Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn

  • rojane
  • 17:49 24 Mijdar 2022
  • |
img

STENBOL - Dozgeriyê ji bo dosyaya lêpirsînê ya Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de hate qetilkirin, biryara “Hewcehî li peyketinê nîne” da. Parêzerên Gezer bertek nîşanî vê biryarê dan û bi lêv kirin ku wê dîmenên têkildarî îşkenceyê parve bikin.  

Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û destdirêjî lê hatibû kirin, di 9'ê Kanûna 2021'ê de hatibû qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê di 22’yê mijdarê roja şemiyê de bi hinceta “Di mirina Garîbe Gezer de qusûr û qesta kesê nîne, ji bo doza cemaweriyê were vekirin delîlên ku têre bikin nehatine bidestxistin” biryara “hewcehî bi peyketinê nîne” da.

Parêzerên Gezer têkildarî geşedanên dosyaya lêpirsînê ya Gezer de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzerên Gezar, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Jiyan Tosûn, Jiyan Kaya û Elîf Taşdogen û gelek parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas beşdar bûn.

Keskîn a ewilî di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku Gezerê ji ber îşkenceya zayendî ya li wê hate kirin serî li dozgeriyê daye û wiha got: “Garîbe jineke li dijî tiştên li wê dihatin ferzkirin îtîraz dikir bû. Gelek caran xwest biçe cem hevala xwe Denîz lê daxwaza wê nehate qebûlkirin.”

DÎMEN WÊ WERIN PARVEKIRIN

Keskîn, diyar kir ku dîmenên ku binpêkirinên mafan ên li Gezerê hatin kirin ji ber malbata wê aciz nebe servîsî çapemeniyê nekirine, êdî dê dîmenan servîs bikin û wiha berdewam kir: “Me dîmenên ku Garîbe çawa bi erdê re tê kaşkirin, çawa xistine odeya bisunger dîtin.” Keskîn, da zanîn ku dozgerê lêpirsîn daye destpêkirin dîmenên di destê xwe de berçav negirtine û anî ziman ku dozger di heman demê de ji mirina Gezer kes berpirsyar negirt.

GARÎBE Û EMÎNÎ ŞIBANDIN HEV

Keskîn, Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” yên Îranê ve hate qetilkirin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Garîbe xwişka Emînî ye. Emînî ji ber kîjan sedemê hatibe kuştin û îtîraz kiribe, Garîbe jî ji ber îtîraz kir hate kuştin.”

Keskîn, helwesta dewletê ya li dijî mirina Gezer jî rexne kir û anî ziman ku vî helwestê ew matmayî nehiştine.

WÊ BIBIN DMME’YÊ

Keskîn, bi lêv kir ku wê dosyayê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got: “Li girtîgehê evqas mexduriyeteke mezin jiyaye lê bi vê biryarê me dît ku ‘weke ji jiyana jinekê ne berpirsyar bin.’”

‘BÊALÎBÛNA DOZGER BIGUMAN E’

Parêzer Jiyan Taşkaya jî, qala pêvajoya piştî mirina Gezerê kir û wiha got: “Ji xwe di asta ewil de me fêm kiribû ku dozger lêpirsîneke bêalî bi rê ve nabe.” Taşkaya, bi bîr xist ku ji dosyaya Gezerê re biryara nepen hatibû dayîn û diyar kir ku tevî raporên pispor û otopsiye dozger ev rapor înkar kirine û nedane wan. Taşkaya anî ziman ku gumana wan a bêalîbûna dozger heye û di vê mijarê de vegerek li wan nebûye. Parêzer Elîf Taşdogen jî diyar kir ku wê pey biryara “hewcehî bi peyketinê nîne” ya dozger bernedin.

‘RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ DI ASTA GUMANÊ DE YE’

Parêzer Jiyan Tosûn jî têkildarî biryara dozger wiha got: “Kesên bi şahidiniyê îfadeya wan hatine wergirtin tenê gardiyanên ku li wir mudaxile kirine ne. Lê têkildarî Midurê Girtîgehê tu beyan nînin. Ne bi sifetê şahid ne jî guman îfadeya wan nehatiye wergirtin. Lê di mirina pêk hatî de rêveberiya girtîgehê di asta gumanê de ye.”

Sernavên din

30/11/2022
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev