Nobeta Edaletê hat astengkirin

  • rojane
  • 16:02 25 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL – Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê ya li Stenbolê didomînin, di encama êrişa polîsan de hatin binçavkirin. 
 
Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, malbatên girtiyan li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Nobet her hefteyê tê domandin û çalakiya 36’an li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş ê bi navê Erdal Ozel ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, Kumrî Akgul û dayika Hatîce Calhan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin Zeynep Calhan amade bûn. Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. 
 
POLÎSAN GIRSE DORPÊÇ KIR 
 
Beriya çalakiyê, Qada Çaglayanê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan, bi hinceta biryara qedexeyê ya Qeyemeqamtiya Kagithanayê, hewl da girseyê asteng bike. Çalakvanan bertek nîşanî astengkirin û dorpêça polîsan da. Parlamenter Mûsa Pîroglû di çalakiyê de bi bîr xist ku hemû qeymeqamtî ji bo çalakiyên derheqê girtiyan de biryara qedexeyê derdixînin û wiha got: “Divê em vê pirsgirêkê bînin ziman.” 
 
XIZMÊN GIRTIYAN: EM Ê VÎ SÛCÎ BIKIN 
 
Malbatên girtiyan ên di dorpêça polîsan de jî gotin; “Gelo ma daxwaza me ya edaletê sûc e? Em ji bo edaletê hatine vê derê û heke ev sûc be, em ê vî sûcî bikin.” Li ser vê yekê jî polîsan erişî xizmên girtiyan kirin û hewl dan binçav bikin. Xizmên girtiyan jî bertek nîşanî binçavkirinan dan û dirûşmên “Maf, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
11 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Hat zanîn ku di encama êrişa polîsan de Zeynep Calihan, Kumru Akgul, Emîne Arslan, Şahîn Kizilkaya, Feryat Sakalli, Sebahattîn Hallî, Şafî Erol, Evîn Genç,  Adalet Unlu, Emrûllah Şenyuz û Zemîne Gokçe hatin binçavkirin.
 
BANGA JI BO GEL 
 
Parlamenter Pîroglû jî bertek nîşanî binçavkirin da û wiha got: “Êdî li kolanan jî gel bi îşkenceyê binçav dikin. Xizmên girtiyan û dayikên wan her tim tên binçavkirin û nahêlin ku pirsgirêkên li girtîgehan bînin ziman. Bêdengkirina xizmên girtiyan û derbkirina dayikan, êrişeke li dijî wijdana vî welatî ye. Her ku em bêdeng dimînin û vê rewşê qebûl dikin, ev dorpêç jî dê mezintir bibe. Sedema kuştinên li girtîgehan û zilma li girtiyan tê kirin, em in. Ev gel e ku xwe li bêdengiyê datîne. Ev banga min ji bo gel bi xwe ye; heta ku em van dayikan li vê derê bi tenê bihêlin, dê ev tişt her tim bi serê me bên. Her ku em li dijî mirinên li girtîgehan xwe li bêdengiyê datînin, dê ev mirin bidomin. Divê hemû kes li dijî zilm û zordestiyê dengê xwe bilind bike û piştgiriyê bidin girtiyên nexweş.”
 

Sernavên din

30/11/2022
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin