Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin

  • jin
  • 16:10 24 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan, bal kişand ser meşên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de werin lidarxistin û wiha got: “Em qedexeyên çalakî û aktîvîteyan ên ji aliyê walitiyan ve tên pêkanîn qebûl nakin. Em ê îro jî di 25’ê Mijdarê de jî li kolanan û li qadan bin.”
 
Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî li gelek bajaran çalakiyên xwe didomînin, ji bo meşa fînalê ya di 25’ê Mijdarê were kirin banga tev li bûnê kir.   
 
AMED 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna Bi Tundiyê re ya Amedê ji bo meşa ku sibê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li dar bixin li ser medyaya dîjîtal bi hashtagên “#DemDemaMeşaJinane” û “#25êMijdarêNikareBêAstengKirin” kampanya dan destpêkirin. 
Di parvekirinê de bang li hemû jinan hate kirin ku derkevin qadan û wiha hate gotin: “Em qedexeyên çalakî û aktîvîteyan ên ji aliyê walitiyan ve tên pêkanîn qebûl nakin! Em ê îro jî di 25’ê Mijdarê de jî li kolanan û li qadan bin. Em ê li dijî hemû qedexeyan dengê xwe, gotina xwe û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li herkesê dikin ku piştevaniya kampanyaya me ya hashtagê ya li dijî qedexeya çalakî û aktîvîteyan daye destpêkirin, bikin.”
 
WAN
 
Li Wanê di pêşengtiya TJA’yê de li cadeya bajêr a hatin û çûyîn lê herî zêde konvoya “Jin jiyan azadiyê” li dar xist. Aktîvîstên TJA’yê, Meclisên Jinan ên DBP û HDP’a Wanê, Komeleya Jinan a Starê û Platforma Jinan a Wanê û gelek jin beşdarî konvoyê bûn. Jinên ku li Hala Sebze hatin cem hev wesayîtên xwe bi qurdeleyên xemir xemilandin û bi rê ketin. Jinan di konvoya heta li avahiya HDP’a Wanê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berzkirin. Dema derbasbûna konvoyê jinên ku derketin şaneşînan jî bi dirûşmeyan piştevaniya konvoyê kirin. 
 ‘POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TÊN MEŞANDIN’
 
Platforma Jinan a Wanê jî bi mijara “Qeyrana Aboriyê û Keda Jinê” li Eywana Konferansa Tahîr Elçî panelek li dar xist. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl, ji Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê akademisyen Doçent Dr. Selda Tûncer û parêzer Fatma Ulgen beşdar bûn. Di panelê de parêzer Fatma Ulgen dîroka 25’ê Mijdarê vegot. Dû re Şukran Kablan Yeşîl a mafê axaftinê girt, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê 20 sal in desthilateke girêdayî xizantî, rant û talanê avakir. Tûncer a piştî Yeşîl axivî jî mijarên xizanî û tundiyê pêşkeş kirin. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG 
 
Platforma Jinan a Colemêrgê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber deriyê avahiya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê hate dayîn de gelek jin amade bûn.
 
Di daxuyaniya jinan de pankarta, “Hişyar bibe, li ber xwe bide û azad bibe” , “Jin Jiyan Azadî”, “Li dijî faşîmze û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hate vekirin û dowîzên “Bila Peymana Stenbolê pêk were”, “Keda me, nasnameya me, bedena me ya me ye”, “Bijî têkoşîna me ya jinan” û “Em por, maf û azadiya xwe diparêzin û têkoşîna xwe mezin dikin” hatin hilgirtin. 
 
 ‘LI DIJÎ ŞER EM Ê LI QADAN BIN’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sîpan Tûran a di daxuyaniyê de axivî, dest nîşan kir ku weke xwişkên Mîrabel ên ku bi daxwaza azadiyê ala berxwedanê bilind kirine û got, “Jin îro li dijî her cure desthilatdariyên mêtînger û faşîst li ser kevneşopiya berxwedanê radiwestin. Ji çar aliyên cîhanê heta Arjantîn, Şîlî, Polonya, Efxanîstan û Rojava berxwedanên jinan bilind bûn. Piştî ku Jîna Emînî li Îranê hate qetilkirin, li dijî desthilatdarî û rejîmên otorîter serhildanek hat destpêkirin. Em weke jin di 25’ê Mijdarê de li dijî tundî, zayendperestî, şer, xizaniyê em bi bilindkirina serhildana wekhevî, edalet, aştî û azadiyê li qadan in.”
 
Tûran di dawiya axaftina xwe de banga tev li bûna meşa ku dê sibê saet 13.00’an de li ber Otela Oslo ya li navçeya Geverê bê lidarxistin kir.
 
EDENE
 
Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) ya Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî da. ÎMO’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kêmbûna baweriya li edaletê û wiha got: “Di jiyana bêedalet û bêhiqûqî lê serwer e tundî û zext kêm nabe. Îro ya li Îranê tê qewimîn jî ev e. Lê li dijî tundî û zextê weke li Îrane azadîxwaz serî hildidin. Ji xwe berxwedana ji qetilkirina Mahsa Amînî vir ve dest pê kiriye li kolanên Îranê û zanîngehan berdewam dike. Li welatê me jî her roja ku diçe têkoşîna jinan bihêz dibe.  Jin li dijî zext, tundî, tacîz û xizaniyê têkoşîna xwe bi biryarî didomînin. Em jî ji bo tundiya li dijî jinan bi dawî bibe, weke perçeyekî vê têkoşînê, têkoşîna xwe bi biryarî didomînin.”
 
STENBOL 
 
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Têkoşîna azadiyê ya jinan li hemû cîhanê ji Xwişkên Mîrabel heta Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî bê navber didome wê bidome.”
 
SERHILDANA JINAN VEGUHERÎ BERXWEDANA GEL
 
HDK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî qetilkirina Jîna ya li Îranê di serî de li Rojhilatê Kurdistanê pêla serhildan û şermezarkirinan li her derê Îranê belav bû. Serhildan û şermezarkirinên ku jin pêşengtiyê dikin a bi daxwaza azadî, wekhevî û edaletê veguherî berxwedana gel a mezin. Di heman demê de Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, li Silêmaniyê di encama sûîkastê de hate qetilkirin. Ev êriş ji têkoşîna azadiya jinan a li Rojhilata Navîn bilind dibe ne serbixwe ye. Em ê bi gotina ‘Piştevaniya Jinan Sînoran Nas Nake’ porê Jînayê bi pênûsê heqîqetê yê Nagîhanê re bikin yek û dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ku li her derê cîhanê belavbûye serhildanê vediguherînin qêrîna xwe. Em 25’ê Mijdarê bi hemû piştavanî û serpêhatiya têkoşînê pêşwazî dikin. Em xwedî li nasname, laş, maf û jiyana xwe derdikevin. Bijî têkoşîna me ya azadiyê.”
 
ÎZMÎR
 
Di heman çarçoveyê de TJA û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Jinan a Şakranê daxuyanî dan. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û rêxistinê HDP’a Îzmîrê jî tev li daxuyaniyê bû. Her wiha malbatên girtiyan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bi tevlibûna daxuyaniyê pêk anîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin jiyan azadî li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinê ye” hate vekirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Garîbe Gezer rûmeta me ye” û “Bila girtîgeh birûxin û azadî ji bo girtiyan” berz kirin. Her wiha jinan portreyên jinên hatine qetilkirin vekirin. 
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Nîlay Guleser ve hat xwendin. Guleser, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan ên li dijî jinan û da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide bi îşkenceyê vîna jinan têk bibe. Gulseren bi domdarî wiha got: “Lê belê nekarîn bi girtin, binçavkirin û îşkenceyê vîna jinan têk bibin. Îcar jî serî li lêgerîna tazî û îşkenceyê dan. Wehşeteke wisa kirin ku jin neçar man dawî li jiyana xwe bînin. Garîbe Gezer mînake vê ya herî dilbisoj e. Em li vir bang dikin ku dê di 25’ê Mijdarê de bibin Nagihan û biherikin qadan. Em ê li dijî îşkenceyê dev ji birêxistinkirina serhildana xwe bernedin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 
 
Her wiha Komîsyona Jinan a Şaxên Genel-Îş  a Îzmîrê jî li ber deriyê 9’ê Îlonê yaa Kulturparkê daxuyanî da û bal kişand ser têkoşîna kedê ya jinan. 
 
 

Sernavên din

30/11/2022
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev