Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe

  • rojane
  • 11:30 23 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE – Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di pêvajoya ber bi hilbijartinê ve de ketiye nava hesaba “ez çiqas kurdan bikujim dê temenê min ewqas dirêj be” û wiha got: “Bêyî ku guh bidin konjonktura cîhanê, li gorî serê xwe tevdigere. Bêguman dê ev li cihekî biqelibe. Dê gelê kurd bi berxwedana xwe li dijî vê bisekine.” 
 
Êrişên Tirkiyeyê ku di şeva 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin didomin. Herî dawî Balafirgeha Minixê, baregeha YAT û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê, zeviyên petrolê yên li Tirbespiyê û dibistaneke li Kobanê hatin bombebarankirin. Di dîmenên êrişên hewayî de derket holê ku dewleta tirk li Şerayê bombeyên fosforê bi kar tîne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî îro têkildarî êrişên 24 saetan bîlanço parv kir û da zanîn ku Tirkiyeyê 6 caran bi balafirên şer êriş kiriye. Her wiha di bîlançoyê de hat ragihandin ku Tirkiyeyê di êrişên li dijî gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê çekên kîmyewî bi kar aniye. Di encama êrişên Tirkiyeyê de gelek sivîlan û 14 leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dan û ziyaneke mezin gihişt embarên genim, nexweşxane û qadên sivîlan. 
 
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi ajansa me re axivî û diyar kir ku gelên Rojava dê li ldijî êrişan li ber xwe bidin. 
 
HIŞYARBÛNA KURDAN
 
Salih Musim diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nû dest pê nekirine û wiha got: “Di esasê xwe de ev êriş zêdetirî sed sal in tên kirin. Dewleta tirk ji bo tunekirina kurdan û binpêkirina mafê wan ê jiyanê, bi rêyên cuda êrişan dike. Gelê kurd di demên dawî de hişyar bû û bi vê yekê re jî li her deverê kurdan qir dikin. Êrişên li diî Rojava jî di nava van êrişan de ne. Li Tirkiyeyê faşîzm, bûye desthilatdar. Desthilatdariya AKP-MHP’ê nêrînên cuda yên civakê tune dihesibîne û hewld dide li ser dijminatiya kurdan wan kesan bikişîne cem xwe. Sermayeya desthilatdariyê, dijminatiya li kurdan e. Di vê dema dawî de dîsa hewl dide li ser dijminatiya li kurdan temenê koalîsyonê dirêj bike. Ji ber ku hem di siyaseta navxweyî û hem jî di ya derve de îflas kiriye. Hilbijartin nêz dibe û ketiye nava hesaba; ‘ez çiqas kurdan bikujim temenê min ewqas dê dirêj bibe.’” 
 
ŞÛR Û LÎSTIKÊN OSMANÎ
 
Bi domdarî Muslim anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên şer ku beriya hilbijartinê zêde kirine, bi awayên cuda pêş dixe û wiha pê de çû: “Vê bizava xwe bi du rêyan dike. Şûra osmanî rakiriye û her derê dibire. Ne tenê li hundirê Tirkiyeyê, êrişî her devera herêm û cîhanê dike. Ya duyemîn jî lîstikên osmanî ne. Yek ji van lîstikan jî li Taksîm a Stenbolê hat lîstin. Hem lîstikê dilîze û hem jî bi vê hincetê êrişî kurdan dike. Piştî êrişên hewayî jî Erdogan peyama êrişeke bejahî da. Dibe ku bikevin nava hewldaneke bi vî rengî. Bêyî ku guh bidin konjonktura cîhanê, li gorî serê xwe tevdigere. Bêguman dê ev li cihekî biqelibe. Dê gelê kurd bi berxwedana xwe li dijî vê bisekine.” 
 
KOMKUJIYÊN SIVÎLAN 
 
Di berdewamê de Muslim komkujiya dewleta tirk a li Dêrikê pêk anî ku 11 sivîl hatibûn qetilkirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji wan 2 jê notirvanên îstasyona ceyranê ya li wê derê bûn. Êrişî girseya ku bi hawara wan çûyîn jî kirin. Rojnamegerek jî di nav de 11 kes şehîd kirin. Li Kobanê jî êrişî malan kirine. Her wiha êrişî leşkerên rejîmê kirin. Fikar hene ku dê bi van êrişan re DAIŞ û bermayiyên wê dîsa zindî bibin. Jixwe tevahiya çeteyên li vê derê piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin. Tirkiye ji hêla alavan û madî ve piştgiriyê dide wan. Dibe ku yek ji armancên van êrişan ew be ku xwe bigihînin girtîgehan û DAIŞ’iyan berdin. Her wiha êriş çiqas bidomin, DAIŞ jî ewqas radibe ser pêyan. Me ev yek li Dêrazorê dît bê ka çiqas kes di êrişên DAIŞ’ê de hatin şehîdkirin.” 
 
‘HEKE ÊRIŞEKE JI BEJAHÎ BÊ KIRIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’
 
Salih Muslim, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baregehên leşkerî û yên perwerdeyê yên DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hene. Tevahiya DAIŞ’iyan li wir tên birêxistinkirin. Lê çi bikin jî gelên Rojava dê li cem YPG/YPJ’ê li dijî êrişan li ber xwe bidin. Gel dê ji gundên xwe dernekeve û bi çekên xwe notirvaniyê bike. Yek ji mezintirîn armancên van êrişan ew e ku gel ji gund û bajaran koç bike. Berxwedana li dijî vê jî ew e ku em li cihê xwe bisekinin. YPG peywira xwe bi cih tîne. Gel jî dê peywira xwe pêk bîne lê di destê HSD’ê de çekên ku rê li ber êrişên hewayî bigirin tune ne. Ji ber ku ev çek nayên dayîn. Lê dîsa jî dê gel li dijî êrişeke ji bejahî ve li ber xwe bide. Ev demekî dirêj e ku em dixwazin qada hewayî li Tirkiyeyê bê qedexekirin. Lê belê ev daxwaza me hêj bi cih nehatiye.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

27/11/2022
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt