Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin

  • rojane
  • 14:32 23 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE – Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku malbata faîla êrişa bombeyî ya Taksîmê Ahlam Albashir malbateke DAIŞ’î ye û 3 birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin hatine kuştin. 
 
Dewleta tirk bi hinceta êrişa di 13’ê mijdarê de li Taksîm a Stenbolê hat kirin, di 20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke nû da destpêkirin. Di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de zêdetirî 10 sivîl hatin qetilkirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, têkildarî êrişên dewleta tirk bi Al Monîtorê re axivî. 
 
DAXUYANIYÊN DYA Û RÛSYAYÊ 
 
Mazlum Ebdî da zanîn ku heke hewldanên micid ên DYA û Rûsyayê çênebin, dê êrişên dewleta tirk berdewam bikin û wiha got: “Daxuyaniyên DYA’yê yên li dijî gefên Tirkiyeyê, daxuyaniyên xurt nînin. Ji bo pêşîlêgirtina êrişên Tirkiyeyê teqez daxuyaniyên xurt nînin. Hekd Tirkiye destûrê ji Washington û Moskovê negire, nikare li dijî herêmên di bin kontrola hêzên kurd de êrişeke bejahî pêk bîne. Heta ku ev hêz qada hewayî ji Tirkiyeyê re venekin, dê nekare êrişeke bejahî pêk bîne. Heke êrişeke dagirkeriyê ya ji bejahî vê bê kirin, ev tê wê wateyê ku Rûsya û DYA’yê destûr da ye. Têkildarî êrişa dawî me bi muxatabên xwe yên amerîkî re hevdîtin kirin. Lê rewşeke pir nû ye lewma jî em bi hev re dinirxînin. Digotin ku li benda êrişeke wiha nebûn û rewşê dinirxînin. Hêvîdarim ku DYA li dijî erişên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me seknekî pir xurtir nîşan bide. Rûsya jî kêm zêde heman tiştan dibêje lê ev têrî nake. Li dijî êrişeke ji bejahî ve derdikevin lê ji Kobanê heta Minbicê, hemû herêmên rastî êrişên Tirkiyeyê tên, di bin kontrola Rûsyayê de ne.” 
 
'ŞAM AMADE NÎNE’
 
Di berdewamê de Ebdî bal kişand ser sekna Şamê ya di mijara çareseriyê de û wiha got: “Rûsya zexta pêwîst li Şamê nake. Pirsgirêka din jî ew e ku hikûmeta Şamê xwe bêalternatîf dibîne û di zîhniyeta xwe de israr dike.”
 
Her wiha Ebdî destnîşan kir ku armanca esasî ya Tirkiyeyê Kobanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê, ji bo gelê kurd cihekî pir sembolîk e. Cihê ku têkoşîna me ya neteweyî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dest pê kirî ev dere ye. Her wiha cihekî stratejîk e. Di halê hazir de li dijî Kobanê tenê êrişên hewayî hene. Lê ji bo operasyoneke li dijî Kobanê hewcehî bi amadekariyên gelek mezin nîne. Her wiha Tirkiye bi HTŞ’ê re tevdigere. Hinek deverên Efrînê bi dest xistin û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re nîşan dide ku li dijî me dibe ku bi awayekî koordîneyî tevbigerin. Tirkiye dê hewl bide wan li dijî Minbic û derdora wê bi kar bîne.” 
 
ARMANCA ERDOGAN 
 
Ebdî, got ku dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê ye û ev nirxandin kir: “Dixwaze rêveberiya me ya xweser hilweşîne. Armanca wan a sereke ev e. Lê mijara herî nêz, hilbijartina li Tirkiyeyê ye. Erdogan û hikûmeta wan bi van êrişan dixwazin rewşa raya giştî ya Tirkiyeyê biguherînin. Beriya hilbijartinê du rê li pêşiya Erdogan hene. An dê bi tevgera kurd re li hev bike û ev yek dê bo wî di hilbijartinê de derfetan çêbike yan jî dê şer bide destpêkirin. Wan şer hilbijart. Erdogan, şer hilbijart.”
 
TÊKILIYA ÊRIŞKAR A BI DAIŞ’Ê RE
 
Têkildarî êrişa li Stenbolê jî Ebdî ev agahiyên balkêş dan: “Li gorî min, hikûmeta tirk ji bo li dijî me êrişekî bide destpêkirin ev provakasyon amade kir. Me gelek lêkolîn kirin û em gihiştin wê qenaetê ku êriş ji hêla komên muxalîf ên sûriyeyî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de ve hatiye kirin. Weke mînak; me tespît kir ku jina ji ber bicihkirina bombeyê hatiye girtin (Ahlam Albashir), ji malbateke DAIŞ’î ye. Ez vê agahiyê cara ewil e parve dikim. Sê birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin mirin. Yek li Rewqayê, yek li Minbicê û yê din jî li Iraqê hate kuştin. Birayê wê din jî li Efrînê fermandarê muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê ye. Bi sê DAIŞ’iyên cuda re zewicî ye û malbata wê ji Helebê ye. Teqez tu eleqeya me bi teqînê re nîne û polîtîkayeke me ya wisa jî nîne. Em ê li dijî êrişên Tirkiyeyê xaka xwe biparêzin. Heke di nava sînorên xaka me de êrişî me bikin, em ê li Serêkaniyê, Ezaz, Efrîn û li Cerablusê jî şer bikin. Armanceke me ya ku di nava xaka tirkan de bi wan re şer bikin nîne.” 
 

Sernavên din

27/11/2022
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt