Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne

  • rojane
  • 11:57 26 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Malbata Gezer dîmenên piştî biryara neşopandinê yên derbarê qetilkirina Garîbe Gezer a li girtîgehê de hatin eşkerekirin nirxand û got: “Ji kesên ku dixwazin edaletê pêk bînin û berpirsyaran ceza bikin re gelek delîl hene.”
 
Garîbe Gezer ku ji gundê Xelîla yê Kerborana Mêrdînê bû û di sala 2016'an de li Îzmîrê hatibû girtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'a a Kandirayê hatibû kirin. Li girtîgehê dest dirêjî Gezerê hatibû kirin û îşkence lê hatibû kirin. Gezer piştî destdirêjî û îşkenceyê di 9'ê Kanûna 2021'ê de li girtîgehê hatibû qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê di 22’yê mijdarê roja şemiyê de bi hinceta “Di mirina Garîbe Gezer de qusûr û qesta kesê nîne, ji bo doza cemaweriyê were vekirin delîlên ku têre bikin nehatine bidestxistin” biryara “hewcehî bi peyketinê nîne” da. Piştî biryara serdozgeriyê dîmenên ku îşkence li Gezerê tê kirin bi rayagiştî re hatin parvekirin, di dîmenan de tê dîtin ku Gezer di erdî re tê kaşkirin, têxin odeya bisunger, gardiyanek ji gardiyanên di hundir de re cop dirêj dike û bi dehan gardiyanên jin ji odeyê derdikevin û xwêdana xwe paqij dikin. 
 
Malbata Gezer jî dîmenên têkildarî îşkencekirina Garîbe Gezer bi raya giştî re temaşekirin. Tevî dîmenên hatin weşandin jî dozgeriyê di lêpirsîna têkildarî îşkencekirin û qetilkirina Gezer de biryara “hewcehî bi peyketinê nîne da”. Xwişka Gezer, Asya Gezer bertek nîşanî biryara dozger da. 
 
‘TIŞTÊN KU VEGOTIN DI HIŞÊ MIN DE BÛN’
 
Gezer, anî ziman ku bi parvekirina dîmenan wan jî dîmen temaşe kirin û wiha got: “Beriya niha me dîmen temaşe nekiribûn. Tevî dîmenan jî dozger biryara “neşopandinê” da. Esas min ev tişt hemû dizanîn. Garîbeyê tiştên ku jiyabûn yek bi yek ji min re vegotibûn. Hemû di hişê min de bûn. Min bi wê re ev pevajo jiya. Di 24’ê gulana 2021’an de pêvajoya bi erdê re kaşkirin, derb kirin û îşkence kirinê jiya bû. Di 26’ê gulanê de bi min re axivîbû û ji min re vegotibû. Hem nexweşiya astim hem jî mîgrena Garîbeyê hebû, Dema digeriya, hem diltirs bû hem jî dengê wê nexweş dihat.”
 
Gezer, bi lêv kir ku ji ber li Garibeyê dabûn wê çalakiya derî lêxistinê pêkanî bû û anî ziman ku weke ku di dîmenan de jî tê dîtin bi erdê re tê kaşkirin. Gezer, da zanîn ku Garîbeyê di axaftina telefonê de diyar kiriye ku piştî wergirtine odeya bi sünger îşkence lê kirine, destên wê bi pişt ve hatine kelemçekirin û wiha got: “Pace vekirî tê hiştin. Ji sarmayê bandor dibe. Piştî 4 saetan destên wê tên vekirin. Li odeya bisunger 24 saetan tê şopandin û li wir tuwalet nebûye û neçar maye ku li ber kamerayan tuwaleta xwe bike. Dema dibînin ku Garîbe parçeyekî sunger jêdike dîsa tên û lêdixin. Îşkence dikin. Gotibû ku civaknasê girtîgehê bi xwe jî gef lê xwarine û gardiyanên jin îşkenceya zayendî lê kirine. Li ser van tiştên qewimîn hewl dide întîhar bike. Şûna wê bibin revîrê dibin cihê serdanê. Li vir bi helwesta cihekar a bijîşk re rûbirû dimîne. Dixwazin daxwaznameyeke ku ‘heke ez bimrim ji mirina min kes ne berpirsyar e’ pê bidin îmze kirin. Ji ber ku qebûl nekir îşkenceya odeya bisunger berdewam kir.”
 
Gezer, diyar kir ku her firsenda ku Garîbeyê didît îşkenceya lê dihate kirin vedigot û ji bo dîmenan û biryara dozger ev tişt gotin: “Gotin nîne ku bibêjim. Tevî îşkence û zilma xwişka min dîtî, dozger biryara neşopandinê da. Em tu wateyê nadin vê biryarê.”
 
‘EM Ê BIBIN AYM’Ê’
 
Gezer, anî ziman ku nikariye van dîmen û wêneyan ne nîşanî diya xwe ne jî bavê xwe bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku van dîmenan nebînin min her tim di televîzyonê de qenal guhert. Li ser israra dayika min, min beşek pê da temaşe kirin lê nekarî temaşe bike. Me dizanî ku dê biryara neşopandinê bê dayîn. Ji ber ku di dosyaya îşkenceyê ya ewil de jî biryara neşopandinê dabûn. Di 9’ê kanûnê de Garibeyê jiyana xwe ji dest da, di 10’ê kanûnê de dozgeriyê biryara nepen da. Me wê rojê dizanî ku dê biryareke wiha bê dayîn. Careke din tomar kirin ku li welat edalet nema ye. Weke delîl hêj çi digerin. Ji kesên ku dixwazin edaletê pêk bînin û berpirsyaran ceza bikin re gelek delîl hene. Lê xuyaye ku niyeteke dozger ya wisa nîne. Em ê niha dosyayê bibin AYM’ê. Em ê bibin şopdarên dosyayê. Her tişt diyar e. Delîl û dîmen diyar in. Garîbeyê di nameyên xwe de her tişt vegotibû. Em ê hemûyan weke delîl pêşkeş bikin. Em ê şopdarên dosyayê bin û bi tu awayî destan jê bernedin. Hêvî dikim ku wê dawiyê edalet cihê xwe bibîne.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

30/11/2022
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin