Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Dê tu êriş bêbersiv nemînin

  • rojane
  • 10:21 24 Mijdar 2022
  • |
img
 
ENQERE - Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nekarî tu noqteyên leşkerî hedef bigire û wiha got: “Me teknolojiya herî pêşketî ya di destê artêşa tirk de vala derxist.” 
 
Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di şeva 19’ê mijdarê de dabûn destpêkirin, berdewam in. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku teqîna li Stenbolê ji bo êrişa li dijî kurdan weke hincet nîşan da û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di êrişên xwe de çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di bîlançoya ku eşkere kiribû de diyar kir ku dewleta tirk li gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê çekên kîmyewî bi kar anîn. 
 
Dewleta tirk di êrişên xwe de nexweşxane, bîrên petrolê, îstasyonên sotemeniyê, embarên genim, dibistan û gelek qadên sivîlan hedef girtin. Di nava 48 saetan de zêdetirî 40 cih bûn hedefên êrişên dewleta tirk û di nava 48 saetan de herî kêm 7 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha baregeha Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê ji bo operasyonên li dijî DAIŞ’ê tê bikaranîn û şervanên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên ku baregeh hedef girt û di encamê de 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Serkkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di vê navberê de got ku dê êrişên wan bidomin û îşareta êrişeke ji bejahî ve da. Piştî van gefên Erdogan, yek ji mijarên tê mereqkirin jî helwesta HSD’ê ye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî girêdayî wê ye. 
 
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên ajansa me bersivandin. 
 
‘ERDOGAN TERORÎSTAN DIŞÎNE EWROPAYÊ’
 
Nûrî Mehmûd, di serî de bal kişand ser teqîna li Taksîmê û ev agahî dan: “Dema Erdogan diçû civîna G20’ê ev teqîn hat kirin. 3 birayên wê jinê di nava DAIŞ’ê de mirine. Birayekê wê jî li herêmên dagirkirî bi îstîxbarata tirk re dixebite û di nava bermahiyên El Qaîde û DAIŞ’ê de peywirdar e. Lewma jî ev teqîn weke çalakiyeke îstîxbarata AKP-MHP’ê tê dîtin. Erdogan di van demên dawî de di bin navê penabertiyê de terorîstan dişîne Ewropayê. Her wiha têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re hene ku li ser mijara dexl pêş xistine. Wisa xuya dike ku gefa terorê li welatên NATO’yê xwarine û neçarî hinek peymanên veşarî kirine. Lewma jî ev teqîn bo xwe kir hincet û dixwaze bi vê hincetê rêveberiya xweser birûxîne. Ji bo projeyên xwe yên cîhadîst, rêveberiya xweser bo xwe weke gefeke mezin dibîne. Me berê jî got ku hêzên me teqîna li Taksîmê nekirine. Bi rêya îstîxbaratê dikare êrişeke wisa bê kirin û rê jê re hatiye vekirin. Di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de hemû dinyaye em şopandin. DAIŞ’ê sivîl weke mertalên zindî bi kar di anîn û ji bo ku ziyan negihije sivîlan me bi mehan planên xwe paşve dixistin. Ên ku sivîl herî zêde ji DAIŞ’ê parastin, em bûn. Di vê mijarê de bi hezaran rapor hene.”
 
HELWESTA HÊZÊN GARANTOR
 
Di berdewamê de Mehmûd bal kişand ser helwesta Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Rûsyayê ya li hemberî êrişên dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariyên li cîhanê ji berjewendiyên gel û welatê xwe zêdetir, ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dikin. Lewma kesekî mîna Erdogan radigirin. Gelên li wir cuda difikirin lê desthilatdarî bi rehetî bi Erdogan re peymanan îmze dikin. Piştre jî nikarin xwedî li peymanan derkevin. Daxuyaniyên wan pir qels dimînin. Li gel teknîka herî pêşketî û piştgiriya NATO’yê jî, artêşa tirk di dirêjahiya 30 km’an ên sînor de nekarî li tu noqteyên leşkerî bixe. Bi temamî saziyên tenduristî, perwerde û aboriyê hedef girt. Welatiyên sivîl kir hedef. Dewletên garantor jî li vir in lê bêdeng dimînin. Weke ku kuştina sivîlan tiştekî asayî be, weke ku kuştina gelê kurd û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiştekî asayî be û weke ku cihê wan di nava rêgezên hiqûqa cîhanê de nebe tevdigerin. Daxuyaniyên wan di vê çarçoveyê de ne.
 
Di demên berê de dema DYA’yê xwe ji vir vekişandî, gelên cîhanê bertekên mezin nîşandan. Lewma Trump gav paşve avêt. Lê dema xwe ji Iraqê vekişandî tu bertek nehatin nîşandan. Çima? Ji ber ku xuya bû ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terora cîhanî şer dike. Xuya bû ku tekane cihê ku rûmeta mirovahiyê û mirov lê tên parastin û ji bo vê berxwedan tê raberkirin e. Lewma cîhan li dora Kobanê bû yek û DAIŞ tune kir. Ev pergala ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji wijdan û exlaqê civakê ava bûyî û ji bo jiyaneke azad û birûmet pêş dikeve, niha di hedefa Erdogan de ye û dixwaze tune bike. Heke îro pir qels jî bin hinek daxuyanî li cîhanê bên dayîn, sedema wê xwedîderketina civakên cîhanê ya li Kobanê ye. Kobanê, ne mîna Efxanistan an jî Iraqê ye. Gelê Kobanê, şerê xwe yê rûmetê da û her wiha ji bo parastina cîhanê jî li ber xwe da. 
 
‘TEKNOLOJIYA WAN A HERÎ PÊŞKETÎ VALA HAT DERXISTIN’
 
Mehmûd, di berdewamê de bal kişand ser gefên Erdogan û wiha domand: “Erdogan li gorî xwe dibêje ku di dema êrişên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de ‘serkeftinên mezin’ bi dest xistine. Wê demê me bi hêzên koalîsyonê re tenê li dijî DAIŞ’ê şer dikir û bala me li ser wî şerî bû. Ji ber ku em li bendê nebûn ku dewleteke NATO’yê êrişî me bike. Her wiha tecrûbeya me jî tune bû. Lê piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê me tecrûbe girt. Em dibînin ku di roja 4’emîn a êrişan de li gel ku Erdogan bi teknolojiya herî pêşketî êriş dike jî tu tiştek bi dest nexist. Nekarî ziyanê bide leşkerên me û êrişên wan vala derketin. Me teknolojiya di destê dewleta tirk de vala derxist. Bila gelên Tirkiyeyê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em naxwazin ji xaka Rojava bo wan cenazeyan bişînin. 
 
Ev desthilatdarî zarokên gelan dişîne mirinê. Ew teknîk di destê me de nîne ku rê li ber êrişên hewayî bigirin lê ji hêla bejahî ve em gelekî şervan in. Ne tenê şervan, her wiha em gelekî wisa ne ku ji bo rûmet û azadiya xwe têbikoşin. Mirin, bo me êdî têgehekî rast nîne. Em ê bi ser kevin. Ez vê ji bo gelên Tirkiyeyê dibêjim; Erdogan dixwaze Tirkiyeyê têxe nava aloziyê. Dê ev şer li gel gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herî zêde ziyanê bide gelên Tirkiyeyê. Civaka li vir ji bo azadiya xwe têdikoşe û ji bilî rûmeta xwe tiştekî ku winda bikin tune ye.” 
 
‘PIŞTÎ ÊRIŞAN DAIŞ HEWL DIDE XWE BIRÊXISTIN BIKE’
 
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em, di çarçoveya parastina rewa de şer dikin. Armanceke me nîne ku li nava xaka Tirkiyeyê êrişan pêk bînin. Lê em tu êrişan jî bêbesiv nahêlin. Çeteya Erdogan, Soylu û Akar, destûrê dide ku li Herêma Federal a Kurdistanê êrişên bi çekên kîmywî bên kirin. Me ev dît. Çekên kîmyewî bi kar anîn û cenazeyên xwe şewitandin. Çima bi kar tîne? Ji ber ku têkçûyî ye. Ev çar roj in bi çekên herî pêşketî êriş dikin lê tenê ziyanê didin sivîlan. Mîna cinawirekî ku zehmetiyê dikişîne, tişta ji dest tê dike. Piştî van êrişan, DAIŞ’iyên di girtîgehên me de hewl didin xwe birêxistin bikin. Xuyaye ku DAIŞ ji bo ku dîsa motîve bibe û xwe jinûve biafirîne, di nava amadekariyan de ye.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

30/11/2022
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin