Tepe bi bîr xist ku malbata Aydogan ji bo her gorên komkujiyê yên ku li herêmê derketine holê ji ber îhtîmala “Dibe ku hestuyên Nîhat Aydogan jî li wir bin” serlêdan kirine û bi vî awayî xwestine dosyeyê zindî bihêlin. 
 
‘DOSYE DI REFÊN TOZ ÊN EDLIYEYÊ DE YE’
 
Tepe ji bo geşedanên şûndatir ev tişt gotin: “Herî dawî têkildarî wendayên Mîdyadê ji bo Nîhat Aydogan dîsa bi rêya ÎHD serlêdan hate kirin. Piştî serlêdanê Dozgeriya Midyadê fezlekeyek amade kir û îdia kir têkildarî wendakirina van kesan tu agahî tune ye û dosyeyê bi daxwaza girtinê şand  Serdozgeriya Komarê ya Midyadê. Piştî roportaja Hebûna JÎTEM’ê û cînayetên wê kirine Serokê Daîreya Kontraterorê yê kevn ê MÎT’ê Mehmt Eymur ku 4’ê cotmeha 2021’an de di çapameniyê de derketibû, ji bo îfadeya wî bê girtin serlêdan hate kirin lê dozgerî qebûl nekir. Dosye hêj jî vekiriye lê belê di refên toz ên di edliyeyê de ye.”
 

Sernavên din

02/12/2022
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû